Çalakiyên li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike

Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kirin, bi lez û bez belav dibin. Ji çalakiyan nûçeyên mirinê tên, li Îranê jiyan tê rawestandin.

Navenda Nûçeyan- Tê diyar kirin çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve li Îranê dest pê kirin li zêdetirî 80 bajar û bajarokan belav bûne. Di nava agahiyên ku hatin bidestxistin de îdiayên ku di çalakiyan de encama mudaxeleya polîsan bi sedan birîndar û herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dane hene. Li Îranê ji ber qutbûna înternet û amûrên ragihandinê, ji hin cihan herikîna agahiyan nayê dabîn kirin.

Li gorî daxuyaniyên di televîzyona fermî ya Îranê cih digrin de hejmara kesên di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dan, derket 17’an; tê diyarkirin ku di nav kesên mirinê de 3 erkdarên ewlehiyê jî hene. Her çiqas ev hejmar di televîzyona dewletê de derbas dibe jî, axaftinên ku hejmara kesên di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dane zêdetire, hene.

Mirina Jîna Emînî hat red kirin

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku ji bo civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bû, îdiayên ku dibêje Jîna Emînî rastî tundiyê nehatîye dubare kir û kesên tevlî çalakiyan dibin, bi gotina “tişta ku tê kirin nayê qabûlkirin” hişyar kir. Polîsên Îranê jî îdia kirîbûn ku Jîna Emînî di 13’ê Îlonê de li navenda polîsan a ji aliyê polîsên exlaqê yên Tehranê ve hatibû anîn, bi awayekî lezgîn ji ber nexweşiya dil  rakirine nexweşxaneyê.

Çalakî belavbûn

Çalakiyên piştî Jîna Emînî bi dirûşmeyên "Bimre dîktator" û "Jin, jiyan azadî" di roja xwe ya 6’emîn de ye. Tê ragihandin ku çalakî li zêdetirî 80 bajar û bajarokan belav bûne û çalakvanan timî caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" berz dikin.

Li aliyê din dema medyaya civakî bertek tên nîşandan, hin jin ji bo şermezar kirine hêj porên xwe dibirin.

Kepeng hatin daxistin

Li gorî Rêxistinên Mafên Mirovan li bajarê Senedec ya navenda rêveberî ya parêzgeha Kurdistanê, çalakvanan 3 roj in dirûşmeyên li dijî Hameneyê berz dikin.

Çalakgerên li Dîwandereyê, di nava dengê çekan de bi keviran bersiv dan polîsan. Li Pave, Bane, Mehabad û Reştê jî çalakî hatin li dar xistin. Hat ragihandin ku li parêzgehên Kirmaşan, Îlam û Azerbaycana Rojava ku nifûsa Kurd lê zêde ye, li ser banga partiyên Kurd li gelek bajaran dikandaran kepengên dikanên xwe girtin.

Tê diyarkirin ku li welat çalakiyên xwendekarên zanîngehê jî belav dibe.

Înternet tê astengkirin

Rayedaran gihandina Instagram û WhatsAppê jî asteng kirin. Di salên dawî de ji ber astengkirina platformên medyayê yên din li welêt her du sepan bi awayî mezin dihat bikaranîn. Li welat gihandina Înternetê jî hat sînordar kirin.

Kanala nûçeyan a Şarke ragihand ku kargerê  telefona destan navê Jîna Emînî "filtre” kiriye. Lê Wezareta Ragihandinê ragihand ku di warî de fermanek nehatiye dayîn.