Îranê mala malbatek Beluc hilweşand

Erkdarên Saziya Avahiyan ku li gel Muhafizên Şoreşa Îranê dixebitin, li ser herêma Kamb a li bajarê Çabahar de girt û mala malbatek Beluc hilweşand.

Navenda Nûçeyan – Aktivîstên Beluc di 2’ê Mijdarê de ragihandin ku, Muhafizên Şoreşa Îranê û Saziya Avahiyan, mala jinek Beluc û zarokên wê hilweşandine.

Erkdarên Saziya Avahiyan, li gel Muhafizên Şoreşê li ser herêma Kamb a li bajarê Çabahar de girt û mala malbatek Beluc hilweşand.  

Li gorî raporan, erkdaran, bi ekîpman û dozerên ji bo projeya Rêya Hesin a Basabender-Çabahar bi kar dianî, mala jina bê hevjîn û zarokên xwe xwedî dike hilweşand. Hilweşîna ku di saetên şevê de kirin jin û zarokên wê bê mal hişt.

Di dimenek hatî weşandin de ew jin wiha dibêje: “Erkdarên Saziya Avahiyê û Muhafizên Şoreşê oda me ji saet 1:30’ê şevê heta 4’ê sibehê hilweşand. Hevjînê min wefat kiriye, xwişk û birayên min bê karên em xizanin. Hatin mala me li gel hemû tiştên wê hilweşandin, ez û zarokên min bê mal hiştin.”

Li gorî raporan, li gorî îfadeyên gelê herêmê, ev erazî beriya şoreşê yê wan bû û salên dirêj li wir jiyan kirin. Lê belê rayedarên dewletê, bi hinceta ‘eraziyê dewletê’ dest danî ser van xakan, li ser kesên têkilî pêre heyî parve kir. Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku, ev parvekirin hewl dide pargala nifusê ya li eyaletên Sistan û Balucistan bi guherîne.