Îran li herêmên Kurdan hezên leşkerî zêde dike

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê li Kurdistanê hezên leşkerî zêde dike. Dîmenên ji herêmê hatine nîşan dide ku li herêma Mukriyanê nuqteyên kontrolê yên leşkerî û gurahiyan leşkeran zêde bûne.

Navenda Nûçeyan – Bersiva rejîmê li hemberê serhildana civakî ya li bajarên Îran û Rojhilat ku ji 16’ê Îlonê ve berdewam dike, terora komkujî û girtinê bû. Rejîma Komara Îslamî ya Îranê, li parêzgehên Kurdistanê bi sedan kesan qetil kirin û polîtîkayên xwe yên qetlîamê berdewam dike.

Di hat zanîn ku li Ciwanro, Mehabad, Bukan, Serdeşt, Pîranşahr, Sinê û gelek bajaran nuqteyên kontrolê yên leşkerî û hejmara leşkeran hatine zêdekirin û herî dawî jî ji ajansa me re agahiya ku li Herêma Mukriyanê sewqiyata leşkeran zêde bûye hat.

Hat diyarkirin ku li Herêma Mukriyanê ji asayî zêdetir leşker hatine sewqkirin, li ketina bajêr jî nuqteyên kontrolê yên leşkerî yên nû hatine çêkirin. Hate hînbûn ku wesayîtên sivîlan yek bi yek tên kontol kirin, têlefonên destan jî di nav de her tişt tên kontrolkirin û ji welatiyan jî di ketin û derketina bajêr de "lêgerîna zirav" hat ferzkirin.