Çend kêlî mane tîmên rizgarkirinê bigihin Rayanê ketî binê bîrê

Tîmên rizgarkirinê yên Mexribê bi demê re di pêşbirkê de ne da ku xwe bigihînin zarokê pênc salî Rayan ê ku hîn jî di binê erdê de têdikoşe ku bûye çar rojin di bîra kûr de li ber xwe dide.

 
Mexrib – Zarokê bi navê Rayan 1’ê Sibatê li Tamrourt a Chefchaouen ê ya bakurê Mexribê, dema ku dilîst ket bîreke kur ku ew bîr jî ji aliyê bavê wî ve li tenişta malê hatibû kolan. Li gel hewildanên hêzên parastinê rayedarên herêmî, servîsên ewlehiyê û hin xwebexşan jî, hîna zarok nehatiye rizgarkirin, ji ber ku biniya bîrê ji 45 santîmetre derbas nabe.  Hêzên Parastina Sivîl ji sibeha roja Çarşemê û vir ve li kêleka bîrê xebatên kolandina çalekê didomîne, ku heta niha berdewam dike. Kurahiya tunela ku hêzên parastina sivîl kolandibûn ji 30 metre derbas bûye. Medyaya Mexribê ragihand  ku 7 saet mane ku tîmên rizgarkirinê bigihîjin Rayan. Ew ji pirsgirêkên pêwendiyê û şikestina zinaran û herişandina axê ditirsin, ji ber wê bi baldarî dixebitin. 
Ji roja ku zarok ketiye bîrê ta niha hewldan bênavber didomin lê operasyona rizgarkirinê ku roja sêşema borî dest pê kir, rastî zehmetiyan tê ji ber xwezaya cihê qezayê ku parçeyên kevirî bi yên xîzê re ketine nava hev û hişk bûne di kolanê de zehmetiyê dide çêkirin. Kamerayek ku liv û tevgerên zarokê di hundirê bîrê de dişopîne nîşan da ku ew livîn û nefes dikişîne, ev tê wê wateyê ku ew hîn sax e û ji bo jiyanê têdikoşe.
Malpera "Le360" ya Mexribê ragihand ku tîmên rizgarkirinê bi çakuç û sondaya destî dikolin da ku ziyanê negihîne zarok û li gor jêderên berpirs, proseya kolandina destî herî kêm dê du saetên dinê dirêj bike. 
Malbata Rayan hîna jî di şoqê de ne û demên dijwar dijîn, bê nefes li benda agahiya xilsabûna wî ne. 
Hêjayî gotinê ye ku ji dema nivîsandina vê nûçeyê, hêzên parastina sivîl û rayedar hewlên xwe yên rizgarkirina zarokê didomînin û tîmên rizgarkirinê jî piştî piştrastkirina ku zarok sax e, oksîjen û avê didin zarok. Her wiha helîkopterek ambulansê li cihê qezayê amade ye, da ku bilez ji dema derketina Rayan ji bo nexweşxaneya herî nêzîk veguhezînin.
Hêvî heye ku di saetên bê de nûçeyên xweş bên û karibin bigihêjin zarok û jiyana wî rizgar bikin, nemaze ku tenê çend metre mane, ji bo bidawîkirina êşa Rayan ku ev çar roj in şerê mayîna li jiyanê dide.