“Çareseriya herî guncav modela Rêveberiya Xweser e”

Jinên beşdarvan ên ku tevlî şêwira Komîteya Hêz û Kesayetên Demokratîk bûne têkildarî girîngiya rola jin a di hevsengiya siyasetê û çareserkirina pirsgirêkên aloziya li Sûriye de destnîşan kirin ku Modela Rêveberiya Xweser.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Duh Komîteya Hêz û Kesayetên Demokratîk bi armanca nêrîngirtina li ser mijara pêşeroja Sûriyê û rola nenavendîbûnê di çareserkirina kirîza Sûriyê de komxebateke siyasî lidar xist. Komxebat li hola Zana  ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhiatê Sûriye bi beşdarbûna 80 delegeyên siyasetmedar, rewşenbîr, diplomatîk, nivîskar û çalakvanên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî Sûriyê de tê birêve birin. Beşdarvana girîngiya çareseriyê ya ji bo aloziya li Sûriyê nîqaş dikin û nêrînên guncav ji bo bidawîbûna vê kirîzê pêşdixin.

Jinên beşdarvan ên ku di şêwirê de amade bûn û roleke girîng di qada siyasetê de dilîzin nêrîna xwe ya di vê der barê de pêşkêş kirin, her wiha bal kişandin li ser girîngiya rola jin di hevsengiya siyasetê de û çareserkirina pirsgirêkan.

“Dem hatiye ku gel bi xwe çarenûsa xwe diyar bike”

Endama Desteya Tenfîzî Ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Erîfa Bekir mijarên ku di şêwirê de têne nîqaşkirin û xalên ku nêrîna wan dighîne hev nirxand û wiha got: “Ev du roj in em li vir amade ne weke tevahî siyasetmedar û xwediyên nêrînên demokratîk di Sûriye de. Nîqaşên me jî di şêwirê de li ser pêşeroja Sûriye, çareseriya wê ya siyasî, nenavendî û nasnameya netewî ye. Em dixwazin di vê şêwirê de nêrînên xwe yên demokratîk ji bo bidawîbûna vê aloziyê bighînin hev ji ber ev 11 sal in pirsgirêka Sûriye dewam dike û ji bilî xerabiyan weke kuştin, koçberkirin û talaniyê bi xwe re ne anî. Helbet encamên van xerabiyan li ser erdnîgariya Sûriye û tevahî gelê wê hebû. Êdî dema wê hatiye em weke gelê Sûrî bi xwe li çareseriya xwe bigerin em.”

Erîfa Bekir ji bo çareseriyê bal lê kişand ku divê her netewek bikaribe bi nasnameya xwe bijî û wiha domand: “Çareserî ew e ku pêwîste em weke gelê ku li Sûriye jiyan dikin hev qebûl bikin çand, dîrok, nasname û zimanê hevdu qebûl bikin bi vê yekê em dikarin destûrekî demokratîk bi hev re binvîsin û bikin meriyetê de. Ji bo krîza li Sûrî çareseriya herî guncav destûrê demokratîk e. Pêwîste nasnameyeke netewî hebe û her pêkhatiyek bi nasnameya xwe bijî. Dewleta Sûriye navendî ye û sedema binghîn ya hîşt ev kirîz derkeve pêş ev yek bi xwe ye. Guhertina destûrî wê gelek mijaran vegerîne cihê wê yê rast û di qada siyasetê de wê her kesayetek bikaribe nêrîna xwe bîne ziman. Ji xwe beşdarvana jî projeya Rêveberiya Xweser nimûneya herî guncav ji vê aloziyê re dîtin. Ji ber projeya Rêveberiya Xweser her netewên li herêmên dijîn qebûl dikin û pêwîste bibe modêla Sûriyeke xwedî pêşerojeke demokratîk.”

“Divê hevgirtina jinên Sûriye bê çêkirin”

Sekertera Giştî ya Partiya Sûriye Pêşerojê Sîham Dawûd der barê rola jin hevsengiya siyasetê de û bi xwe re anîna çareseriyê de wiha got: “Di Sûriye de netewên pir reng dijîn û her netewek jî bi cudahiya xwe tê nasîn.  Çarçoveya hemwelatiya hevbeş em dixwazin pêşbixin ku bikaribe hemû Sûriyên li ser vê xakê djîn bike xwedî nirxê girêdanê û çanda ku dewleta serwer li Sûriye dida meşandin hilweşîne. Dewleta Serwer çanda parçekirinê di Sûriyê de bi xwe re anî û giha astekê ku gelê Sûriye ji nasnameya xwe winda bibin. Di vê şêwirê de bangewazî hatin kirin ku her kes hevdu qebûl bike û bibe çandeke exlaqî di nav civakê de.”

Sîham Dawud destnîşan kir ku ji bo çareseriya krîza li Sûriyê xwe birêxistinkirina jinan di asta jiyanî de girîng e û wiha got: “Helbet jin esase di vê çareseriyê de ji ber ger jin nebe wê demê çareserî jî pêşnakeve ji ber her jin aşîtiyê bi xwe re tîne. Hebûna jin di vê şêwirê de esasekî binghîne ji rêbazên çareseriya demokratîk re. Nêrîna jin ji bo Sûriye pêşerojê pir girîng e û ji bo em bikaribin weke jin vê yekê mayinde bikin pêwîste diha zêdetir em rêxistina xwe xurt bikin û hevgirtina jinên Sûriyê çêbikin ji ber jin di taybetmendiya xwe de demokrat e. Jin dikare civakeke demokratîk  avabike û wekheviyê bi xwe re misoger bike.”