Îmzeyên ji bo Pexşan û Şerîfe hat komkirin ji 14 rêxistinan re hatin şandin

YRJ îmzeyên ku li dijî cezayên darvekirinê yê li ser Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî di kampanyaya “Na ji darvekirinê de” de kom kiribûn, ji 14 rêxistinan re şand.

Navenda Nûçeyan – Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) 12`ê Tebaxê (2024) li hemberî biryarên darvekirinê ku dadgehên Îranê derbarê rojnamevan û çalakvanên jin Şerîfa Muhemedî û Pexşan Ezîzî de dabûn, kampanyaya "Na ji darvekirinê re" dabû destpêkirin û 36 hezar û 398 îmze hatibûn komkirin. 

Îmzeyên hatin komkirin ji Komîteya Parastina Rojnamevanan, Yekitiya Rojnamevanan a Navneteweyî, Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, Ajansa Reuters, Sendîkaya Rojnamevanên Umanê, Sendîkaya Rojnamevanên Somalê, Sendîkaya Rojnamevanên Urdunê, Sendîkaya Rojnamevanên Lubnanê, Sendîkaya Rojnamevanên Misrê, Sendîkaya Rojnamevanan a Başûrê Kurdistanê, Navenda Mîtro ya li Başûrê Kurdistanê, Rêxistina MidPoint, Yekitiya Rojnamevaniya Erebî ya Navneteweyî, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Navnetewî û ji gelek hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan e hatine şandin.

Rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvan, endamên saziyên sivîl, jinan, saziyên hiqûqî yên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çar parçeyên Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn ên wekî Lubnan, Misir, Mexirb, Tunis û welatiyên Ewropayê bi îmzeyên xwe piştgiriyê dabûn kampanyayê.