Îranê du jinên çalakvan ên Kurd binçav kir

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku ji ber sedemên cûda û di demên cûda de du çalakvanên Kurd ên bi navê Baran Seîdî û Soma Mihemed Rezayî ku xelkê Sinê ne, ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku çalakvana Kurd a bi navê Baran Seîdî û Soma Mihemed Rezayî ku herdû xelkê Sinê ne, ji ber sedemên cûda û di demên cûda de ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatine binçavkirin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê  diyarkir ku, hêzên îstîxbaratê bi ser mala Baran Seîdî de girtine û ew binçavkirine. Hate gotin ku nayê zanîn Baran Seîdî birine ku derê.

Herwiha destnîşan kir ku hêzên îstîxbaratê bi ser dukana Soma Mihemed Rezayî de girtine û ji ber tevlî merasîma 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bûye ew binçavkirine û birin girtîgeha Sine.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di 20’ê Îlona 2022’yan de Baran Seîdî di xwepêşandanên Jin, Jiyan, Azadî de hatibû binçavkirin û piştî wê du mehan bi kefalet hatibû berdan.