Çalakvana Tûnisî: Em ê dengê jinên berxwedêr ên li Sûriyeyê bilind bikin

Çalakvana Tûnisî Cenîn El-Talîlî ku bal kişand ser binpêkirinên jinan ên li herêmên şer û got, "Em li cem jinên berxwedêr ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, em ê bi her awayî piştgiriyê bidin wan û dengê wan bilind bikin."

ZIHUR EL MEŞRIQΠ

Tûnis – Bertekên herî mezin li hember êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji jinan tê. Her ku êriş zêde dibin û sûcên şer ên li dijî jinan di çapemeniyê de cih digirin, ji gelek welatan jin banga rawestandina êrişan dikin.

Çalakvana mafên mirovan a Tûnisî Cenîn El-Talîlî diyar kir ku li herêmên mîna Sûdan, Xeza û Sûriyeyê polîtîkayên şer herî zêde bandorê li jinan dike û got: “Pir girîng e ku em di vê pêvajoyê de piştgiriyê bidin jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em di qonaxeke dijwar re derbas dibin û ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi hevgirtina jinan heye. Jin li herêmên şer bi şert û mercên gelekî dijwar re rû bi rû dimînin. Her tim herî zêde jin û zarok berdêla polîtîkayên şer didin.”

Bang li rêxistinên civaka sivîl

Cenîn El-Talîlî diyar kir ku dîmenên tundiya li ser jinan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve ku gelek bajarên Sûriyeyê dagir kirine, di raya giştî de cih girtine û wiha dewam kir: "Rewşa rastî ya zilma çeteyan a li dijî gel û jinên li Sûriyeyê, birçîbûn û koçberî ji raya giştî ya cîhanê re nayê ragihandin. Sûcên şer bi rêya civaka sivîl neguhestin welatên cîhanê. Divê civaka sivîl bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sazî û rêxistinên li wir re di nava têkiliyê de be û dengê xwe li hemû cîhanê belav bike.”

'Divê hişyarî ji welatên cîhanê re bê dayîn'

Cenîn El-Talîlî destnîşan kir ku divê li gelek deverên herêmê jî hevgirtineke xurt di navbera jinên herêmê de hebe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hişyarî ji welatên cîhanê re li ser rewşên ku jin di qadên şer de pê re rûbirû tên, êşa ku ew dikişînin û xetereyên li ser wan bê ragihandin. Em li gel jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ku li berxwe didin. Em ê bi her awayî piştgiriya wan bikin, dengê wan bilind bikin û qîrîna wan bigihînin. Em ji bo sibêrojekê baştir hewl didin di nava piştevaniyê de bin.”