Çalakvana Kurd Aziza Nasserî bi kefalet hat berdan
Çapemeniya mafên mirovan ragihand ku rayedarên Îranê çalakvana Kurd Aziza Nasserî bi kefalet ji bo demek ji zindana Urmiyeyê berdan.
Navenda Nûçeyan- Li gorî tora Kurdistanê ya mafên mirovan, di 31'ê Tebaxê de piştê mehek di girtîgehê de ma rayedarên Îranê çalakvana Kurd Aziza Nasserî bi kefalet ji bo demek ji zindana Urmiyeyê berdan.
Hat diyarkirin ku Aziza Nasserî di 27'ê Tîrmehê de ji hêla îstîxbarata Îranê ve hatibû girtin û bi tewana "tevgera li dijî ewlehiya neteweyî bi hevkariya partiyek dijber re" hat girtin û li gorî çapemeniyê Aziza Nasserî di 26'ê Tebaxê de, piştî mehekê girtin û lêpirsînê veguhestine beşa jinan a Girtîgeha Navendî û bi kefaleta 200 milyon tûman (diravê Îranê) hat berdan heta roja dadgehê.