Çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê didome

Çalakvanên Wargeha Mexmûrê, zêdetirê saleke bi biryardariyek xurt Çalakiya Nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, didominin.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 84'emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 83’emîn Eyşe Arzu axivî.

‘Heta Rêber Apo azad nebe wê çalakiyên me bidomin’

Eyşe Arzu, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ev zêdetirê saleke Çalakiya Nobetê didome û wiha axivî: “Em wek gelê Mexmûrê ev zêdetire saleke ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên xwe didomînin. Heta Rêber Apo azad nebe, wê çalakiyên me bidomin.”

Eyşe Arzu, balkişand li ser êrîşên dewleta Tirk a li dijî Wargeha Mexmûrê û got: “Dewleta Tirk a dagirker di nava heftiyek de du caran êrîşê wargehê kir. Em hemû sivîl in, lê tevî wê yekê jî êrîşê me dikin. Em êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ dawî bû.