Çalakvana Tûnisî Fatma Mewlahî: Divê em jin hevgirtî bin

Cîgira Eniya Yekitiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî Fatma Mewlahî bal kişand şerê li heremê dimeşe û bandora wê li ser jinan, got “Zagonên ku mafên jinan diparêzin nayên pêkanîn” û banga hevgirtinê li jinan kir.

ÎXLAS HEMRÛNÎ

Tûnis – Bi şerê cîhanê yê sêyemîn re ku weke navend li Rojhilata Navîn didome jin di bin sêgoşeya birdoziyên olperestî, zayendparêzî û netewperestiyê re rûbirûyê êrişan tên. Cîgira Eniya Yekitiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî ya li Qesreynê, Fatma Mewlahî ku bi salan e li ser mafên jin û zarokan û parastina wan dixebite, ji ajansa me re têkildarî rewşa jinan li welatên ku şer û pevçûn didomin axivî.

‘Herî zêde jin ji şer zirerê dibînin’

Fatma Mewlahî ya got “Dema ku şer çêdibin ên herî zêde zirarê dibînin jin in” bal kişand şerê ku li heremê didome û bandora wê li ser jinan û got: “Di dema me ya niha de jinên Filistînî mînakeke berbiçav û nimûneyek ji jinên cîhanê re ne û ji her kesê re îsbat kirin ku ew çendî berxwedêr in. Ger ev jinên Filistînî di warê mekanîzmayên biryargirtinê de cihê xwe bigrin dê  bi ser bikevin. Ji ber ku sekna wan a bi vîn, cesaret û bi sebir vê nîşan dide. Ew dikarin di şeran de jî sekneke xweser raber bikin û xwedî hêza parastina welatê xwe ne.”

‘Di bin şerekî berdewam de dijîn’

Fatma Mewlahî bal kişan berxwedana jinan a li hemberî qeyrana ku dû qat zêdetir pê re rû bi rû tên û got: “Jinên van welatên ku ji derve şer li wan hatiye derxistin û bûne cihên pevçûnên dijwar; li ber xwe didin. Ji ber di bin şerekî berdewam de dijîn, ji mafên xwe yên herî biçûk bêpar in. Mîna av, kehrebe û xwarinê. Şer bûye sedema paşguhkirin xizanî tundiya fizîkî û zayendî ya li dijî jinan. Her wiha jin û zarok rûbirûyî birçîbûn tîbûn û belavbûna malbatê dimînin û hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin her diçe zêde dibe. Ji bilî şerê qirkirinê vê rewşa ku civak bi taybetî jin tê de ne nayê dîtin. Zilma ku li dijî zarok û jinan li ser torên medyaya dîjîtal tê belavkirin mirov xemgîn dike û cihê mixabiniyê ye.”

‘Di dema şeran de jin berpirsiyariyên giran hildigirin’

Fatma Mewlahî bibîr xist ku şer bandorên neyînî yên derûnî civakî aborî li ser civakê, bi taybetî jinan çêdikin û got: “Her wiha dibin sedema derketina pirsgirêkên derûnî. Jin di dema şeran de berpirsyariyeke mezin hildigrin, beşdarî şer dibin çekan digrin û parastina zarokên xwe dikin. Ji ber şeran gelek çalakiyên mirovî çandî û aborî radiwestin. Ev yek dibe sedema neçarbûna jinan û nikarin ji derveyî mala xwe kar bikin, ev yek jî rê li ber îstîsmarê vedike. Rewşa jinan li hemû welatên şer li wan heye zehmet e ji ber ku di nava zilmê de dijîn û rûbirûyî tecawizê dimînin li welatê xwe. Mafên wan ji dest wan tên girtin lê belê tevî van hemûyan jî hewl dide parastina xaka xwe bikin.”

‘Zagon nayên bi cih anîn’

Fatma Mewlahî bal kişand ku hinek zagon hene hatine danîn ji bo parastina jin û zarokan di serdemên şer de, lê ev zagon nayên bi cih anîn. Fatma Mewlahî wiha domadn: “Komeleyên hiqûqî çalakvanên mêr û jin ên civaka sivîl xwe spartine van zagonan ji bo rewşa jinan li herêmên şer çareser bikin. Her wiha hinek komên din xwestin van kiryaran rawestînin lê belê ev kombûn zêde bi ser neket û komeleyên ku banga mafên mirovan dikin krîza jinan çareser nekirin. Ji ber ku ew ne xwediyên biryarê ne û nikarin şer rawestînin. Biryara rawestandina şer bi aliyê desthilatdariya siyasî ve girêdayî ye.

Zagonên navdewletî nikarin sînorekî ji azarên jinan re di dema şer de deynin ji ber ev hêz li gorî berjewendiyên xwe kar dikin. Ew biryar didin şer bikin û guh nadin zagonan. Li Filistîn û Lubnanê şerên ku didomin bi biryarên siyasî ne. Îsraîl bi alîkariya dewletên ku rewşa jinan û welatan ji bo wan re ne girîng e vê yekê dike û li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî dimeşe.”

‘Divê jin hevgirtî bin’

Fatma Mewlahî bal kişand lis er girîngiya hevgirtina jinan û got: “Her jineke li cîhanê dizane azarên jinan çi ne. Em ne tenê behsa bûyerên li Xeza Lubnan û cihên din dikin. Divê em weke jin û rêxistinên hiqûqî bi hev re kar bikin û hevgirtî bin ji bo li hemberî bandorên neyînî yên şeran bisekinin û krîzên ku jin û zarok dijîn hinek be jî kêm bikin. Divê em zagonan bisepînin û aktîf bikin ji ber ku ne girîng e zagon hebin, a girîng aktîfkirina wan e. Her wiha civaka navdewletî heta niha nikare van zagonan bisepîne û pêk bîne ji ber wê divê em zextê bikin ji bo ev zagon werin pêkanîn.”