İnsiyatîfa “Jin, li hemberî dagirkeriyê Kurdistanê diparêzin” hate ragihandin
Însiyatîfa Jinan bi dirûşma “Jin, li hemberî dagirkeriyê Kurdistanê diparêzin” bi daxuyaniyekê nivîskî hate eşkere kirin.
Qamişlo- Di 15’ê Gulanê de bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star komcivîna Şêwra Jinên Kurd a Rojava li bajarê Qamişlo hate li dar xistin. Li wir biryar hate girtin ku Însiyatîfa jinan bê avakirin da ku jin li hember dagirkeriyê Kurdistanê biparêzin.
Îro bi daxuyaniyek nivîskî Însîyatîfa Jinan bi di dirûşma “Jin li hemberî dagirkeriyê Kurdistanê diparêzin” hate ragihandin. Di însîyatîfê de 72 jinên kurd ên Rêxistinên Rojavayê Kurdistanê, Başurê Kurdistanê û Rêxistinên Kurd ên Ewrûpayê tevlîbûn.
“Kurdistan bûye navenda şerê cîhanî”
Daxuyaniya ku hate dayîn wiha bû: “Di yekemîn sedsala 21’an de krîz û kaos her ku diçe kûrtir dibe. Ev rewşa aloz bandora xwe li ser hemû qadên jiyanê û cîhanê dike. Şer û pevçûn, qetlîam û koçberî, birçîbûn û pirsgirêkên ekolojîk, antîdemokrasî û zordestî, kedxwarî û dagirkerî nîşan dikin ku pergala cîhanê di nav qeyrane de ye. Ev rastî çiqas di asta gerdunî de bê jiyan kirin jî, herî zêde bandora xwe li ser Rojhilata Navîn dike. Ango bi şêweyê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li ser axa herêma Rojhilata Navîn tê jiyîn. Dergûşê civakbûnê û medeniyetê îro bûye sehneya şerên serdestiyê di navbera hêzên herêmî û cîhanê de. Kurdistan jî bûye navenda vî şerî. Di encama vî şerî de wê pergaleke nû ya cîhanê ava bibe. Him hêzên dewletparêz, him jî hêzên demokrasî yên gelan bi têkoşîna xwe hewl didin karakterê pergala nû diyar bikin.”
“Dewleta tirk armanc dike ku gelê kurd nebe xwedî statû”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta tirk dixwaze damezrandina Mîsakî-Milî bi riya dagirkerî û qelîaman pêk bîne û wiha hate gotin: “Di aliyê hêzên demokrasi yên cîhanê û herêmê de gelê Kurd û bi taybet jî jinên Kurd xwediyê pozîsyoneke diyarde ne. Îro, di serî de şoreşa Rojava, têkoşîna gelê Kurd ji bo avakirina pergaleke alternatîf bala çar aliyên cîhanê dikşîne. Lê di heman demê de pevçûnên cîhanî û herêmî li ser axa Kurdistanê zor dibin. Di hundirê vê rastiyê de dewleta Tirk dixwaze di 100’emîn salvegera damezrandina komara xwe de Mîsak-î millî bi riya dagirkerî û qetlîama pêk bîne û ji bo vê jî qirkirina Kurdan temam bike. Armanc dike ku di pergala cîhanê ya nû de gelê Kurd nebe xwediyê statûyeke fermî û demokratîk. Di vê çarçovê de ne tenê di hundirê sînorên dewleta xwe de, di heman demê de li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê jî şereke qirker dide meşandin. Hewl dide hemû destkeftiyên Kurdan tasfiye bike.
