Çalakvana Mexrîbî: Divê eniyek bihêz a jinan bê avakirin

Çalakvana mafên mirovan Zahra El-Wardî, banga avakirina eniyek herêmî ya bihêz kir ku bikaribe li dijî pergalên zext, kedxwarî û şer derkeve û jinan hem li deverên berxwedanê û hem jî li eniyên pêş biparêze.

HENAN HARET

Mexrib – Di pêvajoyekî ku dabeşbûnên erdnîgarî û siyasî kûrtir dibin û hewlên ji nû ve wergirtina destkeftiyên jinan bileztir dibin de, nîqaşên femînîst ên herêmê jî pirsek bingehîn derdixe holê: Gelo tevgerên jinan li Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn dikarin hevpeymaniyek navneteweyî ava bikin ku bikaribe bandor li mafên jinan bike û bi awayekî kolektîf biparêze?

Di vê çarçoveyê de, Endama Yekîtiya Çalakiya Jinan û Aktîvîsta Mafên Mirovan a Mexribî Zahra El-Wardî, ji tercûbeyên femînîst yên Mexrîbê nêrînek pêşkêş dike. Ev nêrîn, ji beşdariya çalak a bi lihevkirina herêmî û torên femînîst ên Ereb û navneteweyî re çavkanî digre û xwe disperê baweriya “pêdivî bi lihevkirinek nû ya ji sînorên erdnîgarî derbas dike û li ser prensîbên femînîst ên zelal ava bibe, heye.”

Tevgerek jinan a bi kok û bandor

Zahra El-Wardî, destnîşan kir ku tevgera jinan a li Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn ne nû ye û ne jî marjînal e. Zahra anî ziman ku berovajî di têkiliyên xwe yên herêmî de kok berdaye û di pêkanîna veguherînên girîng ên qanûnî û civakî de roleke girîng dilêyze û got: "Tevgera jinan a li Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn, tevgerekî li welatan ji nû ve zindî dibe ye û di veguherînên dijîn û veguherînên ku mafên jinan li vê herêmê dijîn de rolek bingehîn lîstiye."

Li gorî hêzên din, hêza herî bibandor û kêrhatî ye

Zahra, diyar kir ku ev tevger ji bo reformên qanûnî yên girîng ên wekî xurktirina qanûnên malbat û hemwelatbûne û rêgeza wekheviyê hewildanan nîşan didin. Zahra da zanîn ku di heman demê de bi pêwendiya xwe ya standartarên navneteweyî, mewzûata netewî bi wan re tîne rewşa lihevhatî. Lê, li gorî nêrîna Zahra El-Wardî, tiştê ku tevgera jinan ciyawaz dike, jêhatibûna wê ya bi rêya têkoşînek sivîl a serbixwe ya ezmûnek berfireh a parêzvanî û yasayî berhev kiriye re çarçoveya kevneşopî ya partî û saziyên fermî derbas dibe ye. Zahra El-Wardî, wiha got: “Li gorî hêzên din, hêza herî bibandor û kêrhatî ye.”

Lihevkirinên herêmî yên li ser bingeha rêgezên hevpar

Zahra Al-Wardî, balkişand ku Mexrîb bi awayekî îzole xebat nameşîne, berovajî wê bi torên femînîst ên herêmî yên rast ên ji welatên Ereb, Efrîkî û Deryaya Spî pêk tên re li ser mijarên stratejîk xebat dimeşîne û got: "Em di çarçoveya lihevkirin û torên Mexribî, Erebî û herêmî de dixebitin. Xebatek me ya rast û domdar a li ser danûstandina pisporiyê, berhevkirina hewldanan û li ser bingeha platformên NY’ê heye.”

Zahra, destnîşan kir ku ev lihevkirin ne li ser bingeha nezaket an jî ferzkirinên demkî ne, bi taybetî li ser demokrasî û mafên mirovan li ser bingeha lihevhatina referans û pozîsyonan e û wiha pê de çû: “Em nikarin bi rêxistinên ji rêgezên me cuda ne re lihevkirin çêkin. Ev rêgez, bingeha domdariya lihevkirina me û bidestxistina encaman ava dike.”

