Çeteyên dewleta Tirk darên zeytûnan ên gelê Efrînê birîn

Hate hînbûn ku çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî bi cih bûne darên zeytûnan ên welatiyan birîn û hate gotin ku di sala 2023’an de 4 hezar û 400 darên zeytûnan hatine birîn.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di Adara 2018’an  de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve hatiye dagirkirin, binpêkirinên mafên mirovan, guhertina demografîk, talankirina xwezayê û komkujiyan berdewam dike.

Li gorî nûçeya Efrin Post; Welatiyên ku ji Gutaya Rojhilat anîne û li gundê Tirindê yê Efrînê bi cih bûne, darên zeytûnên welatiyên bi navê Nûrî Necar û Heyder Şêx Hesen birîn.

Di berdewamiya nûçeyê de hate diyarkirin ku di 11’ê Kanûnê de welatiyên li Efrînê bi cih bûne 15 darên zeytûnê yê welatiyê bi navê Mihemed Cuma li gundê Eyn Dara birîn û di 7’ê Kanûnê de jî çeteyan 75 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Ehmed Omer birîn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji destpêka sala 2023’an û vir ve 4 hezar û 400 darên zeytûnan ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li Efrînê bi cih bûne hatine birîn.