Êrişên Îsrailê yê li ser Xezayê didome

Di Îsrailê yê êrişên tevahiya şevê li ser herêmên cûda yên Xezayê berdewam kirin de herî kêm 11 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Xezayê berdewam dike. Di êrişên artêşa Îsrailê yê tevahiya şevê li ser herêmên cûda yên Xezayê berdewam kir de herî kêm 11 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Li gora ajansa Nûçeyan ya Filistin WAFA; balafirên şer yên Îsrailê, êrişî konê Filistiniyên ji bajarokê Ez Zavayide ya beşa navenda Xezayê ji cihên xwe bûne kir. Di êrişan de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek zêde kes birîndar bûn. Cardin hate zanîn ku di êrişa li ser malek li taxa Şeyh Ridvan ya girêdayî Xezayê de kesek jiyana xwe ji dest daye û birîndar hene.

Gule li konê Filistiniyên ji cihê xwe bûne li nêzî herêma Hamed ya li bjarê Han Yunus hate barandin, malek nêzî nexweşxaneya Ewropa hate bombebarankirin. Di van êrîşan de birîndarî çêbûn.