‘Çepemeniya azad pira di navbera gel û şoreşê de ye’

Rojnamevan Hewar Mihemed a bal kişand êrişên li ser ragihandina azad diyar kir ku li gel têkoşîn bêhempa ya ku tê meşandin jî hêzên dagirker li her çar aliyên Kurdistanê êriş dibin ser rojnamevanên di çepemeniya azad de kar dikin.

BANE ROZ

Silêmanî - Rojnamevan Hewar Mihemed a derbarê êrişên li ser ragihandina azad de axivî bal kişand ku armanca van êrişan qûtkirina riya di navbera gel û heqîqetê ye. Hewar Mihemeg got ku bi taybetî jinên rojnameger ên çapemeniya azad dê bi pênûsa xwe dest ji gihandina rastiyê bernedin û ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Hewar Mihemed der barê dîroka çapemeniya azad de wiha got: “Bi damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistanê re di sala 1978’an de, çapemaniya azad jî bi şoreşê re ava bû. Ji kovara Serxwebûnê dest pê kir û piştre çend rojname û kovarên din derketin. Di sala 1995’an de MED TV ava bû ku qenalek bi her awayî xizmet ji bo Kurdistanê dikir. Weke dezgeha yekem a ragihandinê, li wê derê sazîbûyîna çapemeniya Kurd ava bû. Niha li çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welat çapemeniya azad bûye zimanê gelê Kurd. Hêzên dagirker û faşîst ji bo pêşî li vê yekê bigrin bi riya çepemeniya xwe ya desthilatdar hewl didin jinan bê rol bihêlin ji bo tunekirina ekolojî û civakê dixebite.”

‘Jin di nava çapemeniya azad de xwedî roleke berbiçav in’

Hewar Mihemed da zanîn ku çapemeniya azad ji bo dengê jinên Kurd û jinên azad bide bihîstin û nîşandana rastiya jinên Kurd dixebite û wiha got: “Li gel wê jî dîroka resen a jinên Kurd derdixe. Ji ber ku dîroka jinên Kurd ji reseniya wê derxistine û bi fikrên mêrsalarî hatine rûniştandin roleke mezin dikeve ser çapemeniyê.”

‘Jinên ku pêşengiyê dikin digihîjin armanca xwe’

Hewar Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li gel têkoşîna bêhempa ya didome, hêzên dagirker li her çar aliyên Kurdistanê êriş dibin ser rojnamevanên di çepemeniya azad de kar dikin û wiha domand: “Di nava vê xetê de jinên ku pêşengiyê dikin û digihîjin armancê hene. Mînaka vê jî şehîd Nûjiyan Erhan e, li Şengalê gelek xebitî û şehîdên din ên jin jî hene. Çend mînakên din jî hene li bakurê Kurdistanê bi dehan rojnamevanên jin li girtîgehan in û li Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman awayî ye rewşa rojanemgeran.”

‘Jinên rojnamevan bi cesaret karê xwe dikin’

Hewar Mihemed, behsa têkoşîna jinên Kurd di nava tevgera azadiya Kurd û xeta çapemeniya jinan kir û got: “Jinên azad dizanin ji bo çi têdikoşîn û li dijî kîjan pergalê ne. Dizanin ku çi metirsiyê li pêşiya wan heye û xwe li dijî her curê êrişan amade dikin. Li başûrê Kurdistanê ragihandina ku di xizmeta desthilatdariyê de kar dike, derfet ava nake ku jin cihê xwe di xebatên fikir û civakê de bigrin. Her çendî beşdarî hebe jî ne li gorî pêwîstiyê ye, li gorî fikrên mêrsalarî ye. Tê dîtin ku desthilatdar şerê taybet li hemberî rojnamevanên jin dide meşandin. Bi riya mûçe û zextan hewl dide wan ji çepemeniya azad dûr bixe lê belê jinên ku di çapemeniya azad de dixebitin, dest ji têkoşînê bernadin û têkoşîna xwe her dem berdewam dikin.”