‘Însiyatîf azadiya fizîkî ya Rêber Apo armanc digre’

Endamên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê der barê însiyatîfa ku ava kirine de wiha gotin: “Însiyatîfa ku hatiye avakirin, ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.”

RONAHÎ NÛDA/PERWÎN AMARA

Qamişlo-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in hatiye dîlgirtin û 41 meh in dewleta Tirk nahêle tu hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk were. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd tê tecrîdkirin. Li dijî dîlgirtin û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd di asta herêmî, Rojhilata Navîn û cîhanî de gelek çalakiyên rengîn li dar dixe. Ji wan yek jî Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ye ku gelek çalakiyên rengîn bi armanca azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar dixe.

Însiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê 5 sal in hatiye avakirin

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê 10’ê Îlona 2019’an hatiye avakirin. Di Însiyatîfê de komên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûrî cihê xwe digrin. Însiyatîf bi armanca azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku mifteya azadiya tevahî gelên bindest e, hatiye avakirin. Weke endamên însiyatîfê daxwaz û armanca wan ew e ku deriyên zindana Îmraliyê werin vekirin ku ew der cihê îşkence û bêmafiyê ye. Di heman demê de însiyatîf rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji mirovahiyê re nîşan dide. Însiyatîf zext li dewlet, navdewletî, Rojhilata Navîn û cîhanê dike ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bike.

Karên di Însiyatîfê de

Kesên ku di vê însiyatîfê de cihê xwe digrin danasîna fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji tevahî cîhanê re dikin. Di heman wextê de bi kesên siyasetmedar, rêxistinên civaka sivîl, kesên bandora wan di nava civakê de heye, nivîskar, akademîsyen, hiqûqnas, parêzer re têkilî datînin da ku azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin. Bi kesên rêzê ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re digrin re têkiliyê datînin û behsa însiyatîfê û armanca wê dikin. Însiyatîf der barê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de perwerde dide civakê. Raporan der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de amade dikin, lêkolîn li ser îşkenceyên li Îmraliyê, komplo, tecrîd û cezayê dîsîplînê dikin û îsbat dikin. Dosyayên li ser Rêbertî bi zimanê Îngilîzî û Erebî amade dikin û ji rêxistinên hiqûqî û navdewletî re dişînin. Çalakiyan di medyaya dîjîtal de li dar dixin ji bo fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin nasîn. Gelek kongre, konferans, komcivînan di asta Sûriye û cîhanî de li dar dixin.  

Têkildarî Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, endamên însiyatîfê nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

‘Bi armanca azadiya fizîkî ya Rêber Apo însiyatîf hat avakirin’

Endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, Necah Gula armanca avakirina Însiyatîfê wiha nirxand: “Însiyatîf di 2019’an de hat avakirin. Em jî tevli vê xebatê bûne. Her kes dizane em îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo hatine vê rojê lewre îro ev însiyatîf hatiye avakirin da ku em azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Însiyatîf di asta Sûriyeyê de hatiye avakirin û ji bo Rêbertî gelek kar û xebatan dide meşandin. Di însiyatîfê de gelek pêkhate mîna Kurd, Ereb û Suryan cihê xwe digrin. Ji bo fikir û felsefeya Rêber Apo di Rojhilata Navîn de mayinde nebin, komployek navneteweyî hat çêkirin û Rêber Apo hat dîlgirtin. Armanca komployê dîlgirtina Rêber Apo, perçekirin û tunekirina Kurd û Kurdistanê bû. Ev însiyatîf ji bo ku em Rêber Apo bi fizîkî azad bikin hat avakirin. Di însiyatîfê de gelek kesên ku azadiya fizîkî ya Rêbertî dixwazin cihê xwe digrin. Gelek kar û xebatên girîng ji bo Rêbertî hatin kirin. Însiyatîfê projeyên gelek berfireh amade kir û gelek çalakiyên rengîn ji bo Rêbertî li dar xist.”

‘Roj bi roj karê însiyatîfê mezintir û berfirehtir dibe’

Necah Gula destnîşan kir ku ew di asta cîhanî de kar û xebatê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didin meşandin û got: “Di heman demê de di vê însiyatîfê de kesên hiqûqnas jî hene ku gelek ked û karên pîroz didin meşandin. Endamên însiyatîfê pir in û hemû erkdar in, erka wan çi be bi erkên xwe radibin. Însiyatîf her kesê hembêz dike, ji ber armanca înstiyatîfê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Kombûna însiyatîfê rewşa Rêbertî nîqaş dike û dixwaze bi nîqaş û karên cudatir armanca xwe ya azadiyê pêk bîne. Însiyatîf bi tensiqek mezin kar dike û roj bi roj karê me berfireh dibe. Têkoşîna ku Rêber Apo li Îmraliyê dimeşîne, pir girîng e, ji ber zindanê kir dibistan û îro em hemû ji pirtûkên wî rastiyan hîn dibin. Rêber Apo me perwerde kir û îro jî weke gelê wî em gelek kar di aliyê siyasî, hiqûqî, jiyanî, civakî çandî, dîplomasî û leşkerî de didin meşandin.”