“Jin pêşengtiya têkoşînê li hember faşîzm û serdestiyê dikin”
Daxuyanî de hate gotin ku dewleta tirk di şerê xwe de jinan dike hedef û wiha dewam dike: “Di vê şerê xwe yê tunekirinê de bi taybetî jî jinan hedef digre. Ji ber ku jin pêşengtiya têkoşînê li hemberî faşîzm û serdestî dikin ji bo avakirina jiyaneke azad û bi rûmet. Bi armanca ji holê rakirina pêşengtiya jinan şereke taybet dide meşandin. Di encama vê de bi sedan jinên siyasetmedar, welatparêz û berxwedêr îro di zindanên dewleta Tirk de di bin tecrît û îşkence de ne. Hejmareke gelek mezin a jinên Êzîdî hîn dîl girtî ne. Di heman demê de di herêmên dagirkirî yên Rojava de jinên Kurd esîrê dewleta Tirk û çeteyên wî ne. Ji qetlîama Parîsê heya Kobanê jinên pêşeng bi hedef têne kuştin. Jinên Kurd bi vê şêweyê di aliyek de hîn bêhtir bi encamên siyaseta dagirkerî û qirkirin ê re rûbirû dimîmin û di aliyeke din de ruxme her tiştî dev ji rola xwe ya pêşeng di nava berxwedana gelê xwe bernadin. Bi taybet jî rol û erkên xwe yên netewî parastina hevbûn û mîsoger kirina azadiya gelê xwe bi berpirsiyarî û biryardarî radikin.”
“Pêwistiya me bi yekîtiyê heye”
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser yekîtiya jinan û wiha hate gotin: “Weke jin em dizanin ku ji hemû demên berê zêdetir pêwistiya me bi yekitî heye. Ji bo parastina Kurdistanê li dijî dagirkerî yekitiya jinan xwediyê roleke stratejîk e. Jin dema ku hêza xwe dikin yek di hemû mijaran de dikarin serbikevin. Ji bo bi dawî kirina dagirkeriya dewleta tirk û pêşîgirtina êrîşên nû pêwistiyeke lezgîn bi helwesteke hevbeş a jinan di aliyên Kurdistanê û li derveyî welat heye. Di vê çarçovê de li ser esasiya biryarên ku di Civîna Şêwra Jinên Kurd a Rojava ya ku di 15'ê Gulanê de li bajarê Qamişlo hatiye lidarxistin de me weke jin ku li jêrê navê xwe nivîsandin damezrandina Înîsîyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê bi raya giştî re parve dikin.
“Em bang li jinan dikin tevlî însîyatîfê bibin”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li jinan hate kirin ku tevlî însîyatîfê bibin û wiha bi dawî bû: “Emê weke Înîsîyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê ji niha şûnde xebat û çalakiyên hevbeş pêşbixin, bi armanca xurtkirina helwesta jinê, dawî anîna dagirkeriya dewleta Tirk û pêşîgirtina êrîşên wî. Diruşmeya me “Jin Kurdistan li Hemberî Dagirkeriyê Diparêzin” e. Bi vê armancê em damezrandina înîsîyatîfa xwe bi raya giştî re parve dikin û bang li jinan dikin tevlî me bibin ji bo ku bikarin sekin û helwesteke bi bandor û encamgir li dijî hemû êrîşên dagirker pêşbixin û Kurdistanê biparêzin.”
Jinên ku beşdarî înisiyatîfê bûne wiha ne:
1 Asya Ebdulleh Endama Koordînasyona Mesclisa Jin Ya Bakur û Rojhilatê Surî
2 Awat Husam Eldîn Seroka Komela Zerdeştî Kurdistan (BAŞUR)
3 Arya Mele Ehmed Hevseroka Encumena Zagonsaz Ya Herema Cizîrê
4 Arzû Temo Rêxistina SARA
5 Aynur Paşa Parêzer
6 Beser Şahîn Hunermend (EWROPA)
7 Beşîra İsmayîl Parêzer
8 Canda Muhemed Endama Desteya Cihbicihkirin Ya Meclisa Suriya Demokratîk
9 Delal Elhaşimî Rêvebera Partiya Kesk Ya Demokratîk
10 Delal Fehîm Xelîl Hevseroka Kongra İslama Demokratîk
11 Derya Remezan Hevseroka Mekteba Têkiliya Ya Meclisa Suriya Demokratîk
12 Dilsoz Zengene Endama Înîsîyatîfa Piştgiriyê Ji Bo Rojava (BAŞUR)
