Çalakvana mafên jinan ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin
Çalakvana mafên jinan Suheyla Mutaî bi hinceta tevlî greva giştî bûye ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat binçavkirin.
Navenda Nûçeyan- Li gor nûçeya Kolbernews’ê, duh hêzên rejîma Îranê li bajarê Dêwlan ya ser bi parêzgeha Sine bi hinceta ku çalakvana mafên jinan Suheyla Mutaî tevlî greva giştî bûye, binçavkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye duh (22 Çile) li seranserî Rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî greva giştî pêkhat. Tevayî bazar, dikan û cihên giştî girtî man.