Êrişên Îsraîlê sala xwe tijî kir: Jin û zarok hatin hedefgirtin

Bi hezaran jin û zarokên hatin qetilkirin, pitik ji birçîna mirin, bi milyonan kesên ji cih û warên xwe bûn, destdirêjî û îşkence... Êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê û Lubnanê di salek li pey xwe hiştin.

JIYAN EKÎN

Navenda Nûçeyan – Îsraîl ji 7'ê Cotmehê ve li ser Zîvala Xezayê ji 8'ê Cotmeha 2023'an ve jî êrişên xwe li ser Lubnanê berdewam dike. Bi hezaran ton bombe tên bikaranîn û li ber çavên cîhanê komkujî pêk tên. Jin û zarokên ku ji xwe re cihê bi 'ewle' digerin, dibin hedefa bombeyan. Qetlîamên li ser zarok û jinan di televîzyon û medyaya dîjîtal de zîndî tên weşandin, komkujiya ku her roj tê jiyîn asta wê her diçe zêde dibe. Li Xezayê, Îsraîl pêwîstiyên bingehîn ên weke ava paqij, nan û derman, weke çek bi kar tîne.

Filistîniyên ku ji ber êrişan rasterast qadên wan ên jiyanê dibin hedef, di şert û mercên birçîbûnê de mafên wan tên astengkirin. Her wiha ev rewş bi bêdengiya cîhanê kûrtir dibe.

Kesên hatine qetilkirin ji sedî 60 jin û zarok in

Beriya 7'ê Cotmehê li Xezayê 2,3 ​​milyon mirov lê dijiyan, ji ber dorpêça Îsraîlê weke 'girtîgeha herî mezin a li cîhanê' dihat binavkirin. Piştî 7'ê Cotmehê qada 365 kîlometre di nav salekê de 50 hezar bombe û fuze hat avêtin. Dibistan malên kamp, nexweşxane, malê sêwiyan, mal hatin hedefgirtin. Hejmara kesên ku li Xezayê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 42 hezaran. Herî dawî bi daneyên ku hatin ragihandin hat diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane ji sedî 60 ji wan jin û zarok in. Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê diyar kir ku Îsraîlê her kêm 710 pitik qetil kirine. Hat diyarkirin ku hejmara pitikên hatine qetilkirin zêdetir e. Dane tenê kesên ku hatine nexweşxaneyê û nasnameyên wan hatine tesbîtkirin digre nax we. Tê xuyakirin ku li Xezayê di nav seetek de 2 jin, her roj 50 jin tên qetilkirin. Di bin kavilan de gelek cenazeyên ku xera bûne hene û ji ber astengiyên hêzên Îsraîlê nikarin wan derxin.

Jin di nav şert û mercên xirab de zarokan tînin

Li gorî peymanên navneteweyî divê jin di qadên şer de bi taybetî bên parastin. Divê zarok û jinên ducanî di qadên şer de bi rehetî derbas bibin lê li xezayê wisa nîn e. Dema ku êrişan dest pê kir tê diyarkirin ku hejmara jinên ducanî 50 hezar bûye. Li gorî raporan 180 jin di qada şer de di bin şert û mercên xirab de zarok anîne. Hinek ji wan jinan ji ber astengiyên Îsraîlê nikaribûn biçin nexweşxaneyan. Li navendên tendirustiyê gelek jinan bêyî anestezî sezeryan kirin. Rêjeya jiberçûna zarokan ji sedî 300 zêde bûye. Li gorî agahiyan, Îsraîlê klînîka herî mezin a zayînê ya Xezayê jî hilweşand. Di vê klînîkê de 3 hezar embriyon hatin îmhakirin.

Mirov bi dehan caran neçarî koçberiyê man

Li Xezaya ku 2 milyon mirov di nava salek de gelek caran neçar man koç bikin, jinên di bin êrişan de têkoşîna jiyanê didomînin neçar man xwe bi cih bikin û tenê eşyayên ku dikarin bi xwe re hilgirin bibin. Di riyên koçberiyê de jinên ku di stargeh û konan de bi cih bûn neçar man xwe ji her xeterê biparêzin. Jin li cihên ku mahremiyet nîn e, tuwaletên ku 700 kes bi kar tînin man. Jin û zarok neçar man li cihên ku av û paqijî nîn e bi nexweşiyên belavbûyî re têbikoşin.

Jin û zarok di zindanên Îsraîlê de ne

Jinên ku ji cîhên xwe bûne bi êrişên Îsraîlê re rû bi rû dimînin û hatin binçavkirin û girtin. Dema ku hatin binçavkirin ango girtin hatin tacîzkirin, îşkencekirin û destdirêjî li wan hat kirin. Di daneyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku di zindanên Îsraîlê de ji 7’Cotmeha 2023’an ve heya meha Tebaxê di nav de  250 zarok, 86 jin bi giştî 10 hezar Filistînî hene. 93 rojnameger dema nûçeyên êrşan didan hatin girtin. 6 ji wan rojnamegaran jin in û hê jî di girtîgehê de ne. Hinek kesên ku dema di zindanên Îsraîlê de bûn jiyana xwe ji dest dan lê nasnameya wan kesan nehatin diyarkirin her wiha cenazeyên wan teslîmî malbatên wan nehatine kirin.

Divê cîhên stargehan bên avakirin

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji sedî 74’ê konên ku Filistînî tê de dijîn nayên bikaranîn. Ev tê wê wateyê ku milyonek mirovên li Xezayê beriya zivistanê hewcedariya wan bi cihên stargehên lezgîn heye. Her wiha tê gotin ku felaketa mirovî wê girantir bibe, banga çalakiyê jî tê dubarekirin. Jinên ku di stargehan de dimînin cihê ku lê dijîn bi gotina "Em hêdî hêdî dimrin" vedibêjin.

