Çeteyên Talîbanê yên êrişê zozanan kirin rastî berxwedana jinan hatin

Jinên bajarê Bamyan ê Efganistanê bi derketina zozanan debara xwe dikin. Safia Mûrad diyar kir ku rêxistina çeteyên Talîbanê Kuchiyan hewl dane berhem û ajalên wan desteser bikin lê jinên li zozanan li dijî wan derketine û ajal û berhemên xwe nedane.

BAHARÎN LEHÎB

Bamyan – Li Efganistanê, ji 2021’ê ve piştî ku Talîbanê rêveberiya welat girt destên xwe, di her alî de jin ratî zext û şîdetê tên. Bajarê Bamyan ku bajarê rêjeya jinên xwendin û nivîsandinê dizanin lê herî zêde ye, mirov li her derê rengê jinan dibîne. Li bajar jin debara xwe bi ajalvaniyê dikin. Jinên ku biharê derdikevin zozanan, piştî havîn diqede, ji bo berhemên ji şîr çêkirine bifroşin vedigerin bajarê xwe. Jinên Bamyanê diyar kirin ku komên çete yên Talîbanê hewl didin berhemên çêkirine û ajalên wan desteser bikin û diyar kirin ku wan bi berxwedanê destûr nedane vê yekê.

Em çûn serdana yek ji zozanê ku di destên jinan de ye û bi Safia Mûrad a dayika 6 zarokan re axivîn. Safia Mûrad, diyar kir ku her sal piştî berfa li çiya dihele, dar û berên çiyayan hêşîn dibin, derdikevin zozanan, ajalên xwe diçêrînin û payîzê berhemên ku çêkirine li bazaran ji bo debara xwe difroşin.

Havînê li zozanan derbas dikin

Safia Mûrad diyar kir ku bi salan e ajalvaniyê dike û wiha domand: “Mêr bi me re li heman derê namînin. Ji ber wê em jin ji bo xwe biparêzin tedbîrên xwe digrin. Odeyên xwe me çêkirine. Demsala havînê em bi yek du zarokên xwe re li vê derê darbas dikin, zarokên xwe xwedî dikin, berhemên xwe yên ji şîr çêdikin û payîzê bi berhemên xwe vedigerin malên xwe.”

Çete rastî berxwedana jinan hatin

Safia Mûrad da zanîn ku Talîban ji bo komên etnîk ji hev veqetîne, komek çeteyên bi navê Kuchiyan bi rêxistin kiriye û wê komê ji bo ku berhem û ajalên wan desteser bike, êrişê wan kiriye û got: “Koma ku êriş kir rastî berxwedana me hat. Me destûr neda ajal û berhemên me bigre. Çiqas me bi çekan tehdît kirin jî me xwe parast û destûr neda bikevin zozanê me.”

‘Tu jinek xwe paşve neda’

Safia Mûrad bi gotinên; “Li dijî Talîbanê û êrişên ku kirin, ên li ber xwe dan tenê em nebûn’ bal kişand ku berxwedana li dijî Talîbanê pêl bi pêl mezin dibe û wiha bi dawî kir: “Jinan destûr nedan bikevin tu derê. Li taxan gule bera hewayê dan xwestin wan bitirsînin lê tu jinek xwe paşve neda. Me hemûyan got ku dema çek bikevin destên me, em ê hemû sûcdaran ji welatê xwe derxin. Dibêjin mêr di warê xebat û têkoşînê de ji jinan bi hêztir in lê dema li xwe û jinên li ba xwe dinêrim vê cudahiyê nabînim.”