Îranê li dijî Îsraîlê dest bi êrişan kir

Îranê duh bi şev bi ÎHA û fuzeyan êrişê Îsraîlê kir. Ji ber êrişê dibistan hatin girtin, Urdunê jî qada xwe ya hewayî girt

Navenda Nûçeyan- Televîzyona dewleta ya Îsraîlê KANN duh (13 Nîsan) ragihand ku Îranê bi şev dest bi êrişan kiriye. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku gelek ÎHA’yan şandiye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ÎHA’yên ji aliyê Îranê ve tên şandin, piştî saetan digihîjîn Îsraîlê û hat gotin ku li bendên di bin tehdîtê de sîren lêdikevin.

Li gorî sê çavkaniyên ewlehiyê yên ji ajansa Reutersê re axivî ne; Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê gotiye ku wan çend SÎHA’yên ji ser herêma Silêmaniyê ji aliyê Îranê ve hatine dîtine.

Televîzyona Îsraîlê Kanal 12 jî ragihand ku bi dehan balafirên bi çek ên bê mirov ên Îranê şandine, di rê de ne û gihîştina wan a Îsraîlê dê bi saetan bidome.

DYA’yê daxuyanî da

Di daxuyaniya ji Qesra Spî de jî hat diyarkirin ku Îranî li dijî Îsraîlê dest bi êrişa hewayî kiriye û wiha hat gotin: “Desteka me ya ji bo piştgiriya bi Îsraîlê re tam e. DYA li dijî gefên Îranê dê Îsraîlê biparêze.”

 ‘Welatên ku piştgirî dane Îsraîlê dê hesab bidin’

Rayedarên Îranê yên ku ji televîzyona Press TV a bi Îngilîzê weşanê dike re axivîn gotin ku Artêşa Muhafizên Şoreşê li dijî hedefên li Îsraîlê dest bi êrişên berfireh kirine û wiha hat gotin: "Êrişa bi SÎHA’yan a li dijî Îsraîlê bersiveke li dijî êrişa Îsraîlê ya li ser sefaretxaneya Îranê ya li Sûriyeyê ye. Artêşa Muhafizên Şoreşê, bi ÎHA û fuzeyan li hinek hedefên li ser axa rejîma siyonîst da."

Wezîrê Parastinê yê Îranê Muhamed Riza Aştiyanî ji ajansa fermî ya Mehr re axivî û got ku dê welatên ku ji bo êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê, qada xwe ya hewayî vekirine hesab bidin.

Li gorî nûçeyek ji ajansa dewletê, Îranê piştî pêla yekem a êrişan, dest bi pêla fuzeyên balîstîk kiriye.

Iraq û Urdunê qadên xwe yên hewayî girtin

Di dema ku ji ber êrişa di 1’ê Nîsanê de li dijî avahiya sefaretxaneya Îranê ya Sûriyeyê çêbû, li bendê bû ku Îran bersiv bide, li Urdunê pêşketinek çêbû. Li gorî nûçeya televîzyona dewletê Al Mamlaka, Urdunê, qada xwe ya hewayî ji hemû balafirên transît ên ku diçin û tên ji bo demek girtiye.

Îsrailê dibîstan xist betlanê

Li aliyê din artêşa Îsrailê, li dijî gefa êrişek ya Îranê, fermana dû rojan ya ewelehiyê da. Di çarçoveya pêkanînên ewlehiyê de di giştî Îsrailê de dû roj dibîstan ketin betlanê.

Di giştî welat de ji derveyî cihên ku hatine hişyarkirin, heta hezaran kesan destûra kombûnê da, karên di hewaya vekirî de û li cihên kar sînordarkirin neanîn. Hate diyarkirin ku li hinek herêmên derdora Zîvala Xezayê di hewaya vekirî de 100, li cihên girtî heta 300 kes dikarin werin komkirin.

THY û Pagesus seferên ber bi Îran ve betal kir

Li ser geşedanên hatine jiyan kirin balafirên Rêyên Hewayî ya Tirk (THY) ên ji Stenbolê diçûn Tehran û Îsfehenê hêj ji Tirkiyeyê derneketîn hatin li Stenbolê hatin vegerandin.

Ji ber rageşiya di navbera her du welatan de, Rêyên Hewayî yên Pegasusê jî ji bo du rojan seferên xwe betal kir. Rêyên Hewayî yên Pegasusê jî ji bo du rojan seferên xwe betal kir. THY, AJet û Pegasusê ragihandin ku balafirên ji bo Îranê şandin vegerandine. Her wiha Iraq û Lubnanê jî qada hewayî li firîna balafiran girt.

Hizbullah Tepeyên Golan kir hedef

Rêxistina Hizbullah ya li Lubnan, eşkere kir ku Îsrail bi dehan fuzeyên katyuşa avêtine leşkerên li baregeha li Tepeyên Golan ku li Sûriyeya dagirkirî.

Li gora nûçeya AA, di daxuyaniya Hizbullah dayî de, li qerargeha parastina fuze û hewa ya li baregeha leşkerî ya Keyla ku li Tepeyên Golan cih digre kiriye hedef. Di êrişê de bi dehan fuze bikaranîne.

Di daxuyaniyê de derbarê ku ka êriş ji aliyê başûrê Lubnan ve yan jî li  ser Sûriyeyê ve pêkhatiye tu zanyarî nehat dayîn.  

Çi bûbû?

Îsraîlê li dijî Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê di 1’ê Nîsanê de êriş pêk anîbû, di êrişê de du fermandarên Mihafizên Şoreşê di rutbeyên generale de, bi giştî 7 kes hatibûn kuştin. Îranê şevê din dest bi êrişên li dijî Îsraîlê kir.

Serokê Îranê Ayetullah Ali Hamaney diyarkir ku êrişa îsrailê li ser konsolosxaneya li Şamê tê wateya êrişa li ser xaka welatê wan û got: “Rejîma şeytanî xetayek kir, divê were cezakirin û wê were cezakirin.”

Serokê DYE Joe Biden derbarê pevçûnên li Rojhilata Navîn de daxuyaniyek da û got ku ‘Li bendêne ku êrişî Îsrailê were kirin’ Biden bang li Îranê kir ku êriş neke û piştgiriya xwe ya bi Îsrailê re dûbare kir. Li ser pirsa rojnamevanan ji Biden peyama we ya ji bo Îranê çiye? Biden gotibû ‘wisa nekin’, biryara Washington ya parastina Îsrailê bi van gotinan dûbare kiribû: “Emê piştgiriya Îsrailê bikin, emê alîkariya parastina Îsrailê bikin û wê Îran bi sernekeve.”