Çanda Zagrosan hêza ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya veşartî – GOTAR

‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi pêşengiya jinan bilind bûye, di nava hemû gelên herêmê de vegeriyaye felsefeyek jiyanê, bawerî û çavkaniya zanistê. Ev felsefe di jiyana civakî de şênber tê dîtin, di qadên nasname, dîrok, ziman û çandî de xwe nîşan daye.

TEWAR ADIL

Gelê Kurd ji erdnîgariya Zagrosan, mîras û nasnameya Mezopotamyayê ya qedîm heta roja îro anîne, dîrok û çanda xwe ava kiriye. Di 50 salên dawî de, bi taybetî li gel bilindbûna tevgera azadiya Kurd, hêza Kurd a ku asta gerdûnî û Rojhilata Navîn derxistiye holê, yekem netewa Kurd ku di bin dagirkeriyê de, bi taybetî jinan, têkoşîna xwe bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kûr kiriye.

Dîrokê piştrast kiriye ku jinên Kurd di demên cûda de bûne xwedî rol. Ji ber çanda Zagrosan, weke çanda bingehîn a jinê dom kiriye û bipêş ketiye. Ji ber vê yekê jinê, bi xwêdan û şopên tiliyên xwe mohra xwe li têkoşîna azadiya gelê Kurd û demokrasiyê daye.

Di gelek qonaxan de jinên wek Leyla Qasim, Hepsa Xanî Neqîb, Mestûre Erdelan, Sakîne Cansiz, Zekiyê Alkan, Viyan Soran, Barîn Kobanê û Şîrîn Elemhulî bûne pêşeng û bi beden û xwîna xwe ji bo azadiya gelan bedêl dane. Ew sembola yekîtiya Kurdistanê ne û bûne nasnemaya avakirina civakek.

Her tim jinan êşa welat hilgirtine

Di rastiyê de her tim jinan êşên welat li ser milê xwe hilgirtine. Ji ber vê yekê parastina çanda Kurdî, ziman û nasnameyê, bûye berpirsyartiya bingehîn a jinan. Ji ber vê yekê jî pêşengtiya têkoşîna wan girtiye ser xwe. Di salavegera sêyem a qetilkirina Jîna Emînî û salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’de divê jin li ser nasnameya heqîqî îsrar bike. Ji ber civakek bê heqîqet, heta kesek bê heqîqet, bê wate û bê nasname ye. Ger ev kes jin be, tiştê di encamê de derkeve, wek îro me di civaka Kurd de dîtî wê bibe hilweşîna civakî. Her roj jinek tê qetilkirin, gelek caran heqîqeta cînayetan veşartî dimîne. Nasnameya dayîktî û jinê di qadên wek polîtîk, civakî, aborî û gelek qadên din de her tim tê cezakirin. Ev rewş êdî bûye rastiyek ji rêzê. Êdî kes rûbirûbûna vê bê edaletiyê normal dibînin.

Hêza têgîna heqîqetê jiyan e, jiyan bi xwe ye, têkoşîna fêmkirina heqîqetê ye. Ji ber vê nîqaşkirina jinê, bi perspektîfên dîrokî gengaz e. Yên civakbûna yekem ava kirine, yên ku genimê destpêkê çandine, şoreşa çandiniyê dane destpêkirin, ziman afirandine, gotina destpêkê didin zarok, her jin in. Jina ku xwedî hemû destpêkan e, îro çawa tê qetilkirin? Cinsek temamkerê cinsê beramber e. Bêyî herduyan jiyan dom nake. Çawa dibe ku jin bi awayek fîzîkî yan jî zîhnî were tinekirin û tine were hesibandin? Bersiva van pirsan ancax bi vegera heqîqetê dikare bê dîtin. Ev jî qada lêkolîn û lêpirsîna zanista jinê ye. Ji ber ku bêyî rastiya jinê, hemû lêkolînên ji derve hatiye hiştin, naghê serkeftinê.

Hebûna polîsên ehlaqî amûreke tinehesibandina jinê ye

Jin dikare wek netewek bê pênasekirin. Ji ber vê her êrîşek emperyalîst, destpêkê netewa jinê dike hedef. Ji ber koka civakek di hebûna jinê de ye. Dema hebûna jinê hat şikandin, nifşên civakê bê hestî dibe û bi asan dikeve bin kontrolê. Ev rewş ji bo Kurdan û bi taybet ji bo jinên Kurd du qat giran e.

Di 16’ê Îlona 2022’an de, Jîna Emînî ya 22 salî bi hinceta ku li gorî ‘pîvanên hîzarê tevnegeriyaye’ ji aliyê Komara Îslamê ve hat qetilkirin. Ev bûyer di esasê xwe de dijminatiya rejîmê ya li dijî Kurdan û jinê raxist ber çavan. Hebûna polîsên ehlaqê jî amûrek tinehesibandina jinê ye. Dibe Fars, Azerî, Kurd, Beluc an jî ji gelek din be, dema jin ji nava çar dîwaran derket, ji bo rejîmê dibe gef.

Dema îro li civaka Îranê bê temaşekirin, digel mîrasa jinê ya qedîm a Mezopotamyayê, rola jinên li Îranê hatiye sînordarkirin. Herî zêde hebûna xwe di qada parastina ziman û çandê de nîşan daye. Lê belê dema sînor derbas kir, di dinyayê de jinên pêşeng ên ku navê xwe dane bihîstin derketine. Heta gihîştiye jinên ku di xebatên fezayê de cih girtin.

Jin hêza berxwedanê hildigrin

Lewma qetilkirina Jîna Emînî, berdewama dîroka jinê ya 13 hezar salî ye. Di her demê de jin wek xwedavend, sêhrbaz, fitnevan, aqlê kêm û li dijî olê hatiye deqdan, dûr xistine an jî xwestine tine bikin. Li Îranê Îslama siyasî, bi taybetî bêîradekirina jinê kiriye polîtîkaya bingehîn. Polîsên ehlaqê bi hinceta ji bo zoriya hîzarê li jinan bikin li kolanan belav kirine. Lê belê di bingeh de hişmendiyek ku xizmetê ji nêzîkatiyên mêr re dike û jinê di kuje ye.

Tevî vê yekê jinên Kurd, wek mîrasvanên çanda Zagrosan, hêza berxwedanê hildigrin. Kîjan dem dibe bila bibe, jinên Kurd ji bo parastina hebûn û nasnameya xwe, pêşengtî kirine. Mirina Jîna, carek din hêz da serhildana kolektîf a jinan. Heta beriya çend rojan ji ber Şilêr Resûl bû qurbaniya êrîşa zayendî, jin cardin rabûn ser piyan. Bibîr xistin ku; “Ger xwezaya jinê di tarîtiyê de bimîne, wê hemû xwezaya civakê di tarîtiyê de bimîne.”

Îro ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi pêşengiya jinan bilind bûye, ne tenê di navbera Kurdan de, di nava hemû gelên herêmê de vegeriyaye felsefeyek jiyanê, bawerî û çavkaniya zanistê. Ev felsefe di jiyana civakî de şênber tê dîtin, di qadên nasname, dîrok, ziman û çandî de xwe nîşan daye.

*Rojnameger