‘Çapemeniya Tûnisê pirsgirêkên jinan nateyisîne’

Rêveberên komeleyên jinan û mafan ên li Tûnisê diyar kirin ku di mijarên tundî û qetilkirina jinan de, çapemenî rola xwe nalîze, mijarên bi wî rengî ji ber ku baş li ser wan nayê sekinandin her diçe zêde dibin.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ

Tûnis – Saziyên mafên jinan diyar dikin ku divê çapemenî di warê rewşa jinên li Tûnisê de rola xwe bilîze û kiryarên kuştinê ku ji aliyê civaka mêrsalar ve çêdibin werin ragihandin. Hejmarek dezgehên çepemeniyê mijarên tundiya li dijî jinan digrin dest lê belê bernameyên ku mêr pêşkêş dikin sedemên tundiya li dijî jinan lêkolîn dikin, ew jî bi riya pirsa “Çima tundiyê li te kir” “Ji me re çîrokê ji destpêkê ve bibêje” weke ku tundî rewa betên teyisandin.

Der barê destgirtina çepemeniyê û mijarên tundiya li dijî jinan de; rojnamevan Rîm El-Siûdî got ku tevî dosyayên tundiya li dijî jinan di civaka Tûnisê de ji berê zêdetir ketine rojevê jî ew nêzîkatî di çarçoveya 'profîlê' de maye.

Çalakvan û femînîst Nebîla Hemze ku di komeleya Tûnisê ya Jinên Demokratîk de dixebite diyar kir ku diyardeya qetilkirina jinan hatiye paşguhkirin, ger di çepemeniyê de jî bibe mijar bi rengekî bi pirsgirêk derdikeve û baş nayê famkirin.

‘Wezareta Malbatê û Jinan bêdeng e’

Nebîla Hemze diyar kir ku tevgera rêxistinên femînîst û çalakvanên jin vê diyardeyê teşhîr kirine û ji her kesê re ragihandine. Her wiha got ku ji bo were şermezarkirin û li hemberî wê were sekinandin bal kişand ku wan hewl daye tişta veşartî ronî bikin. Nebîla da zanîn ku tevî van hemûyan jî hê kêmasî ji aliyê Wezareta Malbatê û Jinan ve gelekî hene ji ber bêdeng in û xeteriya bandora wê li ser civakê nizanin.

Nebîla Hemze teqez kir ku li gorî komeleyan 9 jin, ji destpêka sala 2024'an ve hatine qetilkirin. Her wiha Nebîla Hemze da zanîn ku dibe ku hejmar zêdetir be û piraniya wan ji aliyê hevser an jî heval û bavên xwe ve hatine qetilkirin û bi bîr xist ku sala par rêxistinên civaka sivîl qetilkirina 25 jinan tomar kiribû. 

‘Komeleyên jinan daxwazên ji bo pêkanîna zagona bi hejmar 58 dubare dikin’

Nebîla Hemze got ku komeleyên jinan daxwazên xwe ji bo pêkanîna zagona 58 bi hemû aliyên xwe ve dubare dikin û daxwaz ji hikûmetê kir ku berpirsyariyên xwe yên parastina jinan pêk bîne. Nebîla Hemze bal kişand ku gelek kêmasiyên hikûmetê di pêkanîna zagona ku tevgerên jinan ji bo pêkanîna wê 20 salan têkoşiyane de hene. Di heman demê de rexne li Rewangeha Niştîmanî ya têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinan kir û got: "Ew tune ye, hebûna wê jî tenê wêne ye."

Nebîla Hemze wiha pêde çû: "Çapemeniya Tûnisê têkildarî mijarê nûçeyên gelekî kin di rûpela 6'an an 7'an û yan jî ya dawî de diweşîne, ev yek jî asta biçûkdîtina vê mijarê dide diyarkirin."

Jinên bi tûndiyê re rû bi rû hatine tên teşhîrkirin

Rojnamevan Yusra El-Hetab jî di çepemeniyê de pirsgirêkên jinan bi giştî kêm tên dîtin û ji pîvanên mafan dûr in. Her wiha got ku gelek dezgehên çepemeniyê li Tûnisê hene, rêzê ji jinên ku tundî li wan hatiye kirin re nagirin.

Yusra El-Hetab rexne li hejmarek dezgehan kir ku jinên bi tundiyê re rû bi rû tên teşhîr dikin û li gorî xwe mijaran şîrove dikin. Yusra El-Hetab got: “Tu hesasiyetê nîşanî mijarê nadin divê rojnamevanên Tûnisî di vê mijarê de werin perwerdekirin.” Yusra El-Hetab herî dawî bang kir ku divê rojnamevan werin perwerdekirin û bi awayê zanatir nêzî van mijaran bibin da ku diyardeya qetilkirina jinan belav nebe.