‘Êrîşên li ser Dêrazorê aramî û ewlehiya herêmê dikin hedef’

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Leyla Qehreman teqez kir ku êrîşên li ser bajarokên rojhilatê kantona Dêrazorê ewlehî û aramiya herêmê dikin hedef û anî ziman ku diyalogên navxweyî riya yekane ya bidawîkirina şer û aloziyên li herêmê ye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Çekdarên Dîfa Watanî û hêzên hikumeta Şamê êrişî bajar û bajarokên rojhilatê kantona Dêrazorê kiribûn û di encamê de sivîl hatin hedefegirtin, gelek kes jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Têkildarî mijarê hevseroka Meclisa Sûreyeya Deomkratîk Leyla Qehreman ji ajansa me re axivî.

‘Êriş senaryoya derxistina fitneyan dubare dikin’

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Leyla Qehreman da zanîn ku bi êrîşan armanc ew e ku senaryoya derxistina fitneyan were dubarekirin di navbera pêkhateyên herêmê de û wha anî ziman: “Ev êrîş dubarekirina senaryoya salên derbasbûyî ye ku armanca wê derxistina fitne û tevliheviyan bû di navbera pêkhateyên herêmê de. Di heman demê de dixwazin ewlehî û destkeftiyên gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkhateyên wê yên ku 13 sal in bi hev re têkoşînê didin meşandin têk bibin.”

‘Hikûmeta Sûriyeyê dixwaze Sûriye vegere beriya 2011’an’

Leyla Qehreman bal kişand ser peyama rejîma Sûriyeyê û got: “Rêjîma Sûriyeyê bi van êrîşan peyama xwe dide û diyar dike ku dixwaze Sûriye bikeve rewşa beriya 2011’an. Bersiva me jî ew e ku ne mimkûn e careke din gelê Sûriyeyê zilim, zordarî û bindestiyê li ser xwe qebûl bike. 13 sal in şer, berxwedan, koçberî û dagirkerî didome lewma ev yek nayê qebûlkirin û gel hevgirtina xwe bi hêzên QSD’ê re nîşan dane û piştgirî didin wê. Gel bi piştgiriya xwe ya ji bo QSD’ê re teqez dike ku QSD hêza çareserî û parastina civakê ye. “

‘Çareseriya krîza Sûriyeyê ne li Enqere Astana û Cenevê ye’

Leyla Qehreman diyar kir ku gel ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê riya leşkerî napejirîne û wiha domand: “Em weke Meclisa Sûriyeya Demokratîk bang li rejîma Sûriyeyê dikin ku dest ji siyasetên fitne û fesadiyê berde. Gel gihîştiye wê baweriyê û siyasetên ku li ser dihat meşandin êdî eşkere bûne, qebûl nake. Em qebûl nakin herêma Sûriyeyê bidin ber şerekî din û zirarên mezintir çêbibin. Armanca me çareseriya siyasî ye li Sûriyeyê. Dem hatiye û çareserî xwe ferz dike lewma pêwistî bi hevgirtin û yekitiya partiyên siyasî heye. Ji bo wê jî gere em pirsgirêkên heyî deynin aliyekî û hevgirtin û yekitiya xaka Sûriyeyê nîqaş bikin û biparêzin.”

Leyla Qehreman di dawiya axaftina xwede teqez kir ku çareserî di destên gelê Sûriyeyê de ye û li ser axa Sûriyeyê pêkan e e li Enqere, Astana û Cenevê ye.