Êrîşa li ser Zanîngeha Tehranê: Zêdeyî 20 binçavkirin
Li Îranê piştî kuştina Jîna Mahsa Emînî xwepêşandanên ku li Îranê dest pê kiribûn didomin, hêzên rejîmê êrîşî Zanîngeha Tehranê kirin. Di mudaxaleyê de zêdeyî 20 xwendekar hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan – Xwendekarên Zanîngeha Tehranê jî bi awayekî çalak beşdarî serhildanên piştî kuştina Jîna Mehsa Emînî di 16’ê Îlonê de destpê kir bûn, boykot organîze kirin û gelek caran kiryarên rejîmê li zanîngehan protesto kirin. Binçavkirin û zordariya rejîmê ya li ser xwendekarên ku gelek caran li dijî çewisandina darê zorê li ber xwe didin, dewam dikin.
Xwendekar bi îşkenceyê hatin binçavkirin
Xwendekarên Zanîngeha Tehranê jî duh li dijî êrîşan nerazîbûn nîşan dan. Hêzên rejîma Îranê êrîşî xwendekaran kirin û dirûşmên “Bimre dîktator”, “Bila girtiyên siyasî serbest bên berdan”, “Jin, jiyan azadî”, “Bimre Îranê ji Kurdistan heta Tehran” berz kirin. Hêzên rejîmê ku deriyên hemû zanîngehê girtin, piştre dest bi operasyona binçavkirinê kirin. Di nav agahiyên ku hatin bidestxistin de hejmara xwendekarên di bin îşkenceyê de hatin binçavkirin 20 derbas kir.