Li Rojhilat çalakvan û hunermendên jin di bin gefan de ne

Çalakvan û hunermendên bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku komên selefî gefan li wan dixwin û berhemên hunerî di nava bajaran de wêran dikin.

NESÎM MIHEMED XAWAH

Bane – Komên selefî li Îranê ji bo pêşxistin û parastina baweriyên xwe rêbazên tund li hemberî civakê bi kar tînin û li Rojhilatê Kurdistanê gel û bi taybetî hunermend û çalakvanên jin rastî gefan tên û berhemên hunerî û peykerên bajarî texrîb dikin.

Çalakvana sivîl Soma Ehmedî ku ji bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê ye wiha got: “Di çend salên borî de komên selefî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê gelekî zêde bûne. Baweriyên siyasî, bi armanca teşwîqkirin û bicivîna endamên nû xebatên xwe li dar dixin. Ev komên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji ber cil û bergên jinan hin caran li kolanan aloziyan derdixin. Ev demeke dirêj e ez li ser rûpela xwe ya taybet a medyaya dîjîtal behsa mijarên civakî û çandî dikim. Di vê navberê de bi hincetên reaksiyonê peyamên gefxwarinê digrin.”

‘Hunermend rastî gefan tên’

Hunermenda bi navê Shlyar Moradî der barê tacîzên ku di dema karê xwe de rast tên wiha got: “Çend caran ji aliyê kesên ku ez nas dikim bi riya profîlên sexte li ser malperên medayaya dîjîtal rastî gefan hatim. Peyamên bi gef ji min re dinîvîsîn û ji min re dibêjin kafir î û gelek hunermednin ên weke min rastî gefan tên.”

‘Piştgirî ji hunermendan re hat ragihandin’

Ebûbekir Bîran, yek ji peykersazên Baneyê ye got: “Komên selefî gef li min xwarin û li ser firoşgeha min nivîsandin ‘Ev hişyariya dawî ye’, ‘perestiya pûtan qedexe ye.’ Lê piştî wê yekê komek ji çalakvanên sivîl li cihekî karê wî kom kirin û ew nivîs rakirin û li şûna wan gefan ‘huner sembola bedewiyê ye’ û çend dirûşmên din ku karê komên selefî şermezar dikin û piştgiriya xwe ji hunermendan re ragihandin.