Îlham Mutlî: Em daxwaza naskirina komkujiya Sêfo dikin
Di rêziknameya Suryaniyan de hat xwestin ku têkoşîna jinên Suryanî Aşûrî Keldanî bê naskirin.
ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis - Şandeya Suryanî di 3'yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê de rêziknameya xwe pêşkêş kir û tê de teqezî li ser pêwîstiya naskirina komkujiya Sêfo kir.
Seroka Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Îlham Mutlî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku şandeya Suryanî bi gelek daxwazên ku gelê Suryanî Aşûrî Kildanî yên li Sûriye, Îran, Iraq û hwd. eleqedar dikin, hatiye û wiha got: “Me daxwaz kir ku komkujiya Sêfo ya di sala 1915’an de pêk hat ya ku tê de gelek jin hatin tecawizkirin û zikê wan hat qelaştin ji bo ku zayenda fetusê bizanibin û li ber çavên zarokên xwe hatin şewitandin, bê naskirin.”
Îlham Mutlî diyar kir ku di rêziknameya wan de bangewaziyek jî heye ji bo piştgiriya Yekitiya Jinên Suryan ji bo berdewamiya karê xwe di xizmetkirina pirsgirêkên jinan de.
Îlham Mutlî teqez kir ku konferans derfetek e ji bo pevguhertina ezmûnên jinan ji hemû welatên cîhanê re, ji bo gihandina nêrînan û xebata di çarçoveya planên hevpar ên navneteweyî de ji bo rûbirûbûna zehmetiyên ku rê li ber pêşketina wan digirin.