Çalakvanên jin: Pêdiviya me jinên Iraqê bi têkoşînek hevpar heye
Çalakvanên jin ên ji Bexdayê ku di Şêwra Jinên Êzidî û Ereb de li Şengalê amade bûn gotin: “Êrîşên qirkirinê ku li ser jinên Êzidî hatibû meşandin di rastiya xwe de qirkirina nasnameya jinan e. Ji bo vê yekê berpirsyariya hemû rêxistin û çalakvanên jin û mirovî li hemberî jinên Êzidî heye û lazim e erkên xwe bi cih bînin. Di heman demê de weke jinên Iraqê pêwîstiya me bi têkoşînek hevpar li hemberî siyaseta perçekirinê heye.”
SITÎ ROZ
Şengal- Duh di saetên sibehê de li navçeya Til Izêr a Şengalê, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di bin dirûşma “Yekitî û têkoşîna jinan dê parastina jinan misoger bike” Şêwra Jinên Êzidî û Ereb li ser mijara ferman û siyaseta qirkirinê ya li ser jinan tê meşandin hat lidarixistin. Di şêwrê de jinên Ereb ji Bexdayê, endamên Eniya Têkoşîna Demokratîk a Mûsil, Rêxistina Pêşveçûna Jinan, Tevna Alîkariya Jinên Êzidî û jinên ku ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne amade bûn. Di heman demê de ji ber astengî û hişyariya ku hêzên Iraqê bi hinceta ne aramiya Şengalê, gelek jinên ji rêxistinên cuda yên Bexdayê nikaribûn li Şengalê amade bin.
“Cîhan li hemberî civaka Êzidî tenê hestiyar e”
Li ser mijara Şêwra Jinên Êzidî û Ereb çalakvana ji Bexdayê Şemsa Necar ku bi eslê xwe Êzidî ye ji ajansa me re axivî. Şemsa Necar bal kişand ku qirkirina li ser jinên Êzidî hatiye meşandin, hemû jinan di nava xwe de dihewîne û got: “Ev şêwr xwedî girîngiyeke ku tiştên di dema DAIŞ’ê de hatibûn jiyîn û gavên ku piştî DAIŞ’ê hatin avêtin di vê şêwrê de me xal bi xal nîqaş kirin. Ji ber ku tişên hatin serê jinên Êzidî sosret bûn, ne rewşên hêsan bûn, vê yekê atmosferek giran û bi êş li ser vê şêwrê da çêkirin, weke ku me birîna jinên Êzidî dubare li vir der kiribe. Jinên Ereb û bi giştî cîhanê jî li hemberî civaka Êzidî nizîkatiyeke wan a hestiyarî heye. Lê di warê pratîkê de em tu gavek nabînin.”
“Ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di destên DAIŞ’ê de pêdivî bi şiyariyek navneteweyî heye”
Çalakvana Şemsa Necar di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bu rizgarikirina jinên dîl ku hê jî di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne; ne dewleta Iraqê ne jî qada navneteweyî tu gav neavêtine û wiha bilêv kir: “Ne Iraq ne jî hin rêxistinên ku mafên mirovan û jinan diparêzin li hemberî jinên Êzidî bi taybetî jinên ku di destên DAIŞ’ê de dîl in, tu gav nehatine avêtin û rewşa wan piştguh hatiye kirin. Em dikarin bibêjiin ku hinek rêxistinên jinan jî li hember jinên Êzidî bi temamî bi erka xwe ranabin. Lazim e hemû jin û rêxistinên jinan ne tenê bi nizîkatiyên hestiyarî bi berpirsyariya xwe ya mirovî ya li hember jinên Êzdî hereket bikin. Jinên Êzidî jî lazim e têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji ber ku rêxistinbûyîna rast jinan ber bi azadiyê ve dibe.”
“Xweparastin mafê jinan ê rewa ye”
Çalakvana ji Bexdayê Şemsa Necar ku bi eslê xwe Êzidî ye di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku parastina jinan mafê rewa ye bi çi şeklî dibe bila bibe divê ev yek were kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mafê jinan ê parastinê mafeke bingehîn û xwezayî ye. Jin ji bo ku xwe biparêzin dikarin çekê jî bi kar bînin ev yek mafê wan ê sereke ye. Em van gavên weke vê şêwrê girîng dibînin. Di heman demê de lazim e jinên Êzidî bi jinên Iraqê re têkiliyên xwe berfireh bikin. Di dawiyê de dixwazim bibêjim ku rêxistinên jinan yek ji armancên wan ên sereke ew e ku destek bidin hemû jinên têkoşînê didin meşandin û yên pêwîstiya wan bi têkoşînê heye.”
“Her ku êrîşên li ser jinan mezin dibin pêre jî têkoşîna jinan a ji bo azadiyê geştir dibe”
Çalakvana ji bexdayê Bidur Elcerah ji pêhateya Ereb e, di şêwrê de amade bû. Bidur Elcerah ji ajansa me re diyar kir ku hêzên qirker bi êrîşên li ser jinan tu carî nikaribûne têkoşîna jinan a azadiyê rawestînin û wiha bilêv kir: “Weke kes ev ne hatina min a cara yekemîn e ji bo şengalê. Me di dema fermanê de hewl da em ji jinên Êzidî û Ereb re alîkar bin. TAJÊ’ê daxwaznameyek ji bo beşdarbûna me di vê şêwrê de şand. Girîng e ku em weke jinên Ereb û Êzidî li ser êşa hevbeş nîqaş bikin û têkoşînê bi hevbeşî bidin meşandin. Bi qasî mezinbûna êşa ku jin dikşînin, hêza têkoşînê ya jinan mezintir û bilindtir dibe. Li ser axa Iraqê jinên ji pêkhateyên cuda weke Ereb, misliman û Kurd li hemberî êşa ku jinên Êzidî jiyane êş kişandine.”
“Êrîşa li ser zindana Hesekê planekî gelekî mezin bû”
Bidur Elcerah di nav axaftina xwe êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser zindana Hesekê nirxand û wiha şîrove kir: “Ev êrîşa dawî li ser zindana Hesekê ez weke komployeke li ser hemû Sûriye, Rojava, Iraq û heta Rojhilata Navîn tevahî dibînim. Ev planên qirêj Ji bo qirkirin û şikandina civakên kevnar ên li ser vê axê tên kirin. Planên gelekî kevin ên dewletên dagirker weke Emerîka hene ji bo guhertina demografiya vê axê. Em weke civaka Ereb ji bo pêşerojeke dirêj nafikirin lê belê hêzên dagirker û desthilatdar ji bo pêkanîna planên xwe li ser axa me, bi sedan salan e planan çêdikin û li ser kar dikin. Êrîşa dawî jî yek ji wan planan e.”
“Êzdayatî baweriya herî kevnar e, lazim e her kes li gorî vê rastiyê nêz bibe”
Çalakvana ji bexdayê Bidur Elcerah ji pêkhateya Ereb, axaftina xwe bi gotina Êzdayetî baweriya herî kevnar e bi dawî kir û wiha got: “Ji bo parastina hebûna me weke jin tu riyek ji me re nehiştin ji derveyî têkoşîn û parastina xwe. Weke jinên Êzidî û Ereb em ê parastina hebûn, bawerî û axa xwe bikin. Bi taybetî ji bo jinên Êzidî xweparastin şert e. Li Iraqê jî baweriya Êzdayatiyê ya pêşîn e, dîrok jî vê piştrast dike.”