Çeteyên girêdayî HTŞ’ê li Dêrazorê jinek qetil kirin

Çeteyên girêdayî HTŞ’ê ya cîhadîst li gundewarê kantona Dêrazorê jinek û hevjînê wê ku rûspiyekî êla El Bû Salih (Begara) bû qetil kirin.

Navenda Nûçeyan – Çeteyên girêdayî HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam) ya cîhadîst li gundewarê kantona Dêrazorê jinek û hevjînê wê yê ji rûspiyên êla El Bû Salih (Begara), Şêx Mûsa Ezîz El Xelef qetil kirin.

Li gorî agahiyên ku şêniyên herêmê dane, Şêx Mûsa Ezîz El Xelef û hevjîna wî dema ku bi erebeyê ji bajarê Cezayê vedigeriyan gundê xwe (Ezman) ê rojavayê bajarê Bû Xeşeb ê kantona Dêrazorê hatin gulebarankirin.