Çar car in înfaza rojnameger Dîlan Oynaş tê şewitandin

Bû cara çaran ku înfaza rojnameger Dîlan Oynaş a girtî tê şewitandin. Careke din berdana rojnameger 6 mehan hat dirêjkirin.

Navenda Nûçeyan- Rojnamevan Dîlan Oynaş a bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ ji sala 2016’an ve li Girtîgeha Jinan a Sîncana Enqereyê girtî ye, tevî ku di 26’ê Nîsana 2022’yan de cezayê lê hatiye birîn xelas bûye jî bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê li girtîgehê tê girtin.

Lijneya ku Oynaş di 27’ê nîsana 2022’yan de bi hinceta ‘ne di rewşeke baş de ye’ berneda di 21’ê Tîrmeha 2022’yan de berdana wê cara duyemîn nirxand. Lê vê carê jî înfaza Oynaş a ji ber ‘poşmaniya’ lê hatiye ferzkirin qebûl nekir 6 caran hat dirêjkirin. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ku di 21’ê çileyê de cara sêyemîn kom bû, bi hinceta cezayê dîsîplînê yê li Oynaş hatiye birîn cara sêyemîn înfaza wê taloq kir.

Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya duh cara çaremîn kom bû, vê carê jî ji ber ferzkirina “poşmaniyê” qebûl nekir, berdana Oynaş asteng kir û înfaza wê 6 mehan dirêj kir. Lijne wê di 29’ê Nîsanê de careke din kom bibe û biryarê bide.