‘Êrişên ku pêk tên îsrar û berxwedana me mezintir dikin’

Rojnamevanên jin ên Reqayê êrîşên dewleta Tirk a li dijî rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şermezar kirin û gotin ku ew ê li ser xeta wan bimeşin û nehêlin dengê rastiyê were birîn.

SÎBÎLYA EL ÎBRAHÎM

Reqa - Dewleta Tirk di 23’ê Tebaxê de wesayîda du rojnamevanên jin li Seyidsadiqa girêdayî bajarê Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê bi balafireke bêmirov kir hedef. Di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin. Herdu rojnamevanan bi tîmeke ragihandinê girêdayî kompanyaya Çetir re kar dikirin. Nerîzîbûnên ji bo êrîşa li dijî rojnamevanan her diçe zêde dibin.

Rojnamevanên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn de ji ajansa me re axivîn.

‘Dewleta Tirk bi hedefgirtina rojnamevanan hewl dide kiryarên xwe veşêre’

Rojnamevana kenala Jin Tv Buşra Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de hêrsa xwe ya li dijî êrîşên dewleta Tirk anî ziman û got: "Ev ne cara yekem e rojnamevanên jin dibin hedef. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze kiryar û binpêkirinên xwe yên din bi van hedefgirtinan veşêre. Eger em behsa êrişên li dijî rojnamevan, çalakvan û mafnasan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin dê lîste pir dirêj bibe. Ragihandin di rewşên şer û nakokiyan de xwedî peyman û zagonên navdewletî yên taybet e lê belê dewleta Tirk a dagirker van hemûyan binpê dike û rojnamevan çalakvan û heta binesaziya herêmê dike hedef. Sala par me dît çawa ekîba Jin Tv li bajarê Amûdê kir hedef. Bi riya van binpêkirinan dixwaze îradeya rojnamevanên jin bişkîne."

‘Jin Jiyan Azadî bû sembola jinên azadîxwaz’

Buşra Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de şoreşa Jin Jiyan Azadî bi bîr xist û diyar kir ku şoreşa Jin Jiyan Azadî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li dijî kirinên hêzên rejîma Îranê serîrakirinek bû û wiha gotinên xwe domand: “Rejîma Îranê dixwest bi riya vê yekê peyamê bide û bibêje jin nikarin serî hildin lê belê berovajî vê yekê çêbû. Qetilkirina Jîna Emînî çirûska şoreşa Jin Jiyan Azadî vêxist û bû sembola jinên azadîxwaz. Ji bo îradeya jinan li Îranê bê şikandin rejîma Îranê di demên dawî de biryara darvekirinê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û çalakvan Şerîfe Muhemedî birî. Ev yek binpêkirina mafên mirovan e. Pêngava ku Yekitiya Ragihandina Jin YRJ’ê daye destpêkirin dengekî taybet veda û weke peyemek ji hêzên Îranê re bû ku jin li ku derê bin hevgirtî ne. Li Tirkiyeyê di girtîgehan de gelek jinên rojnamevan siyasetmedar çalakvanên hiqûqê hene. Li Îranê jî desthilatdarî hewl dide binpêkirinên xwe yên li dijî jinan veşêre.

Kiryar û biryarên li dijî rojnamevanan îsrara jinan bi hêztir dike

Endama Yekitiya Ragihandina Jin Nede Mihemed di destpêka axaftina xwe de got ku ji ber rojnamevanên jin her dem rastiyê derdixin holê ji aliyê dewleta Tirk ve dibin hedef û wiha pê de çû: “Ev ne cara yekem e rojnamevanên jin dibin hedef. Gelek kiryar û binpêkirinên mîna van çêbûne. Jinên ku daxwaza keşifkirina heqîqetê dikin û rêveberên şoreşa jinan û berxwedêrên jin bi awayekî hovane tên hedefgirtin. Me dît çawa desthilatdariya Îranê hukmê darvekirinê li dijî rojnamevan Pexşan Ezîzî û çalakvan Şerîfe Muhemedî birî. Bi riya van biryaran dixwaze îrade û îsrara jinan têk bibe lê belê vê biryar îsrara me zêdetir kir. Me dest bi pêngava îmzeyan kir ji bo rawestandina darvekirinê."

‘Em ê li ser xeta wan bimeşin’

Nede Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: "Êrîşa li dijî rojnamevan Gulistan Tara û Hîro Behadîn di salvegera yekem a êrişa li dijî ekîba Jin Tv sala par li Amûdê pêk hat de çêbû. Her wiha di demeke wisa de pêk hat ku YRJ’ê dest bi pêngava komkirina îmzeyan kir. Ev yek îsbat dike ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze îradeya rojnamevanan bişkîne. Weke ragihandina jinan em teqez dikin ku ev binpêkirin dê îradeya me neşkînin û em ê her dem li pêş bin ji bo dengê rastiyê derxin û kiryaran teşhîr bikin. Em êrîşa li dijî rojnamevan Gulistan Tara û Hîro Behadîn şermezar dikin, em ê li ser xeta wan bimeşin û tişta dixwestin bikin, em ê bidomînin û ji tevahî cîhanê re ragihînin."