Çalakvanên Mexmûrê: Em hêz û wêrekiya xwe ji Rêber Apo digrin

Jinên Wargeha Mexmûrê yên beşdarî Çalakiya Nobetê bûn, balkişandin li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşîn û serkeftinê mîsoger bikin.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – 25 sal in Rêberê Gelê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ji 25’ê Adara 2021’an vir ve bi tu awayî agahî ji wî û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê tên ragirtin, nayê girtin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryardariyek xurt berdewam dike.

Jinên ku beşdarî Çalakiya Nobetê bûn, der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivî.

‘Em hêz û cesareta xwe ji Rêberê xwe digrin’

Çalakvan Wesîle Çelebî, diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevahî gel tê tecrîdkirin û got: “Ger em wek gelê Kurd nebin yek, em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin. Rêbertî gelek girîngî dide jinan, divê em jî wek jin û dayikên Kurd xwedî li Rêberê derbikevin. Hêviyên me ji tu kesî nîne. Rêberê me rêberek heqîqetê ye û pêwîste xwedî li heqîqeta xwe derbikevin. Di şexsê Rêber Apo de tevahî gel tê tecrîdkirin. Em hêz û cesaret ji Rêberê xwe digrin. Em wek jinên Kurd xwedî hêz û îradeyek mezinin û divê em bivê hêz û îradeyê azadiya fîzîkî ya Rêberê misoger bikin. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşîn û serkeftin wê ya me be.”

‘Tu maf ji bo Rêber Apo derbasdar nîn e’

Çalakvan Ezîze Sêrtî jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha got: “Rêbertiya me ev 25 salin di girtîgehê de ye û ev 4 salin bi tu şêweyî em agahî jê nagirin. Ne malbat û ne jî parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Mafê her girtiyek heye ku li gel malbat û parêzerên xwe hevdîtinê pêkbîne, lê tu maf ji bo Rêberê me derbasdar nîne. Dewleta Tirk di şexsê Rêbertiya me de tecrîdek giran li dijî tevahî gelê Kurd dimeşîn e. Îro hemû girtiyên azadiyê di bin tecrîdek giran de ne. Gelê Kurd îro ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiyan de ne.”

Ji bo Rêbertî çi ji me bê xwestin em ê bikin’

Ezîze Sêrtî diyar kir ku ew ê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşîn û wiha got: “Çalakiya Nobetê ya ku me li Mexmûrê dayê despêkirin jî, bi biryardariyek xurt berdewam dike. Em wek gelê Mexmûrê heta ku Rêbertiya xwe azad nekin, wê çalakiyên me bidome. Ji bo Rêbertî çi ji me bê xwestin emê bikin.”

‘Divê êdî gelê Kurd xwedî li xwe û Rêberê xwe derbikevin’

Ezîze Sêrtî di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelê Kurd kir û wiha got: “Tevahî cîhan ji bo Rêber Apo xwe bêdeng kiriye. Ji bo gelê Kurd wijdana tu kesî nemaye. Yên ku îro xwe wekî parêzvanên mafên mirovan bi nav dikin, bêdeng in. Divê êdî gelê Kurd xwedî li xwe û Rêberê xwe derbikevin.”