ÎSÎG: Di meha Çileyê de 158 kesan di cînayetên kar de mirin

Li gorî rapora meha Çileyê ya ÎSÎG’ê; 7 jê zarok û 5 jê jin bi giştî 158 kesan di cînayetên kar de mirine.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar a Karkeran (ÎSÎG) Rapora Xwe ya Cînayetên Kar a meha Çileyê eşkere kir. Li gorî raporê di meha Çileyê de herî kêm 158 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane jî 5 ji wan jin û 7 ji wan jî zarok bûn.

Li gorî raporê di beşa karên înşaet, çêkirina riyan de 45 karker, di beşa veguhestinê de 22, di beşa daristan û çandiniyê de 16, di beşa bazirganî, buro, perwerde û sînemayê de 11, di beşa alavên hesin de 9, di beşa turîzm û şahiyê de 9, di beşa şaredarî û beşên karûbarên giştî de 9, di beşa Petro-kîmyagerî û lastîkê de 6, di beşa kanegeriyê de 5, di beşa dar û kaxizê de 4, di beşa keştî, tersxane û peravan de 4, di beşa tenduristî û xizmetên civakî de 4, di beşa zad û şekirê de 2, di beşa tekstîlê de 2, di beşa enerjiye de 2 û di beşa parastin û ewlehiyê de jî karkerekî jiyana xwe ji dest da. Her wiha 5 karkerên ku beşên karên wan nehatine diyarkirin jî jiyana xwe ji dest dane.

7 zarokên temenê wan di bin 18 salî de jiyana xwe ji dest dan

Li gorî rapora meha Çileyê, 7 zarokên temenê wan di bin 18 saliyê de li cihê ku dixebitîn jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî raporê, 3 zarokên temenê wan di bin 14 salî de, 4 zarokên temenê wan di navbera 15 û 17 salî de, 32 karkerên temenê wan di navbera 18 û 29 salî de, 62 karkerên temenê wan di navbera 30 û 49 saliyê de, 43 karkerên temenê wan di navbera 50 û 64 saliyê de, 5 karkerên temenê wan ser 65 saliyê de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 9 karkerên ku temenê wan nehatiye diyarkirin jî di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.