Êrişên Îsrailê yê li ser Zîvala Xeza di roja 302’an de ye

Wezareta tendirûstiyê ya li Xeza ragihand ku hejmara kesên di êrişên Îsrail ku ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane giha 39 hezar û 550 kesan, hejmara birîndaran jî bû 91 hezar û 280.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsrail li ser Zîvala Xeza ji 7’ê cotmehê ve bê navber berdewam dike.

Hate diyarkirin ku di êrişên artêşa Îsrail li herêmên cûda yên Zivala Xeza de jin û zarok di navde 9 Filistiniyan jiyana xwe ji dest dane. Li bajarê Refah ya li başûrê Zîvala Xeza di êrişa hewayî ya li dijî mala malbata Ebu Hasene ya Filistinî pêkhatî de jin û zarok di nav de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gora gotinên şahidan di êrişan de avahî bi tememî hilweşiya hê mirovên ku dibin kavildan de li benda rizgarkirinê hene.

Yekîneya parastina Sivîl ya Filistîn di daxuyaniya li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal de parvekirî, da zanîn ku balefirên şer ên Îsrail mala Dayê ya Filsitinî li nêzî mizgefta Safa ya li kampa koçberan ya Bureyc ku li beşa navend ya Zîvala Xeza de cih digre kir hedef. Di êrişê de zarok û dayîka li malê jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Di heman demê de artêşa Îsrail bi topan û balefirên bê mirov êrîşî bajarê Deyr El Belah ku li beşa navend ya Zivala Xeza û rojhilatê kampa koçberan a Bureyc kir. Agahiya ku artêşa Îsrail li taxa Tek El Heva ya li bajarê Xeza li bakûrê Zîvala Xeza ku bi erebeyên leşkeri herêmên başûr û rojhilatê bajar bi çekên otomatik bi dijwarî êriş pêkhatiye tên. Li gora agahiyên ku ji rayedarên nexweşxaneya Baptist ya El Ehli  ya li bajarê Xeza, balefirên keşfê yên Îsrail li taxa Zeytun ya bajar komek filistînî kir hedef. piştî êrişan cenaze û birîndar anîn nexweşxaneyê. 

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 39 hezar û 550

Wezareta Tendirûstiyê li Xeza di daxuyaniya dayî de derbarê êrişên Îsrail li ser Zîvala Xeza ku ev 302 roje dom dike de agahî parve kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Îsrail di nava 24 saetan de di êrişên cûda li Xeza pêkanî de sê komkujî pêkanî, di êrişan de 31 Filsitiniyên din jî jiyana xwe ji dest dan, 62 filistinî jî birîndar bûn. 

Hejmara kesên di êrişên Îsrail ji dîroka 7’ê cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xeza de jiyana xwe ji dest dane giha 39 hezar û 550 kesan, hejmara birîndaran jî giha 91 hezar û 280 kesan. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hê di bin xirbeyan de û li kêleka riyan cenaze hene, lê belê ji ber astengiyên hêzên Îsrail tîmên tendirûstiyê û erkdarên parastina sivîl nikarin xwebigihînin cenazeyan.