Îsraîl jin û zarokan dikuje!
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê duh li dijî Zîvala Xezayê pêkanî de, 13 ji wan li xalên belavkirina alîkariyê, jin û zarok jî di nav de herî kêm 99 Filîstinî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didome. Artêşa Îsraîlê duh ji seatên siharê ve êriş bir ser herêmên cuda yên Zîvala Xezayê.
Di êrîşa ku li taxa Şucaiyyê xaniyek hate hedef girtin de 12 Filîstinî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Li heman cihê di encama bombebarankirina malekî de jî 2 jê zarok 5 Filîstinî jiyana ji dest dan.
Di encama êrîşa li dijî malekî ya Kampa Penaberan a Şatî ya li rojavayê bajarê Xezayê de jî 4 zarok jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Li rojavayê bajarê Xezayê jî di êrîşa hewayî ya li dijî sivîlan pêkhat de jî 5 Filîstinî jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşa li dijî malekî ya li hêrêma Kerameyê jî yek jî dayik û 2 zarok jî di nav de 5 Filîstinî jiyana xwe ji dest dan. Di encama êrîşa li dijî sivîlên li navenda bajarê Xezayê de jî 2 kes jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşa li dijî bajaroka Cibaliya ya li bakurê Zivala Xezayê de jî 3 Filîstinî jiyana xwe ji dest dan û hate ragihandin gelek kes jî di bin kavilan de mane. Her wiha di encama êrîşa artêşa Îsraîlê ya li dijî malekî li Kampa Penaberan a Nusayrat a li navenda Zîvala Xezayê de jî 6 û li Deyr Belahê jî 4 kes jiyana xwe ji dest dan.
Kesên li benda alîkariyê hatin hedef girtin
Artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên li dijî kesên li benda alîkariyên jî didomîne. Di êrîşa Îsraîlê ya li dijî kesên li benda alîkariyê ya li Kolana Selahedîn ya li başûrê herêma Geliya Xezayê de jî 7 Filîstinî jiyana xwe ji dest dan û 2 jê giran 18 kes jî birîndar bûn. Dîsa êrîşa li dijî kesên li benda alîkariyê ya li rojavayê bajarê Refahê ya li başûrê Xezayê de jî 3 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Hate diyar kirin li Xan Yûnis û deverên cuda yên Zîvala Xezayê li dijî kesên li benda alîkariyê bûn êrîşek pêkhatiye û di êrîşên di çend seatên dawî de li herêmên cuda yên Zîvala Xezayê pêkhatine de, 38 Filîstinî jiyana xwe ji dest dane.
'Filistîniyên li Xezayê ji ber tibûnê bi metirsiya mirinê re rû bi rû ne'
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA), hişyarî da ku li Zîvala Xezayê Filîstiyan ji ber tibûne “bi metirsiya mirinê re rû bi rû ne”. UNRWA’yê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe ya medyayê dîjîtal de, balkişand li ser asta tibûne ya li Xezayê. Di daxuyaniya ku hate destnîşankirin li Xezayê ji ber têkçûna pergalên dabînkirina avê, malbatên Filîstinî bi metirsiya mirinê re rû bi rû ne, carek din banga agirbestê hate kirin.