‘Êzidî heta dawî li pişt partiya xwe ne’

TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo piştgirîdayîna PADÊ li navenda Şengalê ji bo sê rojan çalakiya konvedanê dabû destpêkirin. Çalakiya konvedanê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Jinên tevli çalakiyê bûn diyar kirin ku heta dawiyê ew ê piştgirî bidin PADÊ

Şengal-Encûmena Dadweriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê di 6’ê Tebaxê de biryara girtina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidîyan (PADÊ), Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê da. Li dijî vê biryarê nerazîbûnên gel didome.

Di vê çarçoveyê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê di 30’ê Tebaxê de ji bo şermezarkirina biryara girtina PADÊ li navenda Şengalê çalakiya konvedanê da destpêkirin. Çalakiya konvedanê ku 3 rojan dewam kir, bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de li ser navê TAJÊ endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo axivî.

‘Hikûmet dewsa partiya me digire êrîşan bide rawestandin’

Şemê Remo di destpêka axaftina xwe de spasî ji bo kesên ku beşdarî çalakiya konvedana piştgiriya PADÊ bûn, kir  û diyar kir ku PADÊ bi xwîna şehîdên wan hatiye avakirin û wiha got: “PADÊ li Iraqê fermî bû lê bi daxwaza dijmin hikûmeta Iraqê fermiyeta PADÊ da sekinandin. Lê tu kes nikare deriyê PADÊ bigire û dê civaka Êzidî heta dawiyê piştgiriya PADÊ bike. Em girtina PADÊ qebûl nakin û dev ji keda ku me ber PADÊ daye, bernadin. Yê ku PADÊ da avakirin şehîdên me bûn. Bila herkes bizanibe em tu carî gav paşde navêjin. Û em destûrê nadin ku PADÊ were girtin. Her wiha em daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku biryara xwe paşde bigire û dewsa partiya me digire êrîşên li ser me bide rawestandin.”

Banga xwedîderketinê

Têkildarî çalakiya konvedan û girtina biryara PADÊ endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Helîqî axivî.

Şemê Helîqî anî ziman ku ev sê roj in ji bo piştgirîdayina PADÊ konvedane û ev nirxandin kir: “Em qebûl nakin ku PADÊ were girtin. Em weke dayikên Şengalê piştgiriyê didin PADÊ. Partiya me bi xwîna şehîdan hatiye avakirin û em tu carî dest jê bernadin.”

Her wiha endama Koordînasyona TAJÊ bang li her kesên kir ku xwedî li PADÊ derkevin û piştgiriyê bidin.

‘PADÊ bi xwîna şehîdan hat avakirin’

Di heman mijarê de endama Meclisa Xweser a Sinûnê Sêvê Xwedêda jî ev tişt anî ziman: “Me ji bo piştgirîdayîna PADÊ çalakiya konvedanê ji bo 3 rojan da destpêkirin. Em wek tevgera jin çi bikeve ser milê me em ê bikin. PADÊ ku bi xwîna şehîdan hatibû avakirin, xwe li her derê Iraq û herêma Kurdistanê xwe birêxistin kiribû. Dubare em dibêjin ji bo PADÊ çi bikeve ser milê me em ê  bikin.”