Çalakvana Îranî: Di bin îşkenceyê de her kêlî li benda sêdarê bûm

Çalakvanên jin ên Îranê di binçavan de bi îşkence, êrîşa zayendî, tecawiz û her cure zextan re rû bi rû dimînin. Sepîdeh Kashanî pêvajoya lêpirsînê ya dirêj û bi êşkence anî ziman û got ku ew her kêlî li bendê bûye ku sêdar bê danîn.

Navenda Nûçeyan- Çalakvan Sepîdeh Kashanî, li welatê xwe wek xebatên jîngehê û xweza dimeşîne tê naskirin. Herî dawî ji ber sûcên li dijî xwe hatin kirin 6 sal ceza girt û ev 5 sal in di girtîgehê de ye. Rastî lêpirsînên demdirêj hat di pêvajoya girtîgehê de jî rastî îşkenceyên giran hat. Çalakvan tiştên jiyane, di nameya xwe de vegot.

Sepîdeh Kashanî wiha behsa dema di binçavan de bû dike:

"Di ber guhên min de dikir pistepist, digot di dawiyê de ez ê te berbi jor bikişînim, em ê li vir daynin te” ev hevok tenê yek ji gefên li dijî çalakvanek jin a li hucreyên lêpirsînê yên li Îranê tê bikaranîn e. Çalakvana jîngehê ya Îranê Sepîdeh Kashanî, tiştên ku lêpirsîn û dibin îşkenceyê de jiyaye, gelek dezgehên çapemeniyên li welatê wê tê ragihandin û rêxistin mafên mirovan re parve kir.

'Em ê dubare û ji nû ve bi ser bikevin'

Beşek nameya ku Sepideh Kasahnî tiştên jiya nivîsand, wiha ye:

“Ez Sepideh Kashanî, evîndara mirov, welat, malbat û welatê xwe…

Îro 5 sal in cezayê min ê 6 salan qediya. Di nava vê 5 salan de min li dijî dozên ku bi senaryoyên derew li dijî min hatine vekirin îtîraz nekir, min tenê hewl da xwe biparêzim. Îro jî ji bo welatê xwe, ji bo hemwelatiyên xwe, ji bo jinên welatê xwe û bi taybetî jî ji bo mirovên ciwanên welatê xwe dinivîsînim. Ez xîtabê hemû kesên ku ji ber bêedaletiyê birîndar bûne û hemû kesên ku heta îro li benda gotinê û derketina holê ya heqîqetê ne dikim, ez heta îro pir bêdeng mam û sekinîm.

Ez bi sîxuriyê hatim sûcdarkirin

Em her çend ji bo parastina welatê xwe hejmareke kêm in jî me hewl da em xwedî li xweza, ax û rûmeta xwe derbikevin. Me hewl da em ne bi dirûşman, di pratîkê de welatê xwe biparêzin. Min 25 salên jiyana xwe ji bo welatê xwe û parastina welat xerc kir. Heta ku bi awayekî hovane ji aliyê Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve hatim girtin û avêtin girtîgehê. Di rojên ewil ên ez hatim girtin de, min bi heyecaneke mezin hêvî dikir ku ev hemû xeletî ye û dê ev xeletî berevajî bibe. Ez li bendê bûm ku rastî derkeve holê, li benda roja ku ez ê azadiya xwe ji nû ve bi dest bixim mam. Lê di ser vê dîrokê re tam 5 sal derbas bûn. Rastî hatin veşartin û senaryoyên nû hatin nivîsandin. Sûc û îthamên giran ên ku dê her mirovek bi rûmet bilerizîne, hatin kirin. Ez bi sîxuriyê hatim sûcdarkirin.

Îro ciwanên xweşik ên welatê min çiqas kujer bin, ez jî ewqas sîxur im. Ez dixwazim bibêjim ku ez jî wek wan di bin zext, îşkenceyên tirsnak de di nava lêpirsînan de me û di bin planên ku ji bo îtirafên derew ji min bigrin çêkirin de me. Êdî min pêwîstî dît ku ji bo vegotina kûrbûna eş û janên xwe hinek zext û îşkenceyan vebêjim. Ez hêvî dikim ku belkî di vê şeva tarî de ronahiyek hebe.

Di destpêka her lêpirsinê de, lêpirsvanek bi dengek bilind sûreyan dixwend. Ji ber ku çavên min girêdayî bûn û min spartibû dîwar, min nedidît li ku û çawa rûniştiye lê digot ez mêrek oldar im. Cezayê darvekirinê û mirov, li vir e!