13 Dilşa Osman Berdevka Têkiliyê Kongra Star (EWROPA)
14 Ebîr Hesaf Akademisyen di Zaningeha Rojava
15 Erîfa Bekir Komîta Têkiliyê Jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD)
16 Emîna Omer Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk
17 Emîna Şêx Muhemed Rêxistina Jin Ya Partî Demokratî Kurdî Surî
18 Enehîta Sîno Nivîskar
19 Enehîta Şêxê Rewşenbîr
20 Etiya Yûsif Parêzer
21 Evîn Cuma Rêxistina Mafê Mirova ya Herêma Cizîrê
22 Evîn Qafûr Partiya Aştî Demokratî Kurdistan
23 Evîn Yûsif Nûçegîhan û Çalakvana Medenî
24 Eyşê Efendî Rêvberiya Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê
25 Eyşê Hiso Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
26 Fewziye Spiz Mamoste (BAŞUR)
27 Feyrûz Xelîl Endama Meclisa Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûrî
28 Foza Ebdê Hevseroka Encumena Zagonsaz ya Herêma Firatê
29 Foziya Yûsif Endama Desteya Rêveber ya Partiya Yekîtiya Demokratîk
30 Hanan Osman Komîta Diplomasî ya Kongra Star Ya (LUBNAN)
31 Hediya Şemo Koordînasyona Yekîtiya Jina Êzîdî Li Herêma Cizîrê
32 Helîma Ebû Bekir Rêveberîya Asayîşe
33 Heyfa Mehmud Partiya El Hedasê û El Dîmoqratiyê Li Surî
34 Hêja İbrahîm Endama Meclisa Kongra Star ya Ewropa
35 İlham Ehmed Seroka Desteya Cihbicihkirin ya Meclisa Sûriya Demokratîk
36 Jiyan Husên Endama Koordînasyona Meclisa Jin ya Bakur û Rojhilatê Surî
37 Leyla İbrahîm Hevseroka Mala Êzîdî ya Li Herêma Cizîrê
38 Leyla Musa Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk li Misir
39 Medya Ebdê Berdevka Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jin li Ewropa
40 Meryem Fettahi Rêveberiya KJAR li Ewropa
41 Mizgîn Hesen Seroka Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jin li Surî
42 Mizgîn Zêdan Hevseroka Partiya El Texyîe
43 Narîn Metînî Seroka Tora Jina Demokratîk
44 Necah Gilo Malbatê Şehîda
45 Necla Temo Komela Şawoşka
46 Nezahet Nebo Endama Meclisa Kongra Star Ewrûpa
47 Pencewîn Elî Çalakvana Hiqûqî
48 Perwîn Yûsif Hevseroka Kantona Qamişlo
49 Remziye Muhemed Berdevka Kongra Star
50 Riwyda Şêxê Komîta Jin Di Tevgera El Tecdîd El Kurdistanî
51 Rîham Hico Endama Koordînasyona TAJÊ Şengal
52 Ronak Mecid Tevgerê Azadiya Kurdistanê Başur
53 Roşna Cemîl Cafer Çalakvana Medenî Başur
54 Ruken Ehmed Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEVDEM)
55 Saza Abdullah Partiya Goran (BAŞUR)
56 Sema Begdaş Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk
57 Sinem Mihemed Nunera Meclisa Sûriya Demokratîk li (DYE)
58 Sîham Emoka Çalakvana Huquqî
59 Sîham Daud Sekrêterya Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj
60 Stêr Qasim Çalakvana Medenî
61 Suad Hiso Mekteba Jin ya Tevgera Civaka Demokrat li Herêma Şehba
62 Sultanê Xişo Weqfa Jina Azad li Suriyê
63 Surûşt Helepçe Şêwermenda Qanûnî (BAŞUR)
64 Şehle Muhemed Endama Koordînasyona RJAK (BAŞUR)
65 Şeyda Maruf Partiya Zehmetkêşan (BAŞUR)
66 Şoxan Salih Mîrza Çalakvana medenî (BAŞUR)
67 Xedîce İbrahîm Parêzer
68 Xurbet İşlek Endama Koordînasyona Meclîsa İştar (MEXMUR)
69 Zeyneb Muradî Hevseroka KNK (EWROPA)
70 Zeyneb Qenber Mekteba Jin ya Meclisa Sûriya Demokratîk Li Herêma Şehba
71 Natalia Szarek Komîta Jin Rojava Diparêzin (BİRÎTANYA)
72 Dr.Mechthild Exo Defend Kurdistan (ALMANYA)