Çavkaniya hêvî û îlhamê: Dengê 'Jin Jiyan Azadî'

Serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ku piştî qetilkirina Jîna Emînî bênavber berdewam kir, mîna çavkaniya hêvî û îlhamê ya serdemê, deng vedide.

ARJÎN DİLEK ONCEL  

Amed – Di ser qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ya ji Seqizê ku ji aliyên “polîsên exlaqê” ve bi hinceta ku ‘li gorî quralên girtinê tevnegeriyaye’ hat binçavkirin û di bin çavan de hate qetilkirin, 3 sal derbas bûn.

Piştî qetilkirina Jîna Emînî ya di 16’ê Îlona 2022’an de, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê li Îranê tu tişt wek berê nebû. Li Îranê ku şahidî ji gelek serhildanên li dijî rejîmên zextker kir, fitîla serhildanek nû hate pêxistin. qetilkirina Jîna Emînî, bi taybetî li Tehran û bajarên din, li seranserê cîhanê bû sedema xwepêşandanên ku bi mehan dewam kir.

Bi îşkenceyê hate qetilkirin

Gelo di Îlona 2022’an de çi qewimî? Jîna Emînî, di 13’ê Îlona 2022’an de dema ku bi birayê xwe re serdana Tehranê kir, ji aliyê "polîsên exlaqê" ve hate rawestandin û binçavkirin. Li gorî şahidên bûyerê, polîsan Jîna Emînî bi zorê xistin wesayîta polîsan û dema ku birîn Navenda Binçavkirinê Vozara ya li Tehranê, tundiya fîzîkî bikaranîn.

Jîna Emînî, piştî çend seatan ket komayê û bi ambulansê ji Navenda Binçavkirinê Vozara veguhestin Nexweşxaneya Kasratê ya li Tehranê û di 16’ê Îlona 2022’an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Şahidên bûyerê, diyar kirin ku "polîsên exlaqê" di hundirê wesayîta polîsan de li serê Jîna Emînî xistine û îşkence û muameleya xirab pêkanîne. Her wiha hate diyar kirin ku hinek kes li nêzî qereqola polîsan dengê qîrînê ya Jîna Emînî bihîstîne.

Li Îranê serhildana herî mezin a salên dawî

Xwepêşandanên ku di 17’ê Îlonê de piştî merasîma cenazeyê ya Jîna Emînî ya li bajarê wê Seqizê dest pê kirin, li seranserê welat belav bûn û veguherî berxwedana dijî rejîmê. Ev xwepêşandan, piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 1979’an vir ve, mîna xwepêşandanên herî mezin ên Îranê, hate tomar kirin.

Dengê berxwedana serdemê: Jin, Jiyan, Azadî

Girseya ku kombû, di merasîma cenazeyê de hêrsa xwe bi dirûşmeyan anîn ziman û soza berxwedanê dan. Girseya ku piştre derbasî meşê bû, rastî êrîşên gaza îsotê û guleyên lastîkî yên polîsan hatin. Di êrîşê de gelek kes birîndarbûn. Xwepêşandan ji nişka ve mezin bûn. Hêza nehevseng a polîsan, bû sedema qetlîamên nû. Îranê, ji aliyekî ve bû şahidê êrîşan û ji aliyê din ve jî bû şahidê bexwedana jinan, mêran û nifşê ciwanan.

Di vê pêvajoyê de, dirûşmeya ku li kolanan veguherî serhildanekê hate bihîstin: Jin Jiyan Azadî. "Jin Jiyan Azadî" ya ku bû dengê berxwedana sedsala 21’an, veguherî sembola têkoşîna jinan.

Çalakiyên li dijî nixumandina darê zorê

Jinên ku bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” derketin kolanan, li dijî ferzkirina nixumandinê derketin, porên xwe vekirin û derketin qadan. Jinan, di çalakiyan de porên xwe yên mîna hinceta qetilkirina Jîna Emînî û zextên li dijî jinan tê nîşandan jî birîn.

Çalakiya por jêkirin ya jinan, destpêkê li Îranê û piştre jî li seranserê cîhanê belav bû. Lîstikvanên di asta cîhanê de tên nasîn, wekîl, werzîşvan jî di van çalakiyên ku ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Emînî û piştgiriya têkoşîna maf û azadiyê ya jinên li Îranê, cih girtin.

Çalakî belavî cîhanê bû, li Îranê internet qut bû

Çalakî ji xeynî bajarên Îranê li gelek bajarên cîhanê yên wekî Stenbol, Amed, Enqere, Berlîn, Washington, Parîs, Viyana, Toronto, Roma û Atîna belav bû. Çalakî mezin bûn û dewleta Îranê li dijî vê yekê xwegihandina li Instagram û Whatsappê asteng kir.

Bi taybet hebûna jinên ciwan û mêran li kolanan, hêviya li welat mezin kir. Polîsan jî li kolanan daketin girtina çalakvanan. Rojnamevan, çalakvan heta çavdêrên serbixwe jî hatin binçavkirin.

Cezayên darvekirinê

Çalakiyên protestoyê bi girtina dikanan dewam kir. Rejîma Îranê di vê pêvajoyê de dest bi erêkirina cezayên darvekirinê kir. 2 kes di meha Kanûnê de hatin înfazkirin. Hate ragihandin ku Mohsen Shekarî û Mecid Riza Rahneverd hatin darvekirin. Vê care jî cezayên darvekirinê li gelek welatan hatin protestokirin. Piştre êdî cezayên darvekirinê nerawestiyan. Rojnamevanên ku bi bavê Jîna Emînî re roportaj kir jî di vê pêvajoyê de hate girtin.

Xwendevan jehrî ketin

Dema ku dewleta Îranê zextan zêde kir, di hînek koman de mafên jin û zarokên keç hatin hedefgirtin. Hate ragihandin ku li Îranê ji 10’ê Nîsana 2023’an di 238 dibîstanan de zêdeyî 5 hezar xwendevan bi jehrî ket. Li Tehranê xwendekarê Kurd Karo Pashabadî ê 16 salî ku di 15’ê Adarê de bi gaze kîmyewî bi jehrî ket, di 8’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da.

Çalakî bê navber 8 mehan dewam kirin. Di dema çalakiyan de ku belavî zêdeyî 100 bajaran bû, herî kêm 551 kes ji aliyê leşker û polîsên rejîmê ve hatin qetilkirin, zêdeyî 60 hezar kes hatin girtin û herî kêm 110 kes hatin darvekirin.

Di vê pêvajoyê de hemû endamên Jîna Emînî di dîrokên cuda de hatin binçavkirin. Dema ku sala 2023’an bi berxwedanê derbas kir, di sala 2024’an de li Îranê û cîhanê tu tişt li cîhana jinan wekî berê nebû.

Serhildaneke hevpar

“Jin, Jiyan, Azadî” ku îfadeta serhildana hevpar a jinan e, bû dengekî li dijî şert û mercên zîhniyeta mêr. Bû navê tundiya ku li ser jinan ferz kirin û her cure zexta li ser bedena jinê hate meşandin. “Jin, Jiyan, Azadî” ne tenê dengek bû, li dijî krîzên sosyal û aborî jî bû serhildanek. Ev rêya berxwedanê ya jinan ji bo hemû gelan û ji bo jiyaneke azad û demokratîk veguherî têkoşînê.

Felsefeya Abdullah Ocalan

Dengê “Jin, Jiyan, Azadî” bingeha têkoşîna tevgera azadiya Kurd bû. “Jin, Jiyan, Azadî” ku bi paradîgmaya “azadîxwaziya jinê” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêbû, serîrakirina li dijî pergalekî û avakirina pergalekî nû îfade dikir. Bi vê felsefeyê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê pêk hat. Li Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîma zexter bû navê serhildanekî. Li Bakur jî hişt ku têkoşîna jinên Kurd mezintir bibe.

Dema ku salvegera serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” nêz dibe, em bi Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Dîlan Guvenç re bandorên têkoşîna jinê û “Jin, Jiyan, Azadî” axivîn.

‘Bû sembola berxwedanê’

Dîlan Guvenç di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Jîna Emînî bû sembola herî berxwedêr a jinên Îranê li dijî zextê. Dîlan Guvenç serhildana ku piştî komkujiyê destpê kir nixand û wiha got, “Jinên li Îranê di şexsê Jîna Emînî de xwestin azadiya xwe biqîrin.”

Dîlan Guvenç got ku dewleta Îranê xwedî pergalekî serweriya mêr a zayendperest û militarist e û wiha got: “Ji ber vê yekê jinan piştî qetilkirina Jîna Emînî hatin bav hev û birêxistinbûnê nîşan dan ku bê ka dikarin çi bikin û çawa pêşengî ji şoreşê re bikin. Pir girîng e ku ev serhildan li Îranê destpê kir. Ji ber ku serîrakirina jinan li dijî rêveberiyeke hişt û despot ê wekî Îranê, ji bo hemû jinên cîhanê bû hêvî.

‘Jin ji bo guherînê daketin qadan’

Dîlan Guvenç diyar kir ku jin li dijî pergalê nîşandana hebûna xwe armanc kirine û bi vê armancê daketin qadan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em rûbirûyê zêdebûna zîhniyeta serweriya mêr, li her qadê bilindbûna zayendperestî, newekhevî û milîtarîzmê, hewldana tunekirina azadiya jinan re ne. Ev yek di heman demê de avakirina pergala serweriya mêr e ku encama dewleta netewe ye. Jin tu carî di nava pergalê de nebûn. Jinan li malê girtin û veguherandin objeyeke. Daketina qadan a jinên Îranê ne hêrsekî demkî bû, encama daxwaza guhertinekî bû.

‘Ev felsefe îşaret bi çareseriya qeyranên li Rojhilata Navîn dike’

Dîlan Guvenç diyar kir ku têkoşîna jinê sedsala 21’an kir “sedsala jinê” û wiha got: “Di vê sedsalê de hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê têkoşîna tevgerên femînîst û tevgera jinên Kurd çêbû. Lê piştî Jîna Emînî ev yek derket holê, bi Jin, Jiyan, Azadî re felsefeyekî li cîhanê deng veda. Mîmarê vê felsefeyê Birêz Abdullah Ocalan e. Ev felsefe helwestekî îfade dike û îşaret bi çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn dike. Di serî de jinên Rojhilata Navîn hemû jinên cîhanê ji vê felsefeyê bandor bûn. Ji bo hemû jinên ku keda wan tê xwarin, bû hêvî. Ji ber vê yekê jinan piştî Jîna Emînî, avakirina xetên berxwedanê û birêxistinbûnê esas girtin. Di van protestoyan de ji Amerîka Latîn bigirin heta Ewropayê, ji Rojhilata Navîn bigirin heta gelek herêman, jin li qadan bûn. Bi taybet ji bo bibin dengê jinên ku tên qetilkirin, li qadan bûn. Yekbûna têkoşîna jinan a li dijî pergala serweriya mêr, bi “Jin, Jiyan, Azadî” re bû yek deng. Ez di vê wateyê de difikirim ku ev felsefe hem di aliyê teorîk hem jî pratîk de gelek deskeftî bi xwe re an.”

Têkoşîna jinan a li Tirkiye û Kurdistanê

Dîlan Guvenç di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li Tirkiye jin hîn jî tên qetilkirin. Em rûbirûyê pergalekî ku jinê tunedihesibîne, jinê di mal de hepis dike û obje dike re rû bi rû ne. Tevgera azadiya jinê di encama têkoşînekî mezin de berdêlên mezin da. Lê di vê pêvajoyê de jin hem birêxistin bûn û hem jî hewl dan hebûna xwe îspat bikin. Belê, ev destkeftî bi hêsanî nehatin bidestxistin, berdêlên mezin hatin dayîn, hewla krîmînalîzekirina têkoşîna jinan hat dayîn. Hewl tê dayîn ku jinan di qada siyasetê de û li her qadê tune bikin. Ev projeyeke dewletê ya sîstematîk e, em dikarin vê wekî polîtîkayeke plankirî bigirin dest. Sala 2025’an wekî “sala malbatê” hate ragihandin. Em dibînin ku di salekî ku qaşo desthilatdarî ji bo parastina malbatê ragihandiye de kuştinên jinan zêdetir bûye. Yanî hat xwestin ku jin di malê de werin hepiskirin. Tişta ku hat xwestin ne parastina jinan bû. Hate xwestin pergalekî ku jinan zêdetir di malê de hepis bike û ji têkoşînê dûr bixe, birêxistin bikin.

‘Jin hebûna xwe li cîhanê îspat kirin’

Dîlan Guvenç destnîşan kir ku felsefeta “Jin, Jiyan, Azadî” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teyisî û axaftina xwe wiha domand: “Li Rojava avakirina xweparastinê ya jinan li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê ev yek nîşanî cîhanî da; jin ji bo parastina jiyana xwe dikarin li her qadê têbikoşin û şer bikin. Jin bi têkoşîna li her qadê hebûna xwe nîşan dan. Nîşanî cîhanê dan ku dikarin li dijî DAÎŞ’ê xwe li ser xeta xweparastinê biparêzin.”

Dîlan Guvenç, di dawiya axaftina xwe de balkişand li ser "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkir û wiha got: "Em bawer dikin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi azadiya jinan pêkan bibe. Di civakekî de ku jin ne azadin de, em nikarin behsa azadiyê bikin. Lewma, em bi taybetî dixwazin ku hemû jin piştgiriyê bidin pêvajoya civaka demokratîk û di heman demê de ji bo azadiya jinan bibin yek û xetek têkoşînê ava bikin. Di heman demê de, qirkirinek jinan heye. Bi qirkirina jinan re, qirkirinên zimanî û ekolojîk jî tên pêkanîn. Em jin dikarin li dijî polîtîkayên ku jiyanê tûne dikin, vê pêvajoyê berevajî bikin."