Îran di mehekî de 311 kesan darve kir
Di hefteya 96’an a Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinên re’ de Girtîgeha Navend a Bîrjend, ragihand ku ew jî beşdarî greva birçîbûnê ya li dijî darvekirina bûye. Kampanyayê, ragihand ku tenê di meha Mijdarê de 311 kes hatine darvekirin.
Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinên re’ li Îranê li dijî pêkanîn cezayên darvekirinê hatibû destpêkirin di hefteya 96’an de bi beşdariya Girtîgeha Navend a Bîrjend didome. Kampanyaya ku li 54 girtîgehan didome ragihand ku di nava mehekê de li girtîgehên Îranê 311 kes hatine darvekirin. Ev hejmar ji komkujiyên komî yên sala 1988’an û vir ve weke wê nehatiye dîtin e. her wiha ji hefteya borî heta niha jî 59 kes hatine darvekirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Hefteya 96’an a Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinên re’ rastî demek ku li Îranê darvekirinên ku wek wê nehatin dîtin hatiye. Nebûna darizandina adilane, bikaranîna darvekirinan a mîna amûrek a pergalî ya tirsê, mînaka eşkere ya binpêkirina mafê bingehîn ê mirovan û sûcên dijî mirovan e.
Vê hefteyê Girtîgeha Navendî ya Bîrjend, beşdarî 54 girtîgehên ku peyama ‘Na ji darvekirinên re’ dide civaka li pişt dîwar bû.
Di vê hefteyê de Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî, biryara 72’a ku binpêkirinên mafê mirovan a li Îranê erê kir û şermezar dike, rastiyên qanûnî yên diyarker nas kir:
* Naskirina komkujiya 1988’an û fikara der barê dubarabûna wê de
* Zêdebûna darvekirinên ku wek wê nehatî dîtin û şermezarkirina bi karanîna darvekirinê wek amûrek a zextê û tirsê.
‘Di meha Mijdarê de 311 kes hatine darvekirin’
Tevî van hemûyan, hikûmet darvekirin û înfaz ne sekinandine. Biryara darvekirinê ya der barê Muhammedî Mehdî Silêman ku di serhildanan 2022’an de hatî girtîn, ne rewşek îstinayîye. Berevajî pêvajoya darazê ya tu rastiya wê neyê û ji holêrakirina muxalîfan nîşan dide.
Tenê di meha Mijdarê de 311 kes hatine darvekirin. Ev yek ji komkujiya 1988’an ve wek wê nehatiye dîtin. Di heman demê de ji hefteya bûrî heta niha 59 kes hatine darvekirin û ji destpêka 2025’an heta niha bi giştî hezar û 479 kes hatin darvekirin.
Malbatên girtiyan tevî gef, bangîkirin, binçavkirin û zextên ewlehiyê her hefte dadikevin qadan û parastina jiyana heskiriyên xwe dikin. Ev protesto pêwîstî bi desteka berfireh a gel û civaka navnetewî heye.
55 girtîgehên ku beşdarî kampanyayê bûne, ev in:
Girtîgeha Evîn (qawişên jin û mêr), Girtîgeha Gezelhasar (beşa 2,3,4), Girtîgeha Navend Kerac, Girtîgeha Ferdîs a Kerac, Girtîgeha mezin a Tahran, Girtîgeha Qerçek, Girtîgeha Hurîn-Varamîn, Girtîgeha Aher, Girtîgeha Erak, Girtîgeha Kum Lengerud, Girtîgeha Hurremabad, Girtîgeha Burucerd, Girtîgeha Yasuc, Girtîgeha Esedabad a Esfehan, Girtîgeha Dastgerd a Esfehan, Girtîgeha Şîban a Ahvaz, Girtîgeha Sepîdar a Ahvaz (qawîşên jin û mêr), Girtîgeha Nazam Şîraz, Girtîgeha Adilabad a Şîraz (qawîşên jin û mêr), Girtîgeha Fars- Fîruzabad, Girtîgeha Dehdeşt, Girtîgeha Zahîdan (qawîşên jin û mêr), Girtîgeha Beazcan, Girtîgeha Ramehormoz, Girtîgeha Beheban, Girtîgeha Bem, Girtîgeha Yezd, Girtîgeha Kehnûcê, Girtîgeha Tebas, Girtîgeha Meşhed, Girtîgeha Sebzewer, Girtîgeha Gonbad-Kavoos, Girtîgeha Qaimşehr, Girtîgeha Reşt (qawîşên jin û mêr), Girtîgeha Rudsar, Girtîgeha Hewîq Taleş, Girtîgeha Azbaram a Lahîcanê, Girtîgeha Dieselabad a Kirmaşanê, Girtîgeha Erdebîl, Girtîgeha Tebrîzê, Girtîgeha Urmiyê, Girtîgeha Salmas, Girtîgeha Xoyê, Girtîgeha Neqede, Girtîgeha Miandoab, Girtîgeha Mehabad, Girtîgeha Bûkan, Girtîgeha Seqez, Girtîgeha Bane, Girtîgeha Kamêranê, Girtîgeha Merîwan, Girtîgeha Sine, Girtîgeha Îlam û Girtîgeha Navend a Bîrjend.”