Ez her kêliyek li bendê bûm ku sêdar bê danîn

Ez ew kes im ku vê axê bêhn dike, bawer dike û nas dike me û di hucreya lêpirsîne de me. Di destpêkê de ez difikirîm ku lêpirsîner her tiştê ku ji min re bêje dê bike û li ser min bicerîbine. Ez her kêliyek li bendê bûm ku sêdar bê danîn. Dê lingek li binê stûyê min bikeve û her tişt bi vî yekê re bi dawî bibe. Ev atmosfera bêewle û bi fikar ji hişê mirov dernakeve.

Ma nebû? Bû. Ji min re wêneyên kesên ku ev yek jiyane, kesên ku ev dîmen dane jiyîn, nîşan dan. Wêneyên bedana bê can a Kavos Seyed Emamî nîşanî min dan. Ez difikirim ku Kavos nikare bimire, ew tijî hêvî û jiyan bû. Lê dema wêneyê darvekirinê yê hezkiriyek didin pêşberê mirov, hûn dev jê berdidin û hûn dixwazin demildest ya di rêzê de hûn bin. Dixwazin bibin ya din. Hema bêje hûn dixwazin 'Min bi dar ve bike, ez hemû sûcdariyên der barê xwe de qebûl dikim.” Di nava vê xemgîniyê de, we tena serê xwe davêjin hucreyê we.

Lêpirsîn pir dirêj domiya. Lêpirsîvanan di mijara ez endamekî rêxistinek veşartî me de israr kirin.

‘Odeyek derî, dîwar û hemû cihên wê bi xwîn bû’

Bi saetan li ser lingan mam di lêpirsînê de, rê nedan ku ez serê xwe bidim dîwar. Dema ku ez dibirim lêpirsînê bi saetan, ji ber çûyîn û hatina derenceyên tarî mirov zehmetiyan dikşîne, dixwazin hesin cih û mekan tune bibin. Her dem di odeyek tarî de lêpirsîna min dihat kirin. Di dema lêpirsînê de tenê min dengê ecêb ên ku ez lêpirsîn dikirim dibihîst. Odeyek ku derî, dîwar û hemû cihên wê di nava xwînê de bûn. Li odeyê xwîna kesên ku beriya min hatin lêpirsînkirin hebû, her dem digotin em ê te bikujin û em te nekujin jî em te bexş nakin.

Şevekê bi alîkariya jinek ku lêpirsînê dike ez ji hucreyê di vegeriyam, avahiya lêpirsînê tarî bû, min sihek dit ku derbaz dike û di korîdora ewqaz dirêj de ji nişkave û di mesafeyek kin de li pişt guhê min dibêje ‘Mirin ji bo te ewqas nêze.’ “

‘Ez qet negiriyam’

Du salan ez di pêvajoya girtin û lêpirsînê mam, cihek ku ez biçimê tunebû, ez qet negiriyam. Di vê demê de 4 kes hatin darvekirin, Murad, Taher, Nilufar û Homan bûn. Hema bibêje min qet xwarin nexwar, ez ranezam. Di lêpirsînekê de biryara girtina birayê min nîşanî min dan. Di dema lêpirsînê de her dem wêneyê wî didan nîşanî min. Dema hevalên min dibirin lêpirsînê û dianîn wêneyê wan nîşanî min didan. Di halek perîşan de bûn êdî ez jî nizanibûm ez jî wisan xuya dikim. Yên ku lêpirsîn dikirin digotin ger tu îtiraf nekî, dema werî berdan tu yê di qezayekê de bimrî yan di di pirekê de xwe bavêjî bimirî. 

Gefên dara darazê berdewam dikin

Ma îşkence xilas? Na xilas nebûye. Nizanim çend car e zext, îşkence, bêbextiyên derew, daxwazên dîtinê, gefên dara darazê berdewam dikin. Ceza û mehrûmkirina ji azadiyê di destê min de maye. Lê belê çi dibe bila bibe, ez bûm şahida neheqiyê û ez dizanim rastî naherikin û naçin. Ez dixwazim ev neyê jibîrkirin, wê îşkenceyên ku nayê aqilê kesê bi dawî nebin. Weke ew azadiya ku mafê me û şerefa me ya ku me winda nekiriye, em ê careke din û bi hêztir qezenc bikin…”