‘Îradeya ku jinên Xezayê derxistin holê ji bo hemû cîhanê derseke zindî ye’

Rêvebera giştî ya Weqfa Guherîna Civakî ya Edwar, Sahar Al-Qawameh, diyar kir ku li dijî êrişên Îsraîlê îradeya ku jinên Xezayê nîşan dane ji bo hemû cîhanê bûye derseke ku dê her dem zindî bimîne û got: “Divê hemû cîhan dengê jinên Xezayê bibihîse.”

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Îsraîl ji 7’ê Cotmehê ve heta niha bi awayekî bênavber êrişî Zîvala Xezayê dike. Li Xezaya ku birçîbûn weke çekê tê bikaranîn, her roja diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Xeza veguheriye xirbeyan, jin jî ji bo li dijî gef û bombebaranê rawestin, bi biryardarî meydanê dixwînin. Jinên Xezayê ji rola qurbanbûnê derketine, li hemberî bêedaletiyê îsbat kirine ku bûne sembola hêz û biryardariyê. 

Rêvebera giştî ya Weqfa Guherîna Civakî ya Edwar Sahar Al-Qawameh diyar kir ku jinên li Xezayê li dijî êrişên Îsraîlê bersivek wêrek didin û ji bo dîrokê dibin derseke zindî, bûmebaran û êrişên leşkerî herî zêde bandorê li jiyana wan kiriye û got: “Vê rewşê barê jinan ê berpirsyariyê zêde kiriye. Jinên Xezayê di bin dorpêçê de jî bi zehmetiyan re têdikoşin xwedî îradeyek qayîm in.”

‘Jin teqdîrê heq dikin’ 

Sahar Al-Qawasmeh di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku biryardarî û fedakariya jinan divê were teqdîrkirin û wiha domand: “Jin li dijî hemû êrişan, li dijî xelaya xwarin û erzaq ji bo malbatên xwe dabînkirina xwarin û vexwarinê û cilan bi kêrhatiyên xwe mekanîzmayên ku bi wan bikaribin ji heqê her rewşê derbikevin ava kirine. Di nava jinan de yekitî ava bûye û piştgiriyê didin hev, alîkariya hev dikin.”

‘Mahremiyeta jinan ji destên wan hatiye girtin’

Sahar Al-Qawasmeh bal kişand ku jinên neçar mane di nava bûombebaranê de malên xwe biterikînin biçin stargehên qerebalix û konên teng, rojane rêwîtiya wan, yek ji zoriyên herî zehmet e û da zanîn ku mahremiyeta wan nemaye û got: “Ji cihbûn tevgera jinan sînordar dike. Di jiyana rojane de xwegihandina derfetên herî kêm hema bibêje ne gengaz e, êriş li ser jiyana wan metirsiyek mezin e.”

‘Rewşa jinên xwedî pêwîstiyên taybet xeternak e’

Sahar Al-Qawasmeh  bal kişand ser rewşa jin û zarokên keç ên xwedî pêwîstiyên taybet û wiha got: “Jinên astengdar, ji xizmeta tendirustî, tedawiya pêwîst û kêmaniya tîman bêpar in. Tunebûna sazî û komeleyên ku bi şopandina rewaş wan re eleqeder dibin, rewşê zehmetir dike. Ev jin komên herî zêde yên bê parastin in. Der barê rewaş wan de tirs û guman hene.” 

‘Divê hemû cîhan dengê jinên Xezayê bibihîse’

 Sahar Al-Qawasmeh amaje bi wê yekê kir ku 8’ê Adarê roja jinan a cîhanê û bi giştî meha Adarê ji bo bîrxistina fedakariya jinên Xezayê û teqdîrkirina biryardariya wan bûye fersendek û wiha got: “Tevî ji cihbûn, hilweşîn û rêwîtiya zehmet a koçberiyê jî; jin ji bo ji malbatên xwe re dibin çavkaniya piştevaniyê. Di heman demê de ji ber rastî binpêkirinên herî dijwar, bombebara, jicihbûn, girtin û dorpêçê tên, dibin qurbanên yekem ên şer. Divê balê bidin ser durûtiya civaka navneteweyî ku êşên wan ji nedîtî ve tên û çavên xwe ji qedera wan a trajîk re digrin. Divê hemû cîhan dengê jinên Xezayê bibihîse û daxwazên ji bo jiyana bi ewle, îstîqrar, bi cih werin, şer û dagirkerî bi dawî bibe.” 

‘9 hezar jin û zarokên keç hatin qetilkirin’

Sahar Al-Qawasmeh da zanîn ku jinên Xezayê bi êşeke ku neyê pênasekirin re mane û got: “Li gorî daneyên hatine bidestxistin, 9 hezar jin û zarokên keç hatine qetilkirin. 60 hezar jinên ducanî hene, her meh 5 hezar zarok di mercên bê tendirust de tên dinyayê. Milyonek jin ji ber ji cihên xwe bûne û şertên jicihbûnê, rastî binçavkirin û îşkenceyê tên û ji ber ku di şert û mercên giran de dijîn êşên wan nû dibin.”

‘Hişyariya cîhanî zêde dibe’

Sahar Al-Qawasmeh bal kişand ku saziyên femînîst li ser binpêkirinên şer  li dijî jinan, roleke piralî dilîzin û got: “Ev hewldan belgeyên ku sûcên şer derdixin holê û raporan amade dikin û ji bo edalet were pêkanîn pêşkêşî saziyên navneteweyî û berpirsan dikin. Saziyên jinan êşên jin û zarokên keç ên Xezayê bi deng û dîmen belge dikin. Der barê şertên zehmet ên jinên Xezayê de ji bo piştevaniya pêwîst bigrin, çîrok û ceribandinên xwe parve dikin. Hewldanên heyî, hebûna jinên Xezayê di qadên civakî yên navneteweyî de bi hêz dikin.”

Sahar Al-Qawasmeh bal kişand ser rola tevgerên femînîst a ji bo guherîna civakê û da zanîn ku ji bo asta trajediya jin û zarokên keç ên li Zîvala Xeza dijîn nîşan bidin gelek hewl didin û go: “Ji derveyî pêkanîna hinek madeyên xwarinê, ji bo yên ji cihên xwe bûne, li kampan hinek seansên piştevaniya psîkolojîk û ji bo zarokan jî çalakiyên ku wan kêfxweş bikin em li dar dixin. Destpêkê em ji bo jin û zarokên keç vê yekê dikin. Em alîkarî didin jinên ku di encama bûyerên şer de û êşa windahiyan de pirsgirêkên derûnî dijîn.”