Çandinî peyam û rûyekî din ê berxwedana jinên Zirganê ye

Hena Xidir a ji Mergedaya Hesekê nêzî 30 sal in li gundê Zêdiyê bi 6 xwişk û birayên xwe re cotkariyê dike, dibêje ku ji bo hewceyî mêran nebe ew bi xwe dixebitin û di kêliyên westandinê de ji hev re palpiştiyê dikin.

SORGUL ŞÊXO

Zirgan – Tevî êrîş û tobparanên dewleta Tirk, jiyan li bajarê Zirgana Kantona Cizîrê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome. Topên li erdê dikevin, tên veguherandin. Cotkar wan radikin û li şûna wan, tovan û şitlan diçînin. Her wekî peyamekê bidin dagirkerên Tirk û bêjin ‘hûn her çiqas êrîş bikin jî, hûn dê nikaribin dawî li jiyanê bînin.’ Jinan li hember her topek, peyama jiyana bê dawî dane.

Hena Xidir tevî 3 xwişk û 3 birayên xwe li gundê Zêdiyê cotkariyê dike. Her demsal li gorî pêwîstiyên axê cûreyên şînatiyan û hişkiyan diçînin. Hena ji ajansa me re anî ziman ku bi rêya çandiniyê dixwazin peyamên çawa û bidin kê.

Li kêleka çandina sebzeyan çandina zêrê zer û zêrê spî

Hena Xidir da zanîn ku tevî êrîş û topbaranên ku wan westandiye, ew amadekariyên çandina sebzeyan dike û wiha dom kir: "Ji bo ku em bijîn, divê em kedê bidin, ji bo vê jî niha em amadekariyên çandina sebzeyan dikin, tevî ku êrîş û topbaranên êdî em westandine. Ji cûreyên sebzeyan; bacanê sor û kundir li kêleka wê jî em pembo, genim û fûlan jî biçînin. Em her du karan bi hev re dikin. Em ji vedana erd xilas dibin tên amadekariyê çandina sebzeyan dikin. Rojane nêzî 7-8 saetan em dixebitin."

'Destên me ne ji hesin in westandina me jî nîşana berxwedana me ye'

Hena, li ser pirsa “hûn nawestin?” bi kenekî, westandina xwe wiha pêsane kir: "Ma çawa em nawestin, destên me ne ji hesin in. Lê em dixebitin da ku em bijîn. Bê xebat jiyan nabe, çare ew e ku em bixebitin. Ji ber ku kar ne şerm e. Li vir em bi hev re dixebitin, ez û 3 xwişkên min tevî 3 birayên min, em bi yek dilî dixebitin. Dayîk û bavê min jî çûne ser dilovaniya xwe. Eger em nekin wê kes ji bo me neke. Jiyan tiştekî wiha ye, bê berxwedan nabe. Top li dora me dikevin, lê her çi bibe jî jiyan dê bidome."

'Ji bo ku hewceyî mêran nebim’

Hena Xidir balkişand ser tengasî û pirsgirêkên ku di çandiniyê de dibînin û wiha got: "Li vir pirsgirêka ceyranê û avê heye, lê wekî alternatîf enerjiya rojê heye û li ser wê jî ava bîrê tê dabînkirin. Gava ku xwişka min diweste, ez hêz didim wê. Ji ber ku divê ku em bihêz bin û ji hev re palpişt bin. Her çiqas derfeta xwendin û çûyîna dibistanê çênebûbe jî, me ji vê jiyanê gelek ders girtin û di gelek ezmûnên bi êş re em derbas bûn. Ji ber ku jiyana me her kar bû û diviya ku em kar bikin, ji lewra xwendin nebû para me. Em jî bi hemû hêza xwe kar dikin, da ku pêwîstiya me bi kesî nebe û em hewceyî di serî de mêr, tu kesî din jî nebin. Kar nebe jî em ê bi dîwaran re rûbirû bin, na em di erdê xwe de kar bikin û ked bidin baştir e ku em rûyê xwe bidin dîwaran."

‘Şer nahêle xewnên me jî pêk bên!’

Hena Xidir da zanîn ku di kar de divê wekhevî hebe û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Divê em bi hev re alîkar bin û wekhev bijîn. Nabe ku ez kar bikim û birayê min rûniştî be û nabe ku birayê min jî kar bike û ez rûniştî bim. Ev ne edalet e. Ji lewra em bi hev re dixebitin, diwestin û wiha encamên keda xwe li hev par dikin. Li ser vê yekê jî em vê hêvî dikin êdî rewş bi aramî derbas bibe. Mirov her tiştî hêvî dike û jê re dibe xewn, lê carnan hêza mirov a pêkanîna van xewnan têr nake. Heta îro xewneke min jî pêk nehatiye, sedem jî şer e. Şer li ber pêkanîna xewnên me yên sepandina aşîtiyê û sarbûna axê dibe asteng. Bi hêviya ku ev şer biqede û jiyan aram bibe."