Êrişên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin

Şêniyên bajarê Qamişlo û bajarokê Çelebiye yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşeke girseyî şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan- Êrişên dewleta Tirk ji 23’ê Cotmehê ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan.

Qamişlo

Li dijî êrîşên dewleta Tirk şêniyên bajarê Qamişloyê bi pêşengiya Însiyatîfa Gel, meşiyan. Meşê bi dirûşma "Bi ruhê şerê gelê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin" û tevlîbûna bi hezaran kes û saziyên Rêveberiya Xweser û razî û rêxistina jinan û Meclisa Malbatên Şehîdan ji çerxeriya Sonî dest pêkir û heta  Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê berdewam kir.

Piştî deqeyek rêzgirtinê hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Remziya Mihemed êrişên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: “Dewleta Tirk behsa aştiyê dike lê êrîşî gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Jiyana herêmê bi giştî dide sekinandin, binesaziya herêmê talan û wêran dike. Em 13 sal in sekna xwe berdewam dikin û em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin. Dagirkirina Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê, Ezaz, Bab û Cerablûsê bes nîn e niha dewleta Tirk dixwaze herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî dagir bike. Van êrîşên ku pêk tîne êrîşên nemerdane ne. Em gelê berxwedêr in, gerîlayên me çawa li serê çiyayên azad di bin şert û mercên giran de li ber xwe didin, em ê jî heta serkeftin û azadiya Rêberê xwe bi dest bixin li ber xwe bidin.”

Meşê bi dirûşma ‘Na ji dagirkeriyê re’ bi dawî bû.

Kobanê: Yekane çareserî li Îmraliyê ye

Bi pêşengiya Kongra Star û Hêzên Parastina Civakê (HPC) gelê bajarokê Çelebiyê yê girêdayî bajarê Kobanê yê kantona Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşeke girseyî li dar xistin.

Di meşê de endam û rêvberên saziyên civaka sivîl, xwendekar, Kongra Star û Hêza Parastina Civakê (HPC) amade bûn. Meşvanan alên Kongra Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa ‘Heta tecrîd hebe wê têkoşîna me berdewam be’ hilgirtin.

Meşê ji pêşiya navenda Meclisa Çelebiyê dest pê kir û heta ber navenda Kongra Star domiya.

Rêvebera Hêza Parastina Civakê (HPC) Zelal Elî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk çavkaniyên jiyanê li herêmê dike hedef û wiha got: “Bi armanca astengkirina jiyana welatiyan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gund bi gund bajar bi bajar li her deverê binesaziyên herêmê tên hedefgirtin. Dewleta Tirk behsa êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê dike lê tişta ku îro dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike xirabtir e. Dewleta Tirk behsa çareserî û demokrasiyê dike, tekane riya çareserî û demokrasiyê li Îmraliyê ye. Li dijî êrîşên dagirkerî û pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê em ê her dem li qadan bin û helwesta xwe nîşan bidin.”

‘Em ê heta dawiyê ji bo welatê xwe li ber xwe bidin’

Revebera şaredariya bajarokê Çelebiyê Selwa Hec Mehmud helwesta xwe ya li dijî êrişên dewleta Tirk wiha anî ziman: “Meşa me ya îro li dijî erişên dewleta Tirk a dagirker e. Em erîşên li ser herêmen xwe şemazar dikin û dibejin ku em ê tu carî erd û welatê xwe neterîkînin. Heta nefesa xwe ya dawî em ê ji bo welatê xwe li ber xwe bidin.

Meş bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava’ bi dawî bû.