Îsrail êrişî Xezayê kir: 88 kesan jiyana xwe ji dest da
Ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, ragihand ku di 2 êrişên cûda yên Îsrailê li ser bakûrê Xezayê pêk anî de 88 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.
Xeza – Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistinê WAFA’yê, balefirên şer ên Îsrailê, êrişî cihên bicihbûnê yên li derdora nexweşxaneya Kemal Advan ya li herêma Meşrû Beyt Lahiya kir.
Li gor agahiyê destpêkê di êrişê de piranî zarok 66 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 100 kes jî birîndar bûne.
Li gora agahiyên ji şahidan hatine girtin, hejmarek zêde ya kesan hê dibin xirbeyan de mane.
Xebatên rizgariyê didome
Ji ber Îsrail yekîneyên parastina sivîl ji dervayî xizmetê hiştiye, bi destê gelê herêmê û bi ekîpmanên gelek asan, xebatên lêgerîn û rizgariyê tê meşandin.
Xebatkarên nexweşaneyê, ji bo ên ku piştî êrişan di bin xirbeyan de mane beşdarî xebatên rizgariyê bûne.
10 zarok, 5 jinan jiyana xwe ji dest dan
Balafirên şer yên Îsrailê êrişî malek li taxa Şeyh Ridvan kir.
Artêşa Îsrail di êrişa dûyem ya li bakûrê Xeza pêkanî de, di encama êrişa li ser malek li taxa Şeyh Ridvan de 22 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniya tendirûstiyê hatiye bi destxistin, balafirên şer yên Îsrailê li taxa Şeyh Ridvan êrişî avahiya 6 qat ya aîdî malbata ‘Arukî’ kir.
Di êrişê de 10 zarok û 5 jin di nav de 22 Filistiniyan jiyana xwe ji dest dan.