Çalakiya Xizmên Windayan di hefteya 800’an de ye

Di hefteya 800’an a çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de xizmên windakiriyan careke din anîn ziman ku wê dest ji têkoşîna xwe bernedin.

Amed- Çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û malbatên windakiriyan di 31’ê Çileya 2009’an de dane destpêkirin di hefteya 800’emîn de ye. Ji bo çalakiya ku malbatên windakiriyan 15 sal in bênavber didomînin, malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan ên li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya navçeya Rezana Amedê kom bûn, wêneyên windakiriyan hatin rakirin û aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û faîlên kesên hatine qetilkirin pirsîn.

Di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Vasif Ozturk ê di 1’ê Hezîrana 1994’an de li gundê Comar ê navçeya Pasûra Amedê hatibû binçavkirin û bi helîkopterê biribûn û careke din agahî jê nehat girtin hat pirsîn.

Gelek sazî û dezgeh beşdarî çalakiya di hefteya 800’an de bûn. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz di çalakiyê de axivî û got: “Bila ji kesên ku ev sûc organîze kirine hesab were pirsîn. Ev kesên ku em wêneyên wan hildigrin di organîzasyona dewletê de hatin kuştin. Me ev yek di dosyayên darizandinê de dîtin. Ji bo ku di rastiyê de hevrûbûnek çênebû ev doz hemû bi necezakirinê bi encam bûn. Em ê di her şert û mercî de vê têkoşînê bidomînin.”

‘Em heqê xwe li dewletê helal nakin’

Xwişka Mehmet Tekdag ê di bûyerên kiryarên wan nediyar de hat qetilkirin û Alî Tekdag ê di bin çavan de hat windakirin Îffet Tekdag a di çalakiyê de axivî, wiha got: “Hûn dizanin birayên min bi salan e winda ne. Goreke ku em biçin ser jî nîn e. Ez ê heta dawiyê li wan bigerim. Ez ê li hestiyên birayên xwe bigerim. Ez kengî di riya Farqînê de biçim serê xwe di paceyê de derdixim û dibêjim ‘Elî Elî birayê min tu min dibînî lê ez te nabînim, serê xwe derxe li xwişka xwe mêze bike.’ Dewlet dizane li ku ye lê cihê gorê nîşanî me nade. Em heqê xwe li dewletê helal nakin.”

‘Em ê li pey doza xwe bin’

Hevjîna Alî Tekdag, Hatîce Tekdag jî anî ziman ku bi şûjin, cereyan û kuçikan îşkence li hevjînê wê hatibû kirin û got: “Elî 19 caran hat binçavkirin, di cara 20’emîn de hat windakirin. Em cenazeyê xwe, hestiyên xwe dixwazin. Zarokên min sêwî man. Îşkenceya min û zarokên xwe dîtin kesê nedît. Min jî girtin birin ser riya Xana Axparê nava newalekê û pirsa ‘çima tu derdikevî televîzyonan û pirsa Elî Tekdag dikî, em ê te jî bikujin û bişînin cem Elî Tekdag, Mihemed û Mistefa’ ji min kirin. Heta ku em sax bin, heta ku cenaze û hestiyên xwe nebînin em dest ji vê têkoşînê bernadin. Bila derxin holê, em hestiyên xwe gorên xwe dixwazin ka bi ku ve birin, derxin holê. Heta ku ez û zarokên xwe sax bin em ê li pey doza xwe bin.”

Hevjîna Vasif Ozturk ê di bin çavan de hat windakirin, Lahiya Ozturk jî wiha got: “Ji wê rojê ve em li hestiyên wî digerin. Heta ku sax bin em ê li pey hestiyên xwe bin. Em dixwazin goreke wî hebe. Em 30 sal in li pey doza xwe ne.”

Piştre endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî çîroka Vasif Ozturk xwend û wiha got:

“Vasif Ozturk zewicî û bavê 7 zarokan, li gundê Cumar ê girêdayî navçeya Pasûra Amedê dima. Di dîroka 1’ê Hezîrana 1994’an de leşkerên ku girêdayî Tugaya Boluyê bûn operasyon dan destpêkirin, Vasif Ozturk li gel gundiyan Cembelî Tuncer û Efendî Şen hat binçavkirin û di heman rojê de polîsan li ser gelek gundên derdorê de jî girtin, ên ku wê şevê hatin binçavkirin şevek li dibistana gund hatin girtin. Gava ku Cembelî Tuncer û Efendî Şen danê sibehê serbest hatin berdan, li gorî îfadeyên şahidên bûyerê, dest û çavên Vasif Ozturk hatibûn girêdan û bi helîkopterek leşkerî ew ji gund birîn. Vasif Ozturk herî dawî ji hêla gundiyên din ên ku ji hêla qereqola polîsan a Licê ve hatibûn binçavkirin ve hat dîtin, hat gotin ku Vasif Ozturk ê ku tê îşkencekirin, careke din tu agahî jê nehatin girtin.

Binçavkirina wî nehat qebûlkirin

Malbatê piştî bûyerê serlî li Fermandariya Leşkerî ya Pasûrê, Fermandariya Leşkerî ya Licê, ya Amedê û Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê, Walîtiya Amed û Walîtiya herêmên OHAL’ê dan û aqûbeta Vasif Ozturk pirsîn. Lê belê hemû hewldanên malbatê bê encam man. Buroya OHAL’ê ya girêdayî Walîtiya Amedê, ji bo serlêdana malbatê di dîroka 14’ê Cotmeha 1994’an de bersiv da û got: “Daxwaznameya ku we di dîroka 26.09.1994’an daye Walîtiya Herêmê ya Rewşa Awarte Vasif Ozturk ji aliyê leşkeran ve hatiye binçavkirin û êdî tu xeber jê nahatiye girtin der barê mijarê de, kurê we Vasif ozturk ji ber tu sedeman nehatiye binçavkirin, di nava kesên ku li wan digerin de navê wî tune ye.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.