Çima pêwîstiya rojnamevanan bi Peymana 190’an a ILO’yê heye?

Ji Komîsyona Jin û LGBTÎ+ ya TGS’ê ya ku di 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Karker de ji bo qebûlkirina Peymana Hejmara 190’an a ILO’yê ya ji bo dawî li tundiya li ser jinan û rojnamegerên LGBTÎ+ yên li kargehên çapemeniyê bê anîn kampanyaya îmzayê dan destpêkirin, Gulfem Karataş çima pêwîstî bi peymanê heye, ji ajansa me vegot.

ELÎF AKGUL
Stenbol- Komîsyona Jin û LGBTI+ ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê, di daxuyaniya ku 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Karker de kir, bang ji bo naskirina Peymana Hejmara 190’an a ILO’yê ya ku di 21’ê Hezîrana 2019’an de ji aliyê Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ve ji bo bidawîkirina tundiya di jiyana kar de ket meriyetê, kir.
Ev peyman çima ji bo jinan û xebatkarên LGBTI+ girîng e? Endama Komîsyonê Gulfem Karataş a girîngiya Peymana Hejmara 190’an a ILO’yê ji ajansa me re nirxand û got: "Em wisa difikirin ku di sektora mirovên xwendî û nivîsandî tê de cih digirin tundî nabe û hawirdoreke wekhevîxwaz heye. Lê newisa ye, hinceta tundiyê nîn e û yê bi perwerdeyê yan jî bê perwerdeyê ya wê nîn e wiha axivî: “Di vê çerxa tundiyê de jin û rojnamegerên LGBTI+ hewl didin pîşeya xwe ya rojnamegeriyê bikin."
Peymana ILO ya di sala 2019’an de û hejmara 190 a li ser tundî û tacîzê çi ye?
Li gorî daxuyaniya li ser malpera ILO, Peymana jimare 190 ku di Konferansa Kar a Navneteweyî ya di Hezîrana 2019’an de hat qebûlkirin, belgeyeke girîng e û yekemîn standarda kedê ya navneteweyî ye ku di jiyana kar de tundî û tacîzê dest digre. Li gel biryara pêşniyara 206’ê ya hevgirî dike, peyman çarçoveyek ji bo çalakiya hevpar û derfetek bêhempa peyda dike ku pêşerojek xebatê li ser bingeha rûmet û rêzgirtinê pêk tîne. Peyman teyîd dike mafê her kesî heye ku ji jîngehek xebatê ya ji tundî û tacîzê bêpar be. Di jiyana xebatê de, şîdeta li ser bingeha zayendiya civakî ji di nav de, pênaseya navneteweyî ya yekem a şîdet û tacîzê vedihewîne. 
Peyman qebûl dike ku tundî û tacîz di jiyana kar de "dibe ku binpêkirina mafên mirovan an destdirêjiyê pêk bîne, tundî û tacîz gefek li ser firsendên wekhev in, nayê pejirandin û bi xebata mirovan re ne bilevhatiye". Di jiyana kar de“Tundî û tacîz”; ew tevger, kiryar an tehdîd ku armanc dikin, di encamê wan de an jî dibe ku bibe “sedema zirara laşî, derûnî, zayendî an aborî” tê binavkirin.
"Tirkiye ne îmzeker e"
Gulfem Karataş bi gotina: "Em weke Komîsyona Jin û LGBTÎ+ ya TGS'ê, watedar dibînin ku di 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Kedkar de kampanyayeke bi vî rengî bidin destpêkirin," destnîşan kir ku peymana ku di sala 2019’an de hatiye îmzekirin hê li çend welatan derbasdar e û Tirkiye ne di nav welatên ku îmze kirine de ye.
Gulfem Karataş got: “Me di sala 2019’an de di hevdîtinên rû bi rû yên li navendên nûçeyan de bi psîkologan re kir, dît ku tundî li kêleka me ye û di qada me ya herî bi ewle de ye. Di vê çerxa tundiyê de jin û rojnamegerên LGBTI+ hewl didin pîşeya xwe ya rojnamegeriyê bikin. Rojnamegerên jin ji aliyê hevpîşeyên xwe, rêveber, carna jî çavkaniyên nûçeyan û heta ji aliyê zabiteyan ve jî bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Rojnamegerên LGBTI+ neçar dimînin meyla xwe veşêrin, wekhevî pêk nayê.” 
"Tu kiryarê tundiyê bi perwerde yan jî bê perwerde nîn e"
Gulfem Karataş destnîşan kir sektora çapemeniyê yek ji wan sektoran e ku herî zêde pêwîstiya wê bi Peymana 190'an a ILO'yê heye. Gulfem Karataş got; "Em wisa difikirin ku di sektora ku mirovên xwendî û nivîsandî tê de cih digirin tundî nabe û hawirdoreke wekhevîxwaz heye. Lê newisa ye, hinceta tundiyê nîn e û yê bi perwerde yan jî bê perwerde nîn e, axaftinên xwe wiha berdewam kir:
“Em êdî naxwazin ji ber zayend û meyla xwe ya zayendî rastî cudakariyê bên. Em ne muameleya taybet, wekhev dixwazin. Em dixwazin mafên me diyar bin û pêk werin. Ji ber ku em dixwazin nîşan bidin ku hejmara me qet ne hindik e, me dest bi vê kampanyaya îmzeyê kir.” 
Gulfem Karataş destnîşan kir ku kampanyaya îmzeyan wê heta 8'ê Adarê bidome û diyar kir ku qonaxa din jî afirandina raya giştî ye ku li her sektorê belav bibe û ji ber vê yekê wan di daxuyaniyên xwe de bang bi taybet hikûmetê û li hemû sendîkayan kirine.
"Jin ne bi tenê ne û mafdar in"
Gulfem Karataş bi gotinên “Ger her kes di pîşeya xwe de, di qada xwe de têbikoşe, encax ev tor dê were honandin” wiha axivî: "Jin ne bi tenê ne û mafdar in. Em bi salan e li dijî tundiyê têdikoşin û hewl didin li her qadê dengê xwe bidin bihîstin. Digel ku divê mal û kargehên me cîhên me yên herî bi ewle bin, di heman demê de ew cih in ku em herî zêde rastî şîdetê li wan tên. Em ê bi hev re vê biguherînin. Bi vê boneyê em hemû jin û rojnamegerên LGBTI+ vedixwînin ku bibin îmzevanên vê kampanyayê.” 
Hûn dikarin li ser vê lînkê beşdarî kampanyaya îmzeyan bibin:
ILO 190 Sözleşmesi'ni tanıyın, çalışma yaşamında şiddet ve cinsel taciz son bulsun! (google.com)