‘Çareseriya aloziya ku li Rojhilata Navîn kûr dibe netewa demokratîk e’

Li Rojhilata Navîn digel ku krîz kûr dibin, gel bi Projeya Neteweya Demokratîk avakirina civakeke exlaqî, siyasî, demokratîk û ekolojîk armanc dikin.

SİLVA AL-İBRAHİM

Minbic – Fikrê modernîteya demokratîk ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bipêş xist li hemberî krîzên ku modernîteya kapîtalîst ê dixwaze mirovan ji dîrok û azadiya wan dûr bixe û xwezayê talan bike, çareseriyekê alternatîf bipêş xist. Şer û texrîbatên ku modernîteya kapîtalîst bi taybetî di salên dawiyê de ava kiriye, di wateya kûrevî de gelek xeteriyan jî bi xwe re tîne. Yên ku ji vê polîtîkayê herî zêde bandor bûn û bi hincetên cûda hatin hedefgirtin jin û zarok bûn. 

Jinên ji Minbicê li ser vê yekê qal kirin ku netewa demokratîk çawa li dijî şerên kapîtalîst çareseriyan ava dike.

‘Dewlemendiya çandî ya Rojhilata Navîn di şeran de tê bikar anîn’

Endama Komîsyona Şopandina Perwerdehiya Dibistanan Kînda Cemîl ku erdnîgariya Rojhilata Navîn weke dergûşa şaristaniyan pênase kir, li ser polîtîkaya modernîteya kapîtalîst a li hemberî gelên li Rojhilata Navîn ku bûye navenda nakokiyên mezhebî û neteweyî, nirxandin kir. Kinda Cemîl da xuyakirin ku li Rojhilata Navîn a ku bi cihêrengî û dewlemendiya xwe ya çandî derdikeve pêş gel bi hev re dijîn û destnîşan kir ku ev cihêrengî hate bikaranîn û erdnîgarî bû navenda pevçûnan. Kinda Cemîl got, "Nepejirandina pirsgirêka Kurd li herêmê, negirtina înîsiyatîfê ji bo çareserkirina aloziya di navbera Îsraîl û Filistînê de, nakokiya Sunî û Şîî kurte tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin in. Cûdahiya Li vê herêmê tê bikaranîn. Sûriye jî bû yek ji welatên ku bû dika têkoşîn û pevçûna hemu hêzên kapîtalist û navenda hesap pirsînê ya di navbera hêzên navnetewî de ku krîzê kûr dikin.”

‘Jiyanek bi hev re hat avakirin’

Kînda Cemîl bal kişand ser Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêxistinbûna gelan û got: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Projeya Netewa Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bipêş xist esas girtin û xwe birêxistin kirin. Şoreşekê civakî kirin û ji hemu pirsgirêkên xwe re çareseriyên alternatîf bipêş xistin. Berevajî hêza cûdaker a kapîtalîzmê bi cûdabûna olî û çandî rêveberî û jiyanek hat avakirin. Ev rewş ji aliyê hemu civakan ve hat qebûlkirin.” Kînda Cemîl anî ziman ku serkeftina projeyê çavkaniya xwe ji wê yekê digire ku ne girêdayî tu otorîteyan e û ji gel re mafê xwe rêvebirinê tê dayîn.

Kinda Cemîl bi taybetî bal kişand ser pergala hevserokatiyê û destnîşan kir ku bi vê sîstemê re rola pêşengiya civakê ji jinan re tê dayîn. Kinda Cemîl tekez kir ku di demekê de ku Rojhilata Navîn û cîhan şahidê nakokî û şeran in, Projeya Neteweya Demokratîk bi rêgezên xwe yên zelal û gavên xwe yên berbiçav, xwedî kapasîteya çareserkirina krîzan li her deverê ye.

Dewleta Tirk êrişî jîngehê dike

Parazvana mafên mirovan Mona El-Xelaf jî bal kişand ser bandora şer, dagirkerî û pevçûnan a li ser ekolojiyê û got, “Di destpêka gerdûnê de têkiliya mirovan bi xwezayê re hevdu û temamker hebû. Heta di asta nêçîrê de jî ji bo dabînkirina xwarinê nêçîrê dikir, ji birçîbûna xwe têr dibû û xwe weke parçeyekî xwezayê didît.” Mona El-Xelaf anî ziman ku îro têkiliya mirov bi xwezayê re hatiye guhertin û qut bûye. Mona El-Xelaf destnîşan kir ku mirov xwe weke desthilatdariyek ji xwezayê bilindtir pênase dike û got ku ev tê wateya tunebûna xwezayê. Mona El-Xelaf got, “Îro em dibînin ku ji bo kêfê nêçîra çûkan dikin. Ne ku birçîbûna xwe têr bike. Divê bê zanîn ku ev xerckirina neheq a xwezayê dibe sedema bêhevsengiya jîngehê. Di xwezayê de du sedemên karesatan hene. Yek ji wan xweza ye, ya din jî mirov e. Welatên kapîtalîst ji bo bidestxistina qazanca herî mezin her tiştî dikin. Bikaranîna çekên kîmawî di şeran de, belavbûna nexweşiyên nexweşî û nexweşiyên bê derman, bermayiyên ku ji hêla kargehan ve têne çêkirin û yên din karesatan tîne." Mona El-Xalaf diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe xwezayê dike hedef û diyar kir ku çavkaniyên xwezayî ji bo bindestkirina gelan bi jehrê dixin.

Siyasetek li ser bingehê nirxên exlaqî û polîtîk

Hevseroka Nivîsgeha Rahênerî û Şarezayiya Rêveberiyê Zahîde Îshaq jî siyaset weke hunera birêvebirina civakê pênase kir û got: “Îro kapîtalîzm bi awayên xwe yên curbecur ên wekî aborî, mezhebî, etnîkî û îdeolojîk, mîna heştpodê, bi rengekî lihevhatî gelan bindest dike. Welatên Rojhilata Navîn xwedî çand, mîrat, ol û çavkaniyên xwe yên xwezayî ne. Welatên kapîtalîst hemû polîtîkayên taybet û sivîl û şer li ser axa xwe pêk tînin û diafirînin. Şerên ku niha li Rojhilata Navîn diqewimin weke qonaxeke kelijandinê û pevçûneke navneteweyî û herêmî ye. Ji bo rizgarkirina van gelan ji modernîteya kapîtalîst, ji bilî modernîzma demokratîk ku gelan di demekê de vedigerîne heqîqet û dîroka wan, tu çareyek nemaye. Dema ku kapîtalîzm vê dîrokê berovajî dike û li gora dilê xwe dinivîsîne.”

Zahîde Îshaq  anî ziman ku bi pergala Rêveberiya Xweser siyaset ji bûyîna amûrê serweriya li ser civakê derketiye û li ser bingehê nirxên civaka exlaqî û polîtîk xizmeta hemu pêkhateyan dike. Zahîde Îshaq got ku lewra jî bi hemu rehendên xwe Netewa Demokratîk ew pergal e ku ji bo tevahî cîhanê dibe nimûneya jiyana azad û wekhev.