‘Bê Serok jiyan nabe’

Necah Gulo herî dawî bang li gel û jinan kir ku di asta herî bilind de kar û xebatên xwe ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin û wiha bi dawî kir: “Banga me ji tevahî mirovahî re ew e ku yekitiya bijîjkan û yekitiya parêzeran çêbibe da ku em bikaribin zextê li dewletan bikin da ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bibe. Tevahî gel bi pêşengiya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê re çalakiyên xwe berfirehtir bikin. Jin û dayik çi ji destên wan hebe bikin û dakevin kolanan. Heta em li ser piyan bin em ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têbikoşin. Heta Rêbertî azad nebe dibêje em rehet nebin. Erka ku dikeve ser milên me em pêk bînin. Hemû endamên însiyatîfê em hemû bibin endam û karê xwe di asta herî bilind de bimeşînin. Ez herî dawî dibêjim bê Rêber Apo jiyan nabe, berxwedan jiyane û jin jiyan azadî.”

‘Gelek çalakiyên rengîn hatine lidarxistin’

Endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, Gulistan Brahîm Hîbo kar û xebatên Însiyatîfê di nava salan de kirine wiha anî ziman: “Me pêngava cîhanî ragihand ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Di pêngava azadiya fizîkî ya Rêber Apo de gelek çalakî hatin lidarxistin. Di nava çalakiyan de me dikaribû gelek name ji meclisên Ewropî û Erebî re bişînin. Di Heman demê de ji bo Rêber Apo konferansek li Başûrê Efrîqa hat lidarxistin. Jixwe çalakiyên me bi dirûşma “Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re” hatin organîzekirin. Em wek însiyatîf bûn pêşengên gelek çalakiyan. Di heman wextê de gelek konferansên siyasî, hiqûqî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin. Dema erdhej li Gemlîkê çêbû, nameyek ji Mafên Mirovan a Cîhanî re ji bo ku em agahî ji Rêber Apo bigrin hat şandin. Bi gelek şexsiyetên girîng, siyasetmedar û hiqûqnas ên cîhanî re hevdîtin pêk hatine. Pêngava me bi 74 welatan dest pê kir û roj bi roj mezin û berfireh bû.”

‘Nêzî 3 milyon îmze ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatin komkirin’

Gulîstan Brahîm Hîbo berfirehiya çalekiyên ku lidarxsitine wiha parve dike: “Pêngava îmze ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dest pê kir û bêtirî 3 milyon îmze me kom kir û me ji rêxistinên mirovî, CPT û gelek rêxistinên din re şandin. Me bi van çalakiyan xwest zextê li dewletan bikin da ku em bigihîjin azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Me gelek name ji rêxistinên hiqûqî, cîhanî û dewletên Erebî re şand. Hemû cîhan dizane fikir û felsefeya Rêber Apo fikreke cîhanî û neteweyî ye. Rêber Apo hemû mirovahî û pêhateyan hembêz dike. Di heman demê de pêngava xwendina pirtûkên Rêbertî ji aliyê civakê ve dest pê kir ku civak bizanibe fikir û felsefeya Rêbertî çi ye. Me serdana 33 partiyên siyasî yên Kurd, Ereb û Aşûrî kir. Di heman wextê de serdana şêxên eşîr, Tirkmen û Ereb hatin kirin. Bi 147 civîn ji eşîrên Ereban re hatiye çêkirin. Xebatên di aliyê siyasî, civakî û dîplomasî de hatine kirin. Semîner tên dayîn. Xebat di asta Rojhilata Navîn de tên kirin.”

‘Azadî ji Rêber Apo re çareserî ji pirsgirêka Kurd re’

Gulistan Brahîm Hîbo herî dawî kar û xebatên dema pêş bikin wiha anî ziman: “Em ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tu car ranawestin. Weke Însiyatîf em heta bigihîjin armanca xwe ya “Azadî ji Rêber Apo, çareserî ji pirsgirêka Kurd re” em nasekinin. Di nava van rojan de jî me semînerek der barê heqîqeta Rêber Apo li dar xist. Em niha name jî ji saziyên mafên mirovan ên cîhanî û hiqûqî re dişînin. Niha me pêngavek din daye destpêkirin ku komkirina îmzeyên hiqûqî, piştî em kom bikin em ê rêkin wezareta edlî ya Tirkiyeyê re. Em semîner û pirtûkên Rêbertî rojane dixwînin. Gelek konferans ji bo Rêbertî wê di dema pêş de werin lidarxistin. Heta em negihîjin armanca xwe, em nasekinin û em ê her çalakiyên xwe li dar bixin. Em ê zextê li dewleta Tirk bikin, heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”