Tora Ru

Zahra Al-Wardî, balkişand li ser modelên serketî yên hevkariya jinên herêmî yên wekî ezmûna Tora Ru'ya di bûnyeya zêdetirê 20 rêxistinên jinan ên ji 13 welatan pêk tê jî. Zahra diyar kir ev Tora Ru’ya li dijî bazirganiya mirovan û kedxwariya jin û zarokan xebatan meşandiye, ji bo rizgarkirina jinan ya li Urdun û Misrê, di sala 2016’an de li Mexribê ji bo têkoşîna bazirganiya mirovan ji bo parastina derxistina yasayek navneteweyî encamên şênber bi dest xistiye.

‘Pêşîlêgirtina tundiyê, bêyî xebatên perwerdeya ji heyama zarokatiyê nabe’

Zahra Al-Wardî, her wiha bal kişand ser ezmûneke hevkariyê bi rêya bernameya ‘Ji bo Tundiyê Sifir Tolerans’ a balê dikşîne ser perwerdekirina mudaxleyên ewil ya di bûyerên tundiyê de û avakirina zanebûnê ya li saziyên perwerdehiyê û got:“Pêşîlêgirtina tundiyê, bêyî xebatên perwerdehiyê yên ji heyama zarokatiyê dest pê dikin, biser nakeve.”

Zahra, balkişand ser modela koordînasyona jinên Mexribê yên ku beşdarî afirandina muxtirayek berfireh a daxwazên ji bo kontrolkirina Qanûna Malbatê ya di nava saziyê de û wiha axivî: “Ev bû sedema diyalogek sazûmanî ya berfireh û komîteyek fermî ya pir beşdar ku raporek bi pêşniyarên guhertinan ji bo pêşkêşkirina Parlamentoyê amade kir. Îro tevgera jinan, di avabûna polîtîkayan de û bandorbûna hevsengiya hêzê di civakê de veguherî hevparek.”

Lihevkirina jinan: Ne Vebijarkek, pêdiviyek e

Zahra, di ronahiya guhertinên jeopolîtîk û qeyranên zêdebûyî de bawer dike mafên tevgerên jinan ên bi dehsalan ji bo wan têdikoşîn di bin gefan de ne û ewlehiya pergala NY’ê tê lêpirsînkirin. Zahra, di hawirdorek ku bi taybetî li dijî gelê Filistînê mîna “şerê îmhakirinê” tê pênasekirin û parastina jin û zarokan û mudaxeleyên mirovî yên bingehên kêm de, neserkeftina NY’yê ya di pêkanîna Biryara Konseya Ewlekariyê ya bi hejmara 1325’an ya bi mijara “Jin, Aştî û Ewlehî” de, wek mînakek nîşan dide.

Zahra anî ziman ku avakirina lihevkirinek jinan a herêmî êdî ne luks e, pêdiviyek lezgîn e û got: "Tenê daxuyanî ne têrkêr e. Em ji bo şandina muxtiran ya ji bo NY’ê, eleqederbûna welatên di êrîşan de cih digrin û li Komîsyona Statûya Jinê ya NYê lidarxistina rûniştinên taybet ên ji bo jinên Filistînî, di nava toran de dixebitin.”

‘Di mijara darayî de pirsgirêkên cidî tên jiyîn’

Zahra Al-Wardî, fikarên xwe yên têkildarî pirsgirêkên cidî yên di mijara darayî de tîne ziman û wiha dibêje: “Rêxistinên helwestên piştgirî didin doza Filistinê nîşan didin, ji aliyê bexşkerên Ewrûpa û herêmê ve jî rastî dorpeçên darayî û qûtkirinên alîkariyê tên. Ev rewş tenê gef li xebatên me yên domdar naxwe, di heman demê pêşxistina me ya hevkarî û bihêzkirina kapasîteyên toran jî asteng dike. Dîsa baweriya me ya binavendîbûna doza Filistinê, me neçarî berdewamkirinê dike.”

Zahra Al-Wardî, destnîşan kir ku tecrubeya Mexribê, modeleke vîzyonek femînîst a serbixwe ku ji bo herêmê vekirî, girêdayî herêmê ye. Zahra anî ziman ku bawer dike ku lihevkirinên derveyî sînor ne tenê vebijarkek rêxistinî, di heman demê de di demên hilweşînên piralî de jî neçariyek e, pêşkêş dike. Di ronahiya vê rastiyê de, tê fêmkirin ku lihevkirina femînîst ya derveyî sînor êdî ne tenê pêdiviyek ehlaqî, di heman demê de şertek saxlemiyê ye jî.