Zarok ji birçîna dimirin

Bi koçkirinê re, ne tenê ewlehî, di heman demê de av û xwarin jî tune ye. Îsraîl ji 9’ê Cotmeha 2023’an vir ve rê nade ku cereyan, xwarin, av û sotemenî derbasî herêmê bibe. Birçîbûneke asta herî jor hat jiyîn. Wêneyên jinan ên ku ji xwarina sewalan nan çêdikin weke çareya dawî di çapemeniyê de cih girtin. Di dema gihandina alîkariyên mirovî de, gule hatin reşandin ji bo ku alîkarî were astengkirin. Bi kurtasî birçîbûna li Xezayê ji aliyê Îsraîlê ve weke çek hat bikaranîn. Zarok jî di nav de zêdeyî 40 kes ji birçîna mirin. Zêdeyî nîvê vê hejmarê zarok bûn. Rêxistinên navneteweyî êrişên li ser Xezayê weke 'şerê li dijî zarokan' pênase kirin.

Hat diyarkirin ku li Xezayê ku binesaziya wê hilweşiyaye û derbe li dibistan û nexweşxaneyan ketiye bi sedan zarok hewcedarên lênerîna tenduristiyê ne. Li Xezayê kesên bi nexweşiya felca zarokan ketibûn jî hebûn. Ji bo ku ev yek belav nebe, hewl hat dayîn ku zêdeyî 640 hezar zarok bên derzîkirin.

Şerên avê 

Hat diyarkirin ku ji meha Cotmeha 2023’an vir ve erişen Îsraile dest pe kiribûn li Xezayê ji bo her kesê di nav de vexwarin, xwarin û şûştin di nav de her roj 4,74 lître av heye. Ev tê wateya kêmbûna ji sedî 94 li gorî daneyên beriya êrişê. Îsraîl avê jî wekî çekek bi kar tîne, ev guhnedana tenduristiya giştî bûye sedem ku şewb belav bibe. Li herêmê nexweşiyên girêdayî paqijiyê bi lezgînî zêde bûne. Îsraîl di êrişên xwe de bi taybetî binesaziyê dike hedef.

Mekanîzmayên ku jinan biparêzin nîn in

Tê diyarkirin ku jinên Xezayê ji ber tunebûna zagon, dadgeh û saziyên jinan rastî her cure zextan tên. Li gorî agahiyên ku ji qadê tên, ji bi şer tu makanîzmeyek nîne ku jinan biparêze. Ev rewş dihêle ku jin zêdetir bi cudakarî û tundiya mêr re rûbirû bimînin. Jinên ku beriya şer serî li hiqûqê didan niha cihekî serî lêbidin nabînin. Jinên Filistînî diyar dikin ku her diçe şer dirêj dibe her tişt tevlihev dibe û dibêjin ku hê jî ji bo xwe cihekî parastin û mafê nedîtinê li ser vê jî bêhiquqiyên nû re rû bi rû dimînin. Jinên ku ji bo bidestxistina mafên xwe yên nefeqeyê, mîras û welayetê gelek hewl didin, ji ber şer û mafê parastinê nikarin zarokên xwe bibînin. Ev êşa jinan duqat dike.

Li Lubnanê hejmara miriyan zêde dibe

Di êrişên ku ji 8’ê Cotmeha 2023’yan vir ve li Lubnanê ji aliyê Îsraîlê ve hatin kirin de zêdetirî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Di meha dawî de ku êriş dijwartir bûn, pêlek mezin a koçberiyê li welat dest pê kir. Li welatê ku hejmara koçberan ji 77 hezarî derbas dibe, li bajarên cuda dibistan û hin herêm veguherin navendên stargehê. Hat destnîşankirin ku piraniya kesên ji ber êrişan koçber bûne, li malên xwe yên li herêmên din an jî li cem xizmên xwe, di xaniyên kirê û otêlan de bi cih bûne, bi hezaran kes jî derbasî Sûriyeyê bûne.

Jinan kampanya dan destpêkirin

Veguherîna 900 dibistanan bo navendên stargehê bû sedem ku zarok ji perwerdeyê dûr bikevin. Hat diyarkirin ku ji ber krîza aborî ya li welat hewcedariyên kesên li van stargehan dimînin nayên dabînkirin. Ev rewş jî bû sedema kampanyayên hevgirtinê bi taybetî di nav rêxistinên jinan de ava bibe. Jinan ji bo bicihanîna stargeh û pêdiviyên bingehîn ên hevwelatiyên xwe yên ji şer mexdûr bûne, kampanya li dar xistin.

Çekên qedexe tên bikaranîn

Di êrişên li dijî başûr û rojhilatê Lubnanê de gelek kes tên qetilkirin, derbe li zeviyên çandiniyê tên xistin û tê gotin ku Îsraîl fosfora spî ya qedexekirî bi kar tîne. Piştî êrişa Îsraîlê ya li welat ku zêdeyî 2 hezar û 500 cîhazên bêtel hatin teqandin, êrişên nû zêde bûn. Berfirehbûna şer roj bi roj girantir dibe.

Jin ji Xeza û Lubnanê bang li hemû cîhanê dikin û dixwazin ji bo bidawîkirina şer gav bên avêtin. Jinan dan zanîn ku 'Ji şer herî zêde jin û zarok zirarê dibînin' û gotin ku di nava salekê de bi hemû eşkerebûna xwe şerê dijwar pêk hat, jin tevî her tiştî ji bo azadiya xwe bi hev re têdikoşin.