Êrîşên li dijî Îranê zêde dibin
Êrîşên DYE û Îsraîlê li dijî Îranê didomin, ji Tahranê windahiyên asta jor hatin ragihandin. Pevçûn belavî kendavê bûn, li Erebistana Sûdî, Yekîneyên Emîrtiyên Ereb û Pakistanê rageşiyên nû hatin jiyîn.
Navenda Nûçeyan – Êrîşên DYE û Îsraîlê li dijî Îranê bênavber didomin. Hat ragihandin ku di êrîşên li dîjî Tehran û herêmên cuda yên Îranê de rayedarên asta jor jiyana xwe ji dest dane. Pevçûn belavî Kendavê û welatên cîran jî bû, li Erebistana Siûdî, Yekîneyên Emîrtiyên Ereb û Pakistanê rageşiyên nû û windahî hatin jiyîn. Rêveberiya Îranê gefa bersivdayînê xwar, çavên navneteweyî li krîza li herêmê zêde dibe ye.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya vê sibehê saet 09:15’an de vê ragihand: “Hedefên aydî rejîma terorê li Îranê, di dilê Tahranê de pêleke nû ya êrîşê destpê kirine.” Îsraîlê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de hêzên hewayî “Bi armanca xurtkirina serweriya hewayê û riya diçe Tahranê vekin, êrîşên berfireh kirine.”
Kesên payebilind jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonan de rêberê olî Elî Xamineyî jiyana xwe ji dest daye. Rêveberiya Tehranê 40 roj şîn û 7 roj betlane îlan kir. Îsraîlê, ragihand ku şêwirmendê Xamineyî Elî Şemhanî û Fermandarê Muhafizên Şoreşê Muhammed Pakpur jî di nav de 7 rayedarên payabilind hatine kuştin. Her wiha medyaya Îranê ragihand ku di êrîşên DYE-Îsraîlê de şefê îstîxbarata neteweyî ya teşkîlata polîsên Îranê general Gulamreza Rezaiyan jiyana xwe ji dest daye.
Êrîşên Îranê
Li aliyê din, êrîşên Îranê yên bersivdayînê, belavî herêmên kendavê bûn. Li gorî ajansa fermî ya Ummanê, tankera petrolê ya ya bi navê SKYLIGHT bi ala Palau, li peravên Hesab a Ummanê hat hedefgirtin. Hat ragihandin ku 20 personel hatine tehliyekirin, 4 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku li Dubaiyê, parçeyên amûrên bê mirov ku ji aliyê pergala parastina hewayî ve hatine xistin li qadên bicihbûnê ketine.
Li Riyadê teqîn û gef
Hat diyarkirin ku li Rojhilatê paytexta Erebistana Siûdî, Riyad dengê teqînên mezin hatiye. Şahidên bûyerê piştrast kirin ku dengê çend teqînên mezin bihîstine û piştî teqînan li asîman dûman hatiye dîtin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, kuştina Xamineyî wek ‘li dijî Mislimanan û bi taybetî dijî Şîayan îlana şer’ bi nav kir, got ku tolhildana Xamineyê ji bo Îranê ‘erkek maf û rewa ye.’ Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî piştî êrîşên li dijî Komara Îslamê ragihand ku wê êrîşên ku heta niha nehatine dîtin li dijî DYE û Îsraîlê pêk bînin.
Li Pakistanê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Pevçûn belavî derveyî herêmê bûn. Li bajarê Karaçî yê Pakistanê, di xwepêşandanên alîgirên Îranê li ber Konsolosxaneya DYE’yê li dar xistin de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 kes birîndar bûn.