Çalakvanên Mexribê: Di aboriyê de bihêzkirina jinan bingehê wekheviyê ye
Çalakvanên Mexribê yên beşdarî civînekî ku li Mexribê hat lidarxistin bûn, anîn ziman ku di qada aboriyê de bihêzkirina jinan bingehê wekheviyê ye.
RECAA XEYRET
Mexrib – Di konferanseke herêmî de ku li Marakêş a Mexribê hat lidarxistin de, Hevpeymaniya "Nifşên Wekheviyê" daxuyaniyek pêşkêş kir ku tê de parêzvanî û daxwazên ku hêzdarkirina aborî ya jinan hedef digirin hebûn. Çalakvanên di civînê de tekez kirin ku serxwebûna darayî ya jinan şertek pêşîn e ji bo bidestxistina wekheviya civakî.
Koordînatora bernameyê Halime Oulami got, "Ev proje bi hevkariya çar komeleyên jinan hate pêkanîn. Her yek ji me bal kişand ser mafên aborî yên jinan û di dawiyê de vîzyonek yekgirtî ji bo bihêzkirina aborî ya jinan pêş xist." Oulami rave kir ku armanca perwerdehiya ku ji jinên karsaz re hatiye dayîn hem fêrbûna mafên wan ên qanûnî ye û hem jî wan bi jêhatîyên avakirina projeyên xwe ve girêdide.
Jin bi mûçeyên bi qasî ji sedî 30 kêmtir ji yên mêran dixebitin

Seroka Federasyona Komeleyên Mafên Jinan Sanaa Zaîmî destnîşan kir ku rêjeya beşdariya jinan di warê aborî de tenê ji sedî 25 e, ev yek nîşan dide ku jin ji hêza kar sûdên adil wernagirin. Sanaa Zaîmî got, "Jin pir caran di sektorên bêewle de, bêyî parastina civakî û bi mûçeyên bi qasî ji sedî 30 kêmtir ji yên mêran dixebitin."
Sanaa Zaîmî her wiha destnîşan kir ku li Mexribê ji sedî 20ê malên bajarî û ji sedî 12ê malên gundî ji aliyê jinan ve tên birêvebirin. Sanaa Zaîmî destnîşan kir ku piraniya van jinan jinebî an jî berdayî ne û rêjeya xwendin û nivîsandinê jî kêm e.
‘Hêzdarkirina jinan pirsgirêkek çandî ye jî’

Seroka Komeleya Cihê Sivîl li Ait Ourir Najat Atkarzi, tekez kir ku jinên li deverên gundewarî bi astengiyên zimanî û aborî re rû bi rû dimînin. Najat Atkarzi got, "Gelek jinên Berber (Amazîx) nikarin bigihîjin xizmetên giştî ji ber ku ew bi Erebî nizanin. Ji ber vê yekê, hêzdarkirina jinan ne tenê pirsgirêkek aborî ye, lê di heman demê de pirsgirêkek çandî ye jî."
Di dawiya civînê de, beşdaran banga hêsankirina gihîştina jinan bo çavkaniyên darayî, piştgirîkirina destpêşxeriyên gundan û bi sazîkirina perspektîfa zayendî di polîtîkayên pêşkeftinê yên ku armanc dikin bihêzkirina aborî ya jinan kirin.
Çalakvanan peyama "Wekheviya rastîn bêyî azadiya aborî ya jinan ne mumkin e" dan.
