Çend dîmenên ji çeperên şervanan

Ji rûyê şervanên YPG û YPJ’ê yên li girê Kewkeb ê Hesekê di çeperan de ne; biryardarî, cesaret, fedakarî û girêdana bi ax û welat re bi hemû awayan xuya dike. Şervanên ciwan diyar dikin ku heta sax bin ew ê nehêlin dijmin axa wan dagir bikin.

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Heseke - Komeke şervanên ku li girekî bilind ê Hesekê di çeperan de ne; bi tevger û gotinên xwe nîşan didin ku ew bi ax, av û hewaya welat û warê xwe re bûne yek. Di nava wan şervanan de, şervana ciwan û nazik, Avesta Xabûr bi her awayî bala mirov dikşîne ser xwe.

‘Em neviyên Rêber Apor ne em tu carî teslîmiyetê qebûl nakin’

Şervana YPJ’ê Avesta Xabûr, bejn û bala xwe bi çek û rextan pêçaye; di nava sir û seqemê de bi seknek bi biryar dibêje: “Em li Hesekê ne, li girê Kewkeb in. Dijmin pir nêzî me ye, komên çete li binê gir in. Ev çeteyên DAIŞ’ê ne, bi navê HTŞ’ê dixwazin careke din welatê me dagir bikin, hovîtiyên xwe yên berê bidomînin lê belê weke şervaneke YPJ’ê û şervaneke Rêber Apo ez dixwazim bibêjim ku dê berxwedana me bêdawî be. Ew ê tu carî nikaribin bikevin herêmên me. Berê bi hinceta ku herêmên Ereban in êrîş dikin lê niha em ji wan herêman bi temamî vekişiyane. Herêmên niha em dimînin herêmên me ne ji ber wê tu mafê wan tune ye êrîşê van deran bikin. Ez dixwazim bibêjim ku heta ku em sax bin, em ê şer bikin. Em jî neviyên Rêber Apo ne, ji ber wê jî em tu carî teslîmeyetê qebûl nakin. Em ê tola hemû hevalên me yên şehîd, hevalên me yên birîndar û hevalên me yên ku dîl hatine girtin bistînin.”

‘Ev der axa me ye mafê wan tune ye werin dagir bikin’

Ji awirên kûr ên Avesta Xabûr, diyar dibe ku dilê wê bi welat re bûye yek û dema ku dibêje “Ev der axa me ye” mirov lehengiya zarokên vê axê ku bi salan e li dijî hêzeke herî hov a ku mînakên wan kêm in, şer dikin dibîne. Avesta bi wê temenê xwe yê ciwan û nazik, xwedî sekneke wisa ye ku mirov ji awirên wê yên derdorê bi baldarî kontrol dike, ji gavên wê yên bi baldarî davêje pir bi bandor dibe.

Zarokên şîrhelal leheng û qehreman

Belekiyên berfa li derdorê, dişibin şîrê dayîkên ku van zarokan bi şîrê xwe yê helal mezin kirine. Zarokên şîrhelal, leheng û qehreman, di nava sir û seqema zivistanê de bi biryardariya têkoşînê, bi soza girêdana bi şehîdan re, sondxwariyên rojên herî zor û zehmet in. 

Sekn û meşa Avesta Xabûr ku navê xwe ji pakrewanek girtî ye; hem zarokatiyê di xwe de dihewîne, hem dilê ku bi girêdana ax û welat, mezin bûye, veguheriye deryayekî kûr; mirovan heyranê xwe dihêle.

Rêwî û meşvanên azadiyê, zarokên axa şoreşê, bi sekneke bêhempa li ser girekî bilind ê Hesekê, nobedariya rojên dîrokî digrin. Ew baş dizanin ku rojên man û nemanê ne… Sekna wan rûmet, şanazî, serbilindî û şerefa ku ji bo netewe û welatekî hatiye afirandin di xwe de dihewîne, gotinên wan dibin peyamên çarenûsa sedsalek.