‘Çareseriya krîza Sûriyeyê bi diyaloga gelên Sûriyeyê pêkan e’

Rojnamavan Sozda Ehmed teqez kir ku çareseriya aloziya Sûriyeyê di hundirê Sûriyeyê de bi gelê Sûriyeyê pêkan e û wiha got: “Nîqaşên bi derveyî Sûriyeyê re ji bo krîza heyî nabin çareserî, berevajî dê temenê krîzê dirêjtir û kûrtir bibe.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê Serokomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan vê dawiyê derket pêşberî dezgehên çapemeniyê û ragihand ku ew amade ye bi hikumeta Şamê û Beşar Esed re bicive. Beşar Esed destnîşan kiribû ku ew ji bo diyaloga bi dewleta Tirk a dagirker re bi şertê ku ji xaka Sûriyeyê derkeve amade ye. Lê tevî wê jî nêzî 2 hefteyan berê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê bal kişand ser girîngiya vekişîna artêşa Tirk a dagirker ji xaka Sûriyeyê. Rojnamevan Sozda Ehmed têkildarî mijarê nêrînên xwe parve kir û anî ziman ku divê krîz li ser axa Sûriyeyê bi xwe bi diyalogê bê çareserkirin.

‘Gelên Sûriyeyê 12 sal in di nava şer komkujî berxwedan û koçberiyê de dijîn’

Sozda Ehmed da zanîn ku gelên Sûriyeyê ji bo jiyana azad û wekhev, 12 sal in di nava şer, zehmetî, dagirkerî û komkujiyan de dijî û wiha axaftina xwe domand: “Zêdetirî 12 sal in aloziya Sûriyeyê didome. Gel dixwaze jiyana azad û wekhev xwedî nasname û hebûn li ser axa xwe bijî lê bi mudaxeleya hêzên hegemon û dewletên derve bi armanca sûdgirtina ji xêr û bêrên Sûriyeyê û dagirkirina herêmên wê ev alozî kûrtir bû.”

‘Li herêmên dagirkirî kiryarên dijmirovî û derexlaqî tên meşandin’

Sozda Ehmed bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Sûriyeyê û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziyê ve heya niha, ji bo pêkanîna guhertinên demografîk, qirkirina gelê resen û dagirkirina bajaran di nava êrişan de ye. Di roja me ya îro de kiryarên dewleta Tirk a dagirker di qonaxa duyamîn de berdewam dikin gelê Sûriyeyê dike armanc. Li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Bab, Cerablûs û Idlibê kiryarên dijmirovî û derexlaqî li dijî gelên wê tên meşandin.”

‘Divê hikûmeta Şamê berxwedan û têkoşîna gelê Sûriyeyê ya li hemberî dagirkeriyê bibîne’

Sozda Ehmed destnîşan kir ku çareseriya krîza Sûriyeyê ne bi dewlate Tirk re ye û wiha anî ziman: “Piştî derbasbûna ewqas salan di ser aloziya Sûriyeyê de û binpêkrinên ku dewleta Tirk li ser gelê Sûriyeyê pêk tîne, îro dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi serokê hikûmeta Sûriyeyê re bicive û li ser aloziya heyî lihevkirinek were kirin. Li vê derê mirov dikare bibêje ku dewleta Tirk ewqas sal, bû sedema kûrkirina krîza Sûriyeyê, qirkirin, koçberkirin, wêrankirin û talankirinê li Sûriyeyê. Gelo wê çawa çareseriyek ji aloziya Sûriyeyê re bibîne? Bêguman ev ne mumkin e. Hikûmeta Sûriyeyê çawa vê qebûl dike û ewqas binpêkirin her wiha berxwedana gelên Sûriyeyê li hemberî dagirkerî û sûcên ku dewleta Tirk li dijî wan pêk aniye li ber çavan negire? Di bin çi şert û mercan de be bila bibe gere hikûmeta Sûriyeyê vê gave qebûl neke û bi rêzdarî nêzî gelên xwe yê ku bi salan bi îradeya xwe ya azad têkoşîn û berxwedaniyê nîşan daye.”

‘Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya krîzê banga diyalogê dike’

Sozda Ehmed bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Tirk û hemû dewletên derve jî nikarin pirsgirêk û aloziya Sûriyeyê çareser bikin. Çareserî bi gelê Sûriyeyê re ye, bi diyaloga di navbera hêzên Sûriyeyê de ye. Gere hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser bi hev re bicivin û nîqaş bikin da ku bigihîjin encamek, bibînin ku mafê her netewê li ser vê xakê heye ku azad bijî. Herêmên ku hatina dagirkirin werin rizgarkirin û koçberên wê vegerin malên xwe, jiyana azad û normal bijîn. Bi vî rengî çareserî pêkan e. Rêveberiya Xweser jî gelek caran ragihandibû ku ew ji bo diyaloga bi Şamê re amade ye lê belê Şamê tu gavên erênî ji bo vê yekê navêt. Ji bo wê ger bi rastî jî hikûmeta Şamê çareseriyê dixwaze divê bizanibe ku çareserî di hundirê Sûriyeyê de ye ne li derve